Nêrgiz Ismayîl |
Krîza cîhanî di hemû aliyan de gihiştiye astekê kur, pergala cîhanî berê xwe dide kîjan mijaran, çiqasî ev pergal dikare bibe bersiv ji pirsgirêkên gel û civakan re. Her wiha di nava van pêşketinan de dê rola Sûriyayê çi be? Hêzên demokratîk çendî dikarin bibin bersiv ji van guherînên cîhanî re? Sedem çi ye ku heta niha dewleta Tirkiyeyê ewqas bi israr e ku bi rêya çeteyan qirkirin û dagirkeriyê dike? Ji bo bersivdayîna van pirsan me hevpevîn bi Seroka Desteya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re çêkir.
Nêrgiz Ismayîl: Beriya niha me behsa pêvajoya beriya korona û piştî koronayê dikir, lê belê ev pergala heyî ya cîhanî bi ku derê ve diçe, her çendî guherîn û veguherîn rojane jî pêk tên, lê belê dîsa jî qeyraneke giştî ya cîhanî heye û her diçe ji her hêlan ve ev qeyran kur dibe. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Ev veguherîn dê encameke çawa bi xwe re bîne?
Ilham Ehmed: Gelekî girîng e ku em sîstema navdewletî baş û rast binirxnin. Her wiha di nava guhertinkê berfireh de derbas dibin. Ev guhertin ji ber ku şerê tê meşandin, nav lê hate kirin ku Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn, heta niha berdewam e û ihtîmale ku hêj dirêj bike. Di nava vî şerî de sîstema cîhanî krîza xwe di asta herî bilind dijî. Di hêlê aborî, siyasî û civakî de. Nimûne: Em dibînin demekê li her welatî ew beşên ku li derveyî pergalê mane rabûn serhildanan, pêleke serhildanan çêbû. Ev tê çi wateyê? Nerazîbûn ji sîstema heyî reye. jixwe di hêlên aborî de careke din qeyranên mezin têne jiyîn. Ji bo vê ye şerên ku derdikevin encamê vê krîza ku tê jiyîn e. Ji bo ku krîzê derbas bike di encamê wê de şer derdikeve. Qadê şerên wê jî bi giştî Rojhilata Navîn e. Weke ku navenda şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn e. Di vî warî de sîstema cîhanî ji ber ku di qeyrana xwe de gihiştiye lûtkeyê tenê ev herdu rêk li pêş dimînin: Yan wê birûxe, yan jî wê ber ve guhertinan ve biçe. Mijara ku diyar dike di nava xwe de hewl dide guhartinan bike. Mînak: NATO di rojevê de ye, em bêjin blokên berê yên Warso di rojevê de ne, her wiha sîstema Yekitiya Ewropayê, Brîtaniya xwe jê qut kir, bi vî rengî gelek blokên berê yên hebûn îro ketine rojevê û ihtîmale di nava xwe de ber be guhetinan ve biçin heye. Rengê van guhertinan ne diyar in. Lê xuyaye nimûne Amarîka wek dewleteke xwe seroka dinyayê dibîne û sîstema dinyayê bi rê ve dibe yên ku pê re ketine pêşbirkê hene. Mîna Çîn ew pê re pêşbirekekê dike û Amerîka careke din di vî warî de dixwaze rola xwe bilîze, lê dîsa jî yên wekî Rûsya û Çînê jî dixwazin munafesê bikin ji bo ku careke din bikaribin serokatiya dinyayê bikin.
Jixwe bi rêka giranîdayîna bazirganî û aborî bi destxistin ewqas dikarin serkorkatiya dinyayê bikin. Amerîka bi hilbijartina Biden ve û siyaset ango stratejiya ku îlan kir di gotina xwe ya salê de nîşan da. yanî hinek xalên sereke ku sîstema cîhanî di wê çerçovê de dikare di nava xwe de guhertinê bidê çêkirin. ew jî; Rol da jinan, rol da ew kesîmên ku hetanî niha ji derveyî civakê mane. Mînak, li Amerîkayê piranî reş – spî nakokiyeke pir kur e, dîrokî ye tê jiyîn. Nimûne cîgira xwe kir jinek ji wan reşikan. Her wiha di hêla aborî de guhertinan dide çêkirin. Di vî warî de kesmên ku ji derveyî pergalê mane hewl dide wan bigire nava xwe. Ev weke nimûnyekê di dinyayê de dikare bimeşe.
Em dikarin wisa pênase bikin; sîstema cîhanî ji bo ku bikaribe bimeşe û xwe ji vê krîzê xilas bike hewl dide guhertinan di nava xwe de bike. Ê xala girîng ev e, gelo wê rewşa NATO’yê çawa be? Yekitiya Ewropayê? Di hundirê Amerîkayê de dê rewş çi bibe? Ev di rojên pêşiya me de zelal bibin. Lê hewldan di vê çerçoveyê de ne, ji ber ku Rojhilat Navîn qada şer e, meydan e, dinya hemû îro li qada Rojhilata Navîn dighêjin hevdu li hinek welatan bi taybetî kombûnekê çêdikin. Nimûne; Sûriye qadeke ku şerê cîhanê yê sêyemîn lê tê meşandin. Em dibînin hêzên koalîsyonê tevahî li Sûriyeyê ne, Rûsya, Îran û Çîn bi rejîmê re ne. Bi şêwazekî van hêzên bi nakok li beramber hevdu bi giştî li Sûriyeyê hene. Ev dixwazin li Sûriyeyê xwe li Rojhilata Navîn bi cih bikin. Şerê Lîbyayê jî perçeyek ji vê ye, çemberkirina Îran perçeyekî vî şerî ye, sibe dusibe dê li Tirkiyeyê çi bibe nizanin lê diyar e ji wê krîza ku di hundirê Tirkiyeyê de perçeyekî vî şerî ye, Iraq perçeyekî vî şerî ye, Lûbnan jî perçeyek vî şerî ye, şerê Îsraîl û Filistînê perçeyek vî şerî ye. Di encam de ewqas nakokî û pirsgirêkên ku di Rojhilata Navîn de tê jiyîn encamê şerê cîhanê yê sêyemîn e. Di vî warî de blok diyar nebûne, ji ber ku hîn şer bi dawî nebûye.
Nêrgiz Ismayîl: Gelo di nava vê pergalê de rêjîma Sûriyeyê xwe di kîjan kategoriyê de dibîne? Çima di nav evqase guherînan de nabe xwedî hêzeke demokratîk ku bikaribe destpêkê di nava xwe de guherînên avaker pêşbixe û di heman demê de ji derve li ser asta cîhanî bibe xwedî misyon? Çi pirsgiêrkên bingehîn ên rejîma Sûriyeyê hene ku nahêle ji wan qeydan xelas bibe?
lham Ehmed: Li gorî baweriya min dê rejîma Sûriyeyê rewşa Rojhilata Navîn zelal bike. Mixabin rewşa Sûriyeyê pir trajîdîk e, beşkirî ye, di navbera aliyan de Sûriye diçe û tê. Niha Sûriye wekî sê başan e: Beşek Amerîka ye ku hêzên koalîsyonê li vir in, beşek jî Tirkiye û Rûsya li vir in, beşek jî Rûsya, rejîm û Îran e. Rejîma Sûriyeyê şaşitiyeke mezin kir, ji encama zihniyeta rejîma Baasê ye, bi desthilatê ve girêdayî û dev jê bernade ew esas bi sebebe ku Sûriye têkeve rewşeke wisa ya na, di destpêka 2011’an de ders ji Misrê, Tûnisê û welatên din derxistibana wê karîba rê li pêşiya krîzeke mezin girtibana, mixabin nekir, guhertin nekirin, piranî bi kursî ve hat girêdan, ev jî bû sedema mudaxeleyê û ev yek hêlişt ku krîza li Sûriyeyê bibe krîzeke cîhanî. Eger berê ne xwedî îrade bû îro hîna zêdetir ne xwedî biryar e. Yanî helwesta wê nîne, di aliyekî de zihniyeta wê teng e, di alîkî de jî bê biryar e ku bi serê xwe bi xwe bikaribe bibe xwedî hêz. Ji hêlekê ve Îran, ji aliyekî ve Rûsya aliyeke Amerîka û koalîsyon li ser wê zextê dikin. Yanî Sûriye ne xwedî biryara xwe ye. Ev yek jî dihêle ku bibe sebeba ewqas penaberî zêde bibe, şer gur bibe. Ev jî krîza heyî ya li Sûriyeyê hîn xirabtir dike. Îhtîmale eger Sûriye guhetinan neke rejîma Sûriyeyê ber ve guhetinan ve neçe ku rewşa Sûriye wekî rewşekê xwe ferz dike, di encam de tê xwestin ku di navebera gelên Sûriyeyê de tifaqek çêbibe ji bo pêşeroja Sûriyeyê. Gelê Sûriyeyê di nava xwe de tifaqan neke ev rêjîm çareseriyê nayne wisa xuya dibe heta niha bi hişkî pê girtiye, naxwaze tenzul bike. Ji bo wê jî divê di navbera gelê Sûriyeyê de tifaq hebe ku rejîmê neçarî çareseriyê bike. Rêya herî rast jî ev e ku di vî warî de guhertinan çê bibe.
Nêrgiz Ismayîl: Di vê mijarê de tirsa rejîmê ji çi ye, çi wê girê dide ku ewqas ji yekkirina rêza gelan a Sûriyeyê bitirse?
Ilham Ehmed: Xwexapandina herî mezin ji hêla rejîmê ev e ku dibêje hîna milet li pişta min e. Ew nafikire ku yê ku li dijî wê rabûn milet e, civak e, kesên ku siyasetên wê nepejirandin û dixwazin guhertinê bikin. Naxwaze di vî warî de bifikire. Ew dibêje: komployek navdewletî ye, mudaxelê derve çêbûye, ew dixwazin rewşa me xerab bikin, yekitiya Sûriyeyê armanc dikin û bi vî rengî û vê tewriyê ve xwe dide bawer kirin ku gelê Sûriye û rejîm yek in. Tu nakokiyên wan tune ne, pirsgirêk ê derve ne ku mudaxeleyê hundir dikin. Lê di esas de ihmala dewletê ji civaka Sûriyeyê re, ji pêkhateyên Sûriyeyê re, nimûne vî ya li ber çavan nabînin.
Nimûne pirsa kurd di ku derê de çember kir? Ew 1260 hezar nasnamyên ku ji kurdan biribûn got ez ê van vegerînim, tenê çareserkirina pirsgirêka kurd di çareserkirina wê mijarê de dît, di destpêka bûyerên şoreşê de nêzî 100 hezar nasnameyên xwe vegerandin, ji derveyî wê heta niha bi qasî serê derziyê ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe tu çareserî nedîtiye. Yanî hîn jî ji bo ku kurd bikaribin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin vê ya wekî mafekî ji kurdan re nabîne, ev mijar jî kareset e, ev hişmendiya ku Sûriye aniye rewşeke wisa. Gelek mînak hene ne tenê kurd, ereb û sûriyan jî ji mafên xwe bêpar in. Erê erebî ji ereban re serbeset e, lê her erebek nikare di cihên dewletê de bi cih bibe, mafê wî/wê tuneye, gerek Baasî be, ji malbateke mezin be û hwd.
