Di dîrokê de li gel hemû xwedayan, xwedawend jî hene. Piştre li cihê jor cih nedan jinan. Ji ber ku civaka bi çînayetî pêş ketiye û jin êdî di binî de ne. Xwedawendiya ya ku di binî de ye nabe. Her dem zilam serdest e, qralên xweda zilambûn e. Qralîçeyên xweda nînin, lê belê berê hebûne. Ev yek zelal nîşan dide ku we jinbûna xwe wenda kiriye, yan jî bi we dane wendakirin. Hemû cewherê şerê min, bingehê hemû lêgerînên min derxistina rastê ya nasnameya jinê ye. Ev lêgerîneke herî xweşik û pîroz e. Jina ku zilam lê digerin, jina ku bi hêsanî bixapînin û bi zayendîtiya herî çors ve xwe têr bikin û biavêjin e. Ev nêzîkbûneke gelekî xeter e. Felsefeya zilam ev e. Bêguman hûn ê di vir de xwe bihêjînin, bibin xwedî tekoşîneke mezin. Ger hûn tekoşînê nekin, hûn ê di rewşa jinên ku zilamekî wiha, koletiyê û kirêtiyê wiha ji rêzê dike û tûne dike, xwedî dike de bin. Ez jineke wiha di nav PKK’ê de qebûl nakim.
Ev tekoşîneke zehmet e, lê belê tekoşîneke gelekî birûmet û jêneger e. Ez bawer nakim ku israreke we di jiyana ji rêzê de jî hebe. Hêviya we bi çarçoveya ku min diyar kiriye de ye. Lê belê ji ber ku hûn apolîtîkin û yên ku her dem hûn ji vê dûr xistine, hûn nikarin bigihêjin vê û hûn xwe nikarin birazînin hêviyên xwe. Em dixwazin vê yekê derbas bikin.
Hezkirin giştî ye û encamekî armancên me yên siyasî ye. Hezkirina yê ku siyasî nabe, pratîkî nabe û rêxistinî nabe, ezeze. Di wateya siyasî de jî heta dawiyê tevlîhev dike, cihê dike û dixe. Kesayet bi axaftinê na, ger bi rastî jî bi aliyê xwe yê siyasî, rêxistinî û çalakgeriyê ve bi biryar be û xwe peyitandibe, wê demê wateyeke hezkirina di wî de bi pêş bikeve çêdibe. Yê ku ji vê direve di hemû nêzîkbûnên wî yên di bin navê hezkirinê de sextetî heye û bi armanca xistinê ye. Ez bawerim ku di vê mijarê de tu kes ji we xwe naxapîne. Şerê azadiyê ji bo vê pêwîst e.
Ez hîn heft salî bûm, min ev yek mehkûm kir. Divê siyasîbûna me ya mezin li ser bingehê şer derbikeve holê. Ger hûn wisa ji zilaman bawer dikin, an jî we xwe weke jineke wisa tevdigerin, ma gelo ez çi bikim? Lê belê ji bîr nekin ku rastiya Rêbertiyê navê şerê yê bi vê re ye. Hûn vê nû ferq dikin, wê demê we hetanî îro xwe xapandiye. Helwesta rast li şûna ku xwe ji tekoşînê dûr bixe, bûyîna xwedî helwesteke ku dikare wate bide nirxên mezin a azadiyê û dikare biryara xwe bide, bi biryar û dikare li her cihî hev temam bike, yan jî dikare li her cihî pîvanên xwe deyne holê. Ev yek zelal bûye û asteke ku êdî divê hûn hemû bi dest bixin e. Vê yekê ji cewher dûr nexin û nekişînin çep û rastê. Ji ber ku tu sûda vê nîne. Yê ku vê weke din dike, li gor pîvanên me yên şer û milîtanên azad, dê binbikeve. Girîn û gazind nayê qebûlkirin. Ez yê ku ne li gor pîvanên min e, nêzîkî xwe jî nakim. Pêdiviya we bi xwedîhêzbûnê heye. Ji xwe bawer bin û bi hêz bin.
Ez li şûna ku bibim ji zayendeke zilam, ez li hemberî wî zayendî şerê ku diviya jin bide ez didim. Weke ku di nava gelê kurd de tê jiyîn, ev zayenda ku şerê xwe qebûl nake, ez şerê wê didim. Şerê jiyan ku pêwîstiyên şerê zayenda xwe bi cih neaniye jî, niha ketiye ser milên min.
