Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Şerê li hemberî gerîla xiyaneta herî mezin e

Cizîrê diyar kirin ku PDK xizmeta êrîşên dagirkeriyê dike û dibe şirîkê lîstika qirkirina kurdan û wiha got: “Gerîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gerîla erka herî li pêş a hemû kurdan e. Şerkirina li hember gerîla, îxaneta herî mezin e li dijî gelê me.

Serok û rûspiyên eşîrên kurd ên li herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê tekildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê li hola Serdemê ya Hesekê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyaniya serok û rûspiyên eşîrên Kurd bi vî rengî ye:

“Em serok û rûspiyên eşîrên kurd ên Herêma Cizîrê a rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê a dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dişopînin. Li başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta tirk di nav hewldanan de ye ku kurdan bi kurdan re bide şerkirin. Mixabin PDK xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dike û dibe şirîkê lîstika qirkirina kurdan bi destê kurdan. Her şerê navxweyî di navbera kurdan de, tenê di xizmetê dijminên me re dike. Dibe sedema perçebûna yekrêziya me û lawazkirina bergiriya me li hember pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me.

Tê zanîn ku ji sala 2011 heya niha li Sûriye û rojavayê Kurdistanê şerek diqewime. Ji ber vî şerî hejmarek kurdên Rojava koçî başûrê Kurdistanê kirin. Dîsa hinek ciwanên me yên Rojavayî jî, di bin venêrîna PDK’ê de, bi navê Pêşmergeyên Roj li başûrê Kurdistanê hatin komkirin. Hinek alî û dezgeyên siyasî jî, di bin navê ENKS’ê de ciwanên me xapandin û berê wan dan nav ev komên Pêşmergeyên Roj. Cihê dilgiraniyê ye ku ji roja ewil de Pêşmergeyên Roj ne di xizmeta gelê me de, di xizmeta dijminê gelê me de bûn. Mixabin ev rewş îro jî berdewam e.

Li gor zanyariyên heyî, PDK ciwanên kurd ên rojavayî yên di nav koma Pêşmergeyên Roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, û li hember gerîlayan wan dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîdî ye û ji bo me cihê şermê ye. Gerîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gerîla erka herî li pêş a hemû kurdan e. Şerkirina li hember gerîla, îxaneta herî mezin e li dijî gelê me.
Em bang li ciwanên xwe yên ku li başûrê Kurdistanê, di nav Pêşmergeyên Roj de ne dikin û dibêjin; Jibîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze kurdan bi destê kurdan qetil bike. Dixwaze şerê birakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav îxanetek dîrokî de ye. Divê kes nebe perçeyek ji van lîstokan. Em zarokên gelê bi rûmet in. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin.

Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin. Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û wekhevî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar