Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Şerê desthilatdaran

Li cîhanê şerekî mezin heye. Gelek kes jê re dibêjin şerê sêyemîn ê cîhanê. An jî dibe ku şerekî mezintir biqewime û wê demê ew nav aşkere lê were kirin. Ji rojhilata navîn bigrin heta gelek deverên cîhanê qeyranên mezin hene û hin welat jî di nava şer de ne. Dema ku em li naveroka şer dinêrin, tenê ji bo berjewendiyê çend welatan tê kirin. Çend welatên sereke hene û ji bo desthilatdariya xwe vî şerî dimeşînin.

Amerîka û Rûsya ji hêlekê ve di nava tevgerê de ne û ji bo ku hê bêtir karibin desthilatdariya xwe qewîn bikin şer dikin. Di esasê xwe de jî şerekî ku ew bi xwe dikin tineye. Bi hin kesan didin kirin. Mesela Rûsya û Ukrayna li beramberî hev sor kirin û di encamê de Ukrayna tarûmar bû. Şerê li Qerebax, Azerbeycan û Ermenistanê jî bi vî awayî bû. Herî dawî şerê Îsraîl û Hamasê jî mînakek e. Hin hêz û dewletan li hemberî hev sor dikin û wan dixin nava şerekî. Di wê navberê de jî dewletên esasî didin pey berjewendiyên xwe. Dewleta tirk ji wan dewletan e ku herî zêde ji aloziyê sûdê werdigire. Kî şerê hev bike, dewleta tirk jî ji xwe re li firsendekê digere. Firsenda pêşî jî ewe ku difikire bê wê çawa êrîşî kurdan bike. Dema ku Îran û Îsraîl êrîşî hev dikirin, dewleta tirk jî li dijî kurdan ketibû nava tevgerê.

Dewleta tirk bi taybetî jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xwe li ser aloziyan dimeşîne. Çiqasî tevlihevî û şer hebe ewqasî jê sûd werdigre. Li vê derê jî ya girîng pozîsyona kurdan e. Gelo wê kurd çawa karibin di nava vî şerî de hevsengiyekê pêk bînin. Îro em dinêrin piraniya kurdan alîgirê jiyaneke azad û demokratîk in. Lê qismekî biçûk ango PDK û Barzanî jî li kêleka dagirkeran cih digrin. Bi helwest û sekna xwe dijminatiyê li kurdan dikin. Ev yek jî kurdan parçe parçe nîşan dide. Tenê ew beşa biçûk maye ku li pêşiya yekbûna kurdan astengiyê derdixîne. Eger ne ji wan bûya, niha rewşa kurdan û siyaseta wan di asteke din de bû. Lê ji ber hebûna wan astengî derdikevin.

Îro li rojhilata navîn hin hevsengî tên guhertin û her partî yan jî hêz xwe li gorî wê amade dike. Kurd jî divê di ferqa wê de bin û li gorî wê helwesta xwe destnîşan bikin. Gelê kurd di rewşên aloz de xeta sêyemîn hildibijêre. Yanî xwe nade kêleka hêz an jî partiyekê. Xeta sêyemîn dipejirîne û li gorî wê riya xwe didomîne. Vê stratejiyê hişt ku kurd li Rojava şoreşê pêk bînin. Eger ne ji vê bûya, wê kurd jî wekî hêzên din parçe bûna û tine bûna.

Şerê ku niha li cîhanê tê meşandin şerê desthilatdariyê ye. Kurd jî divê ne li gorî desthilatdaran li gorî gelan pozîsyona xwe diyar bikin. Ev stratejî heta niha hatiye meşandin. Lê kurdên ku nayên ser vê riyê hene. Ew jî beşek biçûk in û divê ew jî werin teşwîqkirin. Eger Barzanî û PDK di vê siyaseta xwe ya kirêt de dewam bikin, wê dawiya wan jî wekî wan desthilatdaran be. Lê eger li gorî gel bimeşin, ew ê karibin li ser dika siyasetê bimînin.

Nûçeyên Têkildar