Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerê li dijî xeta îxanetê tu carî şerê navxweyî nîne

Rindêxan |

Dewleta tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve di serî de PDK bi destekdayîna hêzên navneteweyî û herêmî êrîşên Qadên Parastinê yên Medyayê dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi taktîk û stratejiyên xwe yên serdema nû bersivê didin hemû êrîşên dagirkeriyê û xeta îxanetê.

Niha Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ne tenê li hemberî dewleta tirk her wiha li dijî hemû hêzên hegemonîk li ber xwe dide.

Lê belê divê baş bê zanîn ev êrîş ger hevkariya PDK’ê nebûya dê tu carî hêzên dagirker nikaribûna cesareta êrîşeke bi vî rengî bi dest bixista.

Bi salan e ji bo yekitiyê xebat tên kirin

Bi salan e hemû beşên kurd ji bo yekitiya neteweyî pêk bê çi ji destê wan tê dikin lê li pêş vê yekitiyê jî yekane asteng PDK bi xwe ye. PDK û malbata Barzanî ku tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin û ji bo vê, hemû destkeftiyên kurdan ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye bidestxistin, pêşkêşî dewleta tirk a dagirker dike. Tevî hemû bangên gelê kurd, Tevgera Azadiyê, partiyên siyasî, hunermend, rewşenbîr û hwd. PDK’ê dev jî xeta xwe ya îxanetê berneda û her çû hîn kûrtir kir.

A rast îxaneta PDK’ê ji roja ku bûye desthilatdar heta niha her tim hebû. Hemû kurd dizanin ku PDK bi kîjan şertê, bi piştgiriya kîjan hêzan hat Başûr û li ser nirxên gel bû desthilatdar. PDK bi şertê ku dê li dijî hemû hêzên kurd ên ji bo azadiya kurd û Kurdistanê dixebitin, şer bike hat ser desthilatdariyê. Tabî rojên destpêkê ev niyeta xwe ya rast aşkera nekir, bi demê re armanca xwe ya rast aşkera kir.

Ji wê rojê heta roja me ya îro PDK li gorî erka ku hêzên hegemonîk dane wê tevdigere. PDK’ê di hemû êrîşên li ser Tevgera Azadiyê de cih girt û pêşengtiya van êrîşan dikir û hê jî dike. Êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê heta rojavayê Kurdistanê û Şengalê hemû bi pêşengtî  û hevkariya rayederên PDK’ê pêk hatin.

Propagandaya reş

Dewleta tirk a dagirker beriya ku êrîşê cihekî Kurdistanê bike destpêkê zemîna vê yeke bi rêya çapemeniyê amade dike. Erka amadekirina zemîna dagirkeriyê jî ji aliyê PDK û çapemeniya girêdayî wê pêk tê. Çapemeniya PDK’ê bi propagandaya reş hedef nîşan dide û dewleta tirk jî bi hinceta parastina xwe êrîşê cihê hedef hatiye nîşandan dike. Mînakên herî şênber jî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye. Di êrîşên dagirkeriyê de PDK’ê bi rêya çapemeniya xwe dewleta tirk rewa dikir lê kurdên ku li ser axa xwe hatin koçberkirin û yên parastina axa xwe dikirin jî wek ‘terorîst û dagirker’ nîşan dida û hê jî dide. Mînaka herî dawî jî çend roj berê qewimî. Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyeyê û endamê rêveber ê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Ebdulhekîm Beşar tevî hemû delîl û raporan jî îdia kir ku li Efrînê tu sûcên şer pêk nehatine.

Tiştê ku divê bê kirin

Lê divê êdî her aliyê kurd ên welatparêz ên ku ji xwe re dibêje ez ji bo azadiya kurd û Kurdistanê têdikoşim, vê baş bizanibin; PDK’ê rêya xwe bi zelalî diyar kiriye, ew jî xeta îxanetê ye. Ji bo vê xetê hîn kûrtir bike û şerekê bide destpêkirin çi ji destên wê tê dike. Erka ku dikeve ser milê me û tişta ku divê tu carî neyê jibîrkirin, şerê li dijî xeta îxanetê tu carî şerê navxweyî nîne, ev tişt baş bê zanîn. Hê jî gelek aliyên kurd ji ber şerê li dijî îxanetê wek şerê navxweyî pênase dikin, tişta ku divê bê kirin baş pêk nayê. Teşhîrkirina îxaneta PDK û malbatan Barzaniyan baş nayê kirin, sedema vê yekê jî tevlihevkirina şerê îxanet û navxweyî ye. Jixwe sedî 80 kurd qebûl dikin ku PDK îxanetê li doza kurd û Kurdistanê dike. Madem gelemperî kurd vê sekna PDK’ê wek îxanetê qebûl dikin divê wê demê li gorî penaseya xwe tevbigerin û li dijî îxanetê çi pêwîst dike wê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar