Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Şerê kurd bi kurd xencereke jehrêye dijmin li me dixe’

Hunermendên kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê ku li dijî dagirkeriyê û hewldanên şerê kurd bi kurd li Hewlêrê civînek çapemeniyê li darxistin û wiha gotin: “Şerê kurd bi kurd xencereke jehriye dijmin li me dixe. Ger partiyên kurd nikaribin bi hevre rûnin û guftugoyan pirsgirêkan çareser nekin, ev metirsiyek mezin e li ser Kurdistanê.”

Hunermendên kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê ku ji duh ve li başûrê Kurdistanê ne û li gel aliyan hevdîtinan dikin, di saetên êvarê de li Otêla Dedeman a Hewlêrê civînek çapemeniyê li darxistin. Hunermendan yek bi yek nêrînên xwe li ser dagirkeriya tirk û metirsiya ku şerê kurd bi kurd bi xwe re bîne anîn ziman.

Hunermend Diyar Dersim diyar kir ku ew wek hunermend şerm dike behsa şer bike û wiha got: “Em niha metirsiya şerê kurd bi kurd dibînin. Em di wê baweriyê de ne gelê me piştgiriya me bike û rê nedin şerê kurd bi kurd rû bide. Em dizanin ev şerê kurd bi kurd xencereke jehriye ku dijmin li me dide. Em wek hunermend aştiyê dixwazin.”

Dagirkerên Kurdistanê dixwazin kurd nemînin

Hunermend Nasir Rezazî da zanîn ku dagirkerên Kurdistanê çi ji destê wan tê bi hev re li dijî kurdan dikin û ev tişt anî ziman: “Ger partiyên Kurdistanê nikarin bi giftugo û aştiyê rûnin, ev e metirsiyek mezin e li ser Kurdistanê. Dagirkerên Kurdistanê dixwazin kurd nemînin. Em carek din daxwaz dikin bila ev şer rû nede. Amerîkayê ji partiyên kurd re gotiye ger hûn ne yekbin em piştgiriya we nakin. Şerê navxwe ezmûna herî mezin nîşanê me da. Ger şerê navxweyî derneketiba niha Kurdistan deh qatê din pêşkeftibû. Daxwaz ji hemû hunermend, nivîskar û rêxistinên Kurdistanê dikim, li dijî vî şerî bêdeng nemînin.”

Divê em xwe biparêzin

Hunermend Şehên Talebanî jî daxwaz ji partiyên kurd kir ku dest vê şerê berdin û wiha got: “Ma çima em hevdû bikujin. Hêviya min ji hizbên kurdî ew e ku gelê Kurdistanê bifikirin. Ez piştrast dikim ku metirsî li ser Kurdistanê heye û daxwaz dikim carek din şer dernekeve.”

Her wiha hunermend Şivan Perwer jî ev tişt anî ziman: “Ger em xwe bi xwe neparêzîn, tu welatek din nayê gelê me naparêze. Li her derê cîhanê kurd hene. Li Amerîka, Awustralya û Ewropayê kurd hene, lê li tu cihek kurd nayên parastin.”

Piştre hunermendên din jî nêrînên xwe anîn ziman û civîna çapemeniyê bi dawî bû. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar