Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerê Îsraîlê dê berfirehtir bibe

Rojhilata Navîn bi şerê Xezayê re ketiye pêvajoya şer. Piştî êrîşa Hamasê ya li dijî niştecihên Îsraîlê, çend roj şûnve bersiva Îsraîlê dijwar û bixwîn bû. Êrîşên Îsraîlê ku Xezayê tev kiriye hedefa êrîşên balafir, tank û topan her ku diçe aliyên nû li vî şerî zêde dibin. Ji bilî Hemasê hin çekdarên din ên Filistînê jî tev li vî şerî bû. Ji aliyê Lubnanê ve jî Hizbûlaha Lubnanê hin êrîş li dijî Israîlê kirin û Îsraîlê jî Lubnanê bombe kir.

Ev şerê ku bi êrîşa çekdarên Hamasê ya li dijî niştecihên Îsraîlê di 7’ê cotmehê de pêk hat û tê de gelek sivîl hatin kuştin û revandin. Bû sedem û behane ji bo Îsraîlê ne tenê êrîş bike lê bi riya êrîşên bejahî tûnel û çekên Hamasê jî tune bike.

Rayedarên Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji Îsraîlê re her dubare kir û bi vê yekê ew jî bû armanca alîgirên Îranê û milisên wê yên li Sûriye û Iraqê. Li Sûriyeyê milîsên Îranê gelek êrîş li dijî bargehên Amerîkayê pêk anîn. Her wiha li Iraqê jî dîsa milîs û alîgirên rejîma Îranê li dijî bargehên Amerîkayê ên li wî welatî êrîş pêk anîn. Bêguman Amerîkayê jî di cih de bersiva wan êrîşan da û êrîşî bargehên alîgirên Îranê ên li Sûriye û Iraqê kir.

Ji bilî van welatan li gorî agahiyên Radyoya Îsraîlê balafireke bêmirov li ser deriya Sor hatiye xistin û li gorî heman çavkaniyê ew balafira bêmirov ji Yemenê di ser Deryaya Sor re hatiye ku êrîşî Îsraîlê bike.

Îsraîlê ku hêza xwe ji teknolojiya xwe ya şer ya pêşketî û piştgiriya Amerîkayê digire bêyî ku tu qanûn û rêbazên şeran nas bike êrîşên dijwar û bêrehm li dijî Xezayê pêk tîne. Bêyî ku bêje ev zarok in an jin in an jî sivîlin berê bombe û topên xwe daye ser Xezayê û herêm veguherandiye bajarekî kavil.

Li hemberî van êrîşan Îranê jî bêdeng namîne her çendî ku ne rasterast be jî bi riya milîs û komên alîgirên xwe li Sûriye, Lubnan û Iraqê êrîşî Amerîka û Îsraîlê dike. Jixwe di vî warî de Amerîkayê rejîma Îranê hişyar kiribû ku ew ê bersivên tund bide alîgirên Îranê yên ku personelên wan ên li Rojhilata Navîn dikin armanca êrîşên xwe.

Ji aliyekî din ve ji ber ku Îsraîlê dibêje ew dê êrîşa bejahî pêk bîne û bi heta radeyekê dest pê kiriye jî, wiha xuya dike ku dê ev şer demeke dirêj berdewam bike. Her ku ew şer dirêj bibe dê aliyên din jî tev li wî şerî bibin. Lewre ihtîmaleke mezin heye ku ew şer piştî demekê bibe şerê rasterast di navbera aliyên dijber de ne şerê bi wekîlên wan re.

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî û gelek hikûmetan daxwaza agirbesta mirovî kiribûn. Hikûmeta Îsraîlê daxwaza agirbestê red kir. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû bi gotina; ‘Bangên ji bo agirbestê bangên ji bo teslîmbûna li Hamasê ye. Tiştekî bi vî rengî wê nebe’ ji raya giştî re aşkera kir ku şer wê bi dijwarî bidome.

Rejîma Îranê ji aliyekî ve ji bo razîkirina alîgirên xwe û îmaja xwe û her wiha ji bo berjewendiyên welatê xwe nikare bêdeng bimîne. Ji aliyekî din ve dizane ku Amerîka û Îsraîlê dixwazin wê jî rasterast bikişînin nava vî şerî.

Îca ji ber van sedeman her ku diçe ihtîmala ku ev şer berfirehtir bibe zêdetir dibe, şer û aloziyên ku li Rojhilata Navîn hene bêtir gur û geş bibin. Mixabin wekî her şeran di vî şerî de jî bedelên herî giran xelkên sivîl ên bêguneh didin.

 

Nûçeyên Têkildar