Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şerê di navbera gerîla û artêşa tirk de didome

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera hêzên wan û artêşa tirk de li Dêrsimê pevçûn derket û 2 gerîla di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk li Sêrt û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bombebaran kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên artêşa tirk de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HPG’ê da zanîn ku di navbera hêzên wan û artêşa tirk de li Dêrsimê şer derketiye.

HPG’ê destnîşan kir ku hêzên artêşa tirk di 14-25’ê îlonê de li qadên Mêrga Çepera, Şehîd Cafer û Mervanî yên bi ser navenda Dêrsimê ve operasyon daye destpêkirin û ev agahî dan: “Artêşa TC’ê ya dagirker ku kontrola qadê kir, di heman rojê de bêencam vekişiya.”

Di berdewamê de jî HPG’ê da zanîn ku di 24’ê hezîranê de li geliya Harçik a bi ser navenda Dêrsimê ve di navbera hêzên wan û artêşa tirk de şer derket û kitekitên şer wiha parve kirin: “Di şer de 2 hevrêyên me yên ku derbên giran li yekîneyên dijmin dane, heta bi guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re dê were parvekirin.”

Êrîşên hewayî

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Di 29’ê îlonê de artêşa TC’ê ya dagirker qada Beşa û derdora gundê Şûx a Zezxêr a Sêrtê bombebaran kirin. Dema ku agahiyên berfireh hatin em ê encamên bombebaranê bi raya giştî re parve bikin. Di 4’ê cotmehê saet di navbera 11.00 û 18.00’an de jî balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker ji Qadên Parastinê yên Medyayê, gundê Çemrobotkî yê herêma Garê,  qada Deşta Nehlê û qada Werxelê ya herêma Avaşînê bombebaran kirin. Di van bombebaranan de tu windahiyên me çênebûn lê li qadên daristanî şewat derket.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar