Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Serê hemû pirsgirêkan PDK û Tirkiye ye

Di demên dawî de li gel krîz û aloziyên civakî, krîza neavabûna hikûmetê bûye yek ji rojevên esasî yên başûrê Kurdistan û Iraqê.

Tevî ku zêdetirî 3 meh in li ser hilbijartina pêşwext a parlametoya Iraqê ya 10’ê cotmeha 2021’î re derbas bû û tevî nerazîbûna gel, lê aliyên siyasî weke serketin nîşan da.

Çawa pêşiyê me dibêjin ‘şeva reş hê ji êvarî diyar e’, van aliyên siyasî ew êvar weke ronahî dîtin, bi gotina rast deng û nerazîbûna civakê ya ji bo hilbijartinê şaş famkirin û bi wê hewayê ketin pêvajoya avakirina hikûmetê.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê ya dîktator Seddam Huseyîn, di navbera aliyên kurd û dîsa Iraqê de li ser şêwazê rêveberiya Iraqê û herêma Kurdistanê li hevkirin pêk hat.

Ev lihevkirin çi bû?

Li gorî sîstema Iraqê serokwezîr şîa, serokê parlamentoyê sûnî û serokkomarî jî mafê kurdan e. Di nava kurdan de jî para Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Sala 2005’an Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser rêveberiya hikûmetê û serokkomariyê li hev kirin. Li gorî vê lihevkirinê serokatiya herêmê para PDK’ê û serokkomarî jî para YNK’ê ye. Dîsa serokatiya hikûmeta herêmê jî her du salan wê ji bo aliyekê be.

Ev lihevkirin sala 2013’an dawî bû û ji wê rojê heta niha hem serokatiya hikûmeta herêmê û serokatiya herêmê di destê PDK’ê de ye. Bi vê yekê re ev post ji aliyên YNK’ê girt. Bi vî rengî tenê posta serokkomariyê ma di destê YNK’ê de.

Piştî hilbijartina 10’ê cotmeha 2021’an, niha PDK bi qurnaziyên siyasetê dixwaze vê postê jî ji destê YNK’ê bigire.

Niha di nava kurdan de li ser vê yekê krîz derketiye. Çima mijara serokkomariyê bû krîz?

Di gava yekem de PDK dixwaze serweriya xwe ya li ser herêmê bide ferzkirin û bide nîşandan ku serweriyê li herêmê dike û ya xwe li ser her alî bide ferzkirin. Heman demê bi serokkomariyê dema bi destxweve bîne, li Iraqê jî bikare zextekê bike.

Li aliyê din bi temamî lihevkirina berê hatî kirin, bi temamî dawî bike. Destê xwe yê li nava herêmê xurtir bike û bi xwe biçe biryaran.

Dîsa bi vê yekê re dixwaze ne tenê li Başûr hem li Bakur jî vê yekê bike. Hemû aliyên siyasî bide aliyekê û tenê weke partî tevger bike û biryarên xwe li ser hemû aliyan çi bi zextê be çi jî bi erkên heyî bide qebûlkirin.

PDK bi kursiyên bi dest xistî, dixwaze xwe bide aliyê zêde yê avakirina hikûmetê û dîsa bi wê yekê dengê zêde ji bo namzetê xwe bigire û wiha ji vê lîstika qirêj serketinê bidest bixe.

Yek ji xala girîng a din jî ew e ku PDK û Tirkiye dibînin ku PKK û YNK li ber planên wan ên qirêj ên Başûr û Iraq, dîsa Rojhilata Navîn yekane astengî ne, bi vê dixwazin hem rola YNK’ê kêm bikin û dîsa jî PKK’ê tesfiye bikin.

Ji ber ku serokkomar heta neyê diyarkirin, wê rêya avabûna hikûmetê diyar nebe. Piştî ku serokkomar hat diyarkirin wê ji girseya zêde ya parlamentoyê daxwaza diyarkirina serokwezîr bike û jê bixwaze nava 15 rojan de hikûmeta nû ava bike. Lê ji ber ku ev yek hê krîz e, heman demê bûye bazara aliyên iraqî jî ku bikarin ji bo hikûmetê dengê zêde jî bidest bixin.

Li aliyê din em dibînin destdirêjiya Tirkiyeyê ya li nava aliyê siyasî ya Iraqê jî heye. Hem serokê parlametoya Iraqê Mihemed Helbûsî û serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî çûn Tirkiyeyê û piştî wê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Tirkiyeyê, berî wê sefîrê tirk serdana aliyên iraqî kir ku piştgiriyê bide hev. Ji xwe nîşaneya vê ya herî berbiçav jî dema Barzanî serdana Erdogan kir erdogan ev gotibû; ‘Her çendî Barzanî aliyê Bakurê Iraqê ye, lê em dikarin li ser Iraqê bi xwe jî nîqaş bikin.’ Her wiha bi nixûmandî jî be ev gotibû; ‘Bi hilbijartina serokkomariya Iraqê re wê li Iraqê guherînên baş çêbibin.’ Ev jî dide nîşandan ku lîstikek pir qirêj heye û ev yek di bin navê operasyonên li dijî PKK’ê tê nîşandan lê ya rastî li dijî tevahî gelê kurd e. A balkêş li vir Tirkiye PDK û Iraq jî kiriye şirîk û bi vî rengî dixwaze hem li Iraqê û hem jî li başûr û bakurê Kurdistanê di operasyonên xwe yên qirkirinê de israr bike û bi rêya van hem di warê îstixbaratî û dîsa derfetê vekirina êrîşên hewayî li ser gelê kurd vedike.

Dem em li vê rêze trafîka civînê dinêrin em vekirî dibînin ku têkdana vê karî PDK û Tirkiye dike. Tirkiye bi rêya hinek aliyan zextê li başûrê Kurdistan û dîsa siyaseta Iraqê dike. Bi vê dixwaze di bin navê ‘terorê’ de hem serweriya xaka Iraqê û hem jî qirkirina kurdan a li başûr û bakurê Kurdistanê rewa bide nîşandan.

Ji bo vê PDK di mijara serokkomariyê de israr e, bazareke qirêj hem li aliyê YNK’ê û hem jî Iraqê dilîze. Bi vê yekê jî dixwaze encama ku hêvî dike bigire. Di vê mijarê de jî şirîkê wê Tirkiye û rejîma dagiker a diktatorên cêwî Erdogan-Bahçelî ye ku destê wan di xwîna bi sede hezaran şoreşger û gelê mezlûm ê kurd de heye.

Nûçeyên Têkildar