Desthilata faşîst a Erdogan-Bahçelî di hilbijartinên herêmî de li Kurdistan û Tirkiyeyê derbeke giran xwar û têk çû. Bi taybetî li Kurdistanê perala faşîst a qeyûman a ku 8 sal in îradeya gelê kurd desteser dike, bi îradeya gelê kurd têkçû. Akademîsyen Dr. Îsmet Konak li ser mijarê axivî. Dr. Îsmet Konak anî ziman ku hilbijartinên 31’ê Adarê di n ava gel de bû sedema kêfxweşiyê û derbeke giran li rejîm û desthilatdariyê xist.
Dr. Îsmet Konak bal kişand ser lîstik û hîleyên desthilatdariyê yên li bajarên Kurdistanê û got, “Ji derve deng danîn. Yanî qeyûmên veguhestî anîn. Lê belê dîsa jî kirin nekirin bi lîstikên xwe nekarîn encama dixwazin bi dest bixin. Mînak li Şirnexê walî, qeymeqam, midûrê emniyetê hemûyan bi hev re ji bo AKP’ê xebitîn. Ew karmendên dewletê ne. Bacê ji gel werdigirin. Bi baca Kurdan diçin. Lê belê li ser xaka Kurdan propagandaya partiyekê kirin ku dest danî ser îradeya Kurdan. Di vê hilbijartinê de bi vî rengî Şirnex û Bedlîs bi dest xistin, lê belê bi giştî hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê têk çûn. Nekarîn ku encama dixwazin bi dest bixin.”
Dr. Îsmet Konak ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji encama hilbijartinê qet nerazî ye û got, “Naxwaze qebûl bike û dixwaze têkçûnê veşêre. Ji ber vê yekê xwe ji xefikên nû re jî amade dikin. Di rewşa heyî de aborî ji bo wan baş nîne. Yanî nikarin bi rêya aboriyê mirovan qanih bikin. Siyaseta birçîbûnê êdî bi dawî bû. Mîna ku Samîr Amîr got, ‘Sîstema newekhev ji bo bi hêzan qezencê, ji bo lawazan jî xizaniyê diafirîne’. Niha sîstemeke newekhev heye û rejîma heyî jî zane ku girseyên gel ji vê sîstema newekhev nerazî ne. Lewma wê hîn bêhtir serî li kaosê bidin. Wê yekê weke yekane rê û rêbaza rizgarkirinê ji bo xwe dibîne. Rakirina li ber hev a girseyan, sorkirina dijminatiyê. Yanî mîna piştî sala 2015’an dikare serî li provokasyonan bide. Xuya ye armanca herî nêz ‘şer’ e. Şer ji bo wan mîna rizgarkirinê tê dîtin. Gelo wê wan rizgar bike yan na, ew jî pêkane.
Di vê mijarê de rejîma Erdogan Pûtîn ji xwe re dike mînak. Weke ku tê zanîn Pûtîn li Ûkraynayê şer da destpêkirin. Beriya ku şer bide destpêkirin piştgiriya li nava welêt a ji wî re dihate dayin ji sedî 77 bû. Di hilbijartina dawî de gihand rêjeya ji sedî 87’an. Muxalefeta li hemberî xwe bi temamî pasîfîze kir. Rêbaza ku Erdogan dixwaze bi kar bîne ev e. Lê belê Rûsya û Tirkiye welatên gelekî ji hev cuda ne. Ji bo Erdogan karibe li Başûrê Kurdistanê şerekî bide destpêkirin pêwîstiya xwe bi çavkanî û aboriyeke xurt heye. Niha ji vê yekê bêpar e. Lê belê Rûsya xwedî budçeyeke xurt e. Xwedî çavkaniyên cidî ye. Petrol, gaz, xureka xwe heye. Hema bibêje tevahiya dinyayê bi xwe ve girêdaye. Lewma salên dûr û dirêj dikare vî şerî bimeşîne. Lê belê hêzeke Tirkiyeyê nîne ku vê bike. Lewma şer wê ji bo wan encamekê bi xwe re nîne. Yanî serê wî diêşe, lê hewl dide bi giyotînê vê êşa serî bi dawî bike. Destpêkirina şerê li dijî kurdan, destpêkirina şer wê ji bo Erdogan bibe xwekuştine. Lê belê divê dînamîkên muxalîf bi taybetî li hemberî provokasyonan baldar bin, tedbîran werbigirin.”