Yanî ew kes nikarin di wezaretên Sûriyeyê de cih bigirin, nikarin bibin serokên dewletê, navendî têne hilbijartin. Hetanî bi rêveberên şaredariyên bajaran merkezî têne hilbijartin. Baş e gelo ew milet wê xwe li ku derê bibîne, bikaribe polîtîka bike, rexne bike, nêrîna xwe bîne ziman, pêşniyaran bike bi şêwazekî demokratîk mafên xwe bi dest bixe ew maf tune ne, pêşiyê venekirine. Dewletê dest daniye ser destûrê û destûr li gorî kêfa xwe pêk tîne, xalê ku ne li gorî wê ne dide aliyekî, ev ji bo gelê Sûriyeyê zilmeke mezin e ku bi salan e tê meşandin.
Nêrgiz Ismayîl: Bêguman ji niha ve diyar dibe amadekariyên hilbijartinên ji bo serokê dewletê têne kirin. Ew jî navendî ye, gelo bi serketina malbata Esad wê çi gavên nû bi xwe re bîne, çiqasî dikare xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê bike?
Ilham Ehmed: Ev rastî gelekî nirxdar e. Eger em bînin ser ziman; pergala hilbijartinan ne mijar kesek, ne malbatek e, lê belê nêzîkatî ev e ku derî vekirîbin mafê her kesî hebe xwe pêşniyar bike ji bo serokatiya vî welatî. Ev kes kurd dibe, sûriyan, ermen, çerkes, tirkmen, dûrzî û çi pêkhateyên ku di nava civaka Sûriyeyê de hebin. Mafê her kesekî ye ku wan taybetmendiyên serokatî tê de peyda bibin xwe pêşniyar bike û xelkê vî welatî dengê xwe bidinê ew jî derkeve. Yanî li vê derê bi salan e ku ev pergal berdewam e, tenê rêveberiya vî welatî di destê malbatekê de ye, di destê kesekî de ye, di destê tenê pêkhateyekê de ye tenê divê ereb be, wiha be wê çawa pergaleke demokaratîk ava bibe û hemû gelan di nava xwe de hembêz bike. Dibêje şert e ku cinsiya xwe ereb be lê di hundirê Sûriyeyê de ne tenê ereb hene divê mafên hemû pêkhateyan ber çavan bigirin. Rêbaza hilbijartinê ne tenê erê – na ye. Ev ne rêbezake dermokratîk e.
Nêrgiz Ismayîl: Li ser qada Sûriyeyê ji bo demokratîkirina vê pergalê hûn hene, gelo piştî hilbijartinan ku careke din ev serok bê pejirandin wê demê rola we ya di gavavêtinên nû de dê çi be? Çendîn hêza we têrê dike ku hûn bi wê rolê rabin û gelên Sûriyeyê ber bi pergaleke demokratîk ve bibin wekî MSD’ê?
Ilham Ehmed: Divê em objektîf bin. Astengî pir in. Hîn jî bi destê ewlehiyê dest daniye ser civakê, nahêle civakê nefes bigire, di vî warî de hîn ew sîstem berdewam e. Lê rexmî wê jî derfet herî zêde di vê demê de hene ku xelk bikaribin dengê xwe derxînin ji ber ku ragihandin, teknolojî pêşketiye dengek li ku derderdikeve hemen gel dibihîze û veşartî namîne. Her wiha xelk nema mîna berê ye, dizane, dibihîze û dibîne. Dikare dengê xwe bilind bike. Êdî ew dem çûye bêdeng bimîne û nikaribe nêrînên xwe bibêje, çûye. Her çiqasî ev rêbaza destê ewlehiyê hebe jî lê hetanî kengî, her tişt û dawiyek wê heye. Heta kûr wê biçe dê elah guhertinek di hundirê Sûriyeyê de çêbibe.
Ji ber vê sedemê em wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) danûstandinê me bi civakê re, projeyên me yên ku heta niha em li ser kar dikin û em ê hîn jî pêş bixin. Heta niha jî gel naxwaze ev projeya ku me li ser asta bakur û rojhilatê Sûryayê pêk anî têk biçe. Eger ev proje jî têk biçe tê wê wateyê ku careke din wê rêjîm bibe hakimê her tiştî, nav lê dike teror û diqedîne. Ji bo wê yanî em bi israr in ku eniya demokratîk a gelên Sûriyeyê bi pêş bixin, em bikaribin Sûriyeyê ji hilweşîneke mezin xilas bikin.
Nêrgiz Ismayîl: Belê, her çiqasî rewşa qeyranê ya hundirîn di nava Sûriyeyê de heye, lê belê ji derve de weke cîran Tirkiye jî dagirkeriya erdnîgariya wê dike, gelo ne çareserkirina pirsgirêkên hundirîn dibe sedem ku ji derve ve jî derî vebin û her kes rêka xwe di êrîşên wê de bibîne?
Ilham Ehmed: Bi rastî dewleta Tirkiyeyê polîtîkayên dagirkeriyên pir xerab dane şixulandin. Stratejiya dewleta Tirkiyeyê diyar e, programa wê diyar e. Di esas de di hundirê xwe de krîzeke pir kûr dijî, ev krîz aborî, siyasî, civakî û derûnî ye. Ew jî bi israr e ku ber bi guhertinan ve neçe, berovajî wê çiqas diçe hişk dibe, çiqasî israra civakê li guhertinê çêdibe rejîma Tirkiyeyê di nava xwe de ewqasî hişk dibe ewqas ber bi netewperestiyeke faşîst ve diçe. Ev di demên pêş de wê civakê ber bi teqîneke mezin ve bibe. Ji bo ku Tirkiye balê bikişîne ser van krîzan dixwaze vegere stratejiya xwe ya kevn a dema osmaniyan a tifaqa milî. Ji ber wê jî Heleb wekî perçeyekî ji Tirkiyeyê dibîne, Reqa perçeyekî ji Tirkiyeyê dibîne her wiha hetanî Dêra Zorê, Kerkuk, Musil Iraqê weke sînorê Tifaqê Milî dibîne. Dibêje ev erda Tirkiyeyê ye ji xwe re her tiştî mubah dibîne, dibê milkê Sultan Abdulhemîd e yanî cardin dixwaze vegere wan xerîtên berê.
Ev çima? Ji ber tirseke pir kûr di hundirê xwe de dijî, tirsa perçebûnê. Dibêje ev dinya hemû li ser serê min hatiye hev dixwaze me perçe bikin em ê jî xwe berfireh bikin. Krîza xwe ya hundirîn çawa derbasî derve dike. Bi vî rengî hatiye û şerê xwe di hundirê Sûriyeyê de dimeşîne, di hundirê Lîbyayê de dimeşîne, beşek li Azerbeycanê da meşandin, îro di hundirê Iraqê de dide meşandin û hwd. dixwaze bi vî rengî krîza xwe derbas bike. Sûriyeyê para xwe ya mezin ji şerê stratejîk ê Tirkiyeyê girtiye. Di encamê de kete Idlibê, Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî. Siyaseteke tirkbûnê, bişaftinê pir xirab dide meşandin. Sîmayên dîrokî yê herêmê yê çandî tevahî ji holê radike û wisa wekî ku li wê herêmê tiştekî kurdî tune ye. Di nav de dewleta Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê mêze dike û dibîne ku li wê derê projeyek pêşketî dît ku pergaleke federalî heye navê wê herêma Kurdistanê ye. Difikire ku eger li Sûriyeyê jî sîstemeke wiha pêşbikeve ez ê têk biçim.
Yanî pirsgirêka herî mezin esas di Tirkiyeyê de ye. Ev tirsa wê dihêle ku êrîşî her deverên cîranan bike. Damezrandina komara Tirkiyeyê li ser qirkirina kurdan çawa pêk hat, heta îro jî ew tirs berdewam e ku dibêje: “ Eger kurd bûn tiştek wê demê Tirkiye ji dest min diçe.” Vê tirsê dijî ji bo wê jî ewqas bi hemû hêzên xwe bi ser kurdan ve diçe. Ev dixwaze li Sûriyeyê be, Îranê, Iraqê heta li Afrîkayê be. Tenê kurd be bi nav dike terorîst e û ewqasî bi ser de diçe. Ev nasnameya terorîzmê dewleta Tirkiyeyê bi xwezayî li her kurdekî kiriye. Berî çend salan Barzanî û Talabanî ew jî di lîsteya terorê de bûn û bi çavên terorîst li wan jî mêze dikirin. Îro PKK’ê jî wekî hêzeke teror dibîne, YPG’ê jî hêzeke teror dibîne. Bi vî rengî di ser kurdan de diçe. Dewleta Tirkiyeyê li her kurdekî bi çavê terorîst mêze dike. Îleh eger kurdê herî baş li cem Tirkiyeyê ew kurdê mirî ye. Bi vê ya encax dikare pere bijî. Kurdê azad qebûl nake. Ji bo wê jî di hundirê Sûriyeyê de weke ku çawa pêşketinên berdewam dikin weke projeya rêveberiya xweser cihê tirsê ye ji bo wê. Li ber çavan e ku hêrsa wê ya dijminatî gihîştiye çi astê, qutkirina ava Çemê Feratê li xelkê Sûriyeyê. Xelkên bakurê Sûriyeyê ne tenê kurd in bigiştî hemû pêkhate ne.
Nêrgiz Ismayîl: Bi vê mijarê ve girêdayî hûn wekî MSD’ê dê helwesta we çawa be, hem di hundirê Sûriyayê de û hem li beramberî cîhanê?
Ilham Ehmed: Di Rojhilata Navîn de hêza xeyal, pêşbîniyê heye, hêza hevgirtina civakî xurt e. Ev taybetmendiyên vê xakê ye ku bi salan e di nava xwe de dihewîne. Îro di şerê cîhanê yê 3’yemîn de êrîş li van nirxên exlaqî têne kirin. Me dît bi rêka DAIŞ’ê êrîşî ewqas nirxan kirin. Wiha li Rojhilata Navîn kelînek kur heye ji ber ku taboyên wê jî hene. Carekî din taboyên nû û hîn xerabtir ava dikin.
Dema her roj kuştin, talankirin, wêrankirin ku rojane berdewam dibin ev dihêle ku li gel van miletan bibe mîna tiştekî asayî lê bêguman ne asayî ye. Ji axa xwe dûrketin bûyîna penaber ne asayî ye, ji nirxên xwe dûrketin ne asayî ye. Lê dixwazin asayî bikin, mîna ku mirin bûyereke asayî ye. Ev êşeke trajîk e. Lewra em dikarin pênase bikin ku şerê cîhanê yê 3’yemîn naşibe yê yekemîn û duyemîn, bi gelek hêlên xwe ve cuda ye.
Em wekî MSD’ê jî xwedî wê helwesta demokratîk in ku ev pergala heyî çarserkirina pirsgirêkan bi şer dibîne em mîna altarnatîf ku bi diyalogê, bi nirxdayîna hevgirtina civakan esas digirin, dibînin. Li gorî wê hêzên demokratîk xurtkirin gelekî girîng e. Her çiqasî em ji hev cuda bin lê belê em xwedî proje ne ku bikaribin pêşengiya gelan bikin. Ne tenê di qada Sûriyeyê de em di Sûriyeyê de bibin nimûneyeke demokratîk û her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn berdewam bin.
Gendeliya ku çêdibe, rewşên ku rû didin ev hemû encama şer in. Civak bandor dibe, lê em bawer dikin ku di nava vê qeyrana kur de, cihê ku nirxên demokratîk biparêze û pêşbikeve dîsa Rojhilata Navîn e. Di heman demê de em dikarin di nava vê sîstemê de xwedî rol bin û bikaribin pergala demokartîkirina civakan bikin malê hemû gelan. Em di vê mijarê de bi israr in, xwedî hêvî ne, ji bo pêşeroja gelan aştî û azadiyê dixwazin.