Rêbertî hêzeke ku were biçûkdîtin nîne. Ew ji bo we şansekî mezin e. Rêbertî tê wateya mirovê ku ewqas zilamê şaş, har û bêpîvan nas nake, disekinîne ye. Tê wateya ew kesê ku rê dide vîna jinê, tê wateya derîvekirina ji dinya azadiyê re ye. Hûn nizanin van jî teqdîr bikin. Ev jî me bi hêrs dike, gavavêtina we ya ji deriyê azadiyê û wateya bûyîna we ya xwediyê van gavên ku xwedî hêzin, tê wateya qezenckirina mezin ya bi xwe.
Ji bîr nekin ku ez şervanekî mezin yê tolhildanê me. Ango ez ji kesên ku dizane çi bike me. Divê hûn helwestên xwe hetanî dawiyê lêbikolin.
Gelo bedewî binirxe yan jî zayendîtiya çors? Divê beriya hertiştî bedew be. Li şûna xwe bispêre qaşo zilamtiya xwe ya çors, divê xwe bispêre bedewiya xwe ya mezin û ji bo jiyanê hêzê ava bike. Ez xwe wisa îlan nakim, lê belê hewildana min di vî alî de ye. Nedîtina vê kêmasiyeke mezin e. Her diçe xwesteka mirovan a hindekî hezkirina min, ji ber vê azadiyê ye.
Tirs li pêşiya hezkirinê asteng e. Di rastiyê de tu jin ji min natirsin. Ev tê wateya ku ji bo hezkirinê destpêkek hatiye kirin. Lê ev bi serê xwe têr nake. Girêdaniyeke bedewiyê jî bi serkeftinê ve ya ku qut nabe heye. Jixwe xweşikbûn bi xwe azadî ye. Ev jî bi şer ve tê bidestxistin. Şer jî sekinandin û pratîkeke balkêş ya bîrdozî, siyasî, polîtîk û rêxistinî dixwaze. Heta di rastiya kurd de ji ber ku bêhevsengiyeke mezin ya hêzê heye, şervantiyeke balkêş û bin nakeve dixwaze. Di me de diyalektîka bedewiyê wiha ye, ji ber wê jî riya ku diçe hezkirinê bi vî rengîbûyînê ve derbas dibe. Min ev yek hindekî ceriband û dît ku asta pêşketinê ne xirab e. Divê pêwendiya her kesekî li ser vî bingehî bilind bibe.
Dema ku ez dibêjim em ji zilamtiyê bigerin, ez nabêjim em dest ji mêrxasiyê berdin.Berovajiyê ez dibêjim em mêrxasiya mezin derbixine holê.Zilamê ku di wateya çors de wenda dike, ji aliyekî din ve dê bi rengê jina ku qezenc dike ve bilind bibe. Dema ku van hev temamkirin, wê demê dê hêzeke balkêş ya artêş û şer derbikeve holê. Dema ku we ev hevsengiya min lêkolîn kir û we xwest hewldanên min bi hemû aliyan ve fêm bikin, hûn ê bibînin ku dinya min ya jiyanê azadtir û wêrektir e û ji ber vê ez bi ser dixim. Di vê wateyê de dibe ku mînaka min hindek tiştan bide gelê Kurdistanê jî û heta gelek mirovan jî. Pêwendî dîtina şêweyê min yê Rêbertiyê, çavkaniya xwe ji vê taybetmendiya afirandin û serkeftinê ya li ser bingehê xwebûyînê digre. Şêwazê Rêbertiyê rastiya ku cewherê wî jî gotinên wî jî, şerê wî jî, ji ber wihabûnê ye.
Hewildanên me yên pêşxistina jinê yek ji şerê me yê mezin e. Her diçe nêzîkbûna ku têr dike û li ser bingehê rast tê bihêzkirin. Vê hê ji niha ve rê li ber hêviyên ku bilind dibe vekiriye. Her roja ku derbas dibe hêvî ber bi pêkhatinê ve diçin. Ya ku min peroş (heyecan) dike jî ev e. Bilindbûna jinê bi qasî bilindbûna gelê kurd –ku ew jî ji wê re di nava hev de ye- xwedî nirx e. Misoger ji vê xwe bi şûn de kişandin nabe, berovajî encax mirov pê kêfxweş dibe. Divê hemû zilam jî heyranê vê tiştê bin. Lê belê divê zilam bizanibe ku ev yek hêsan nîne. Dema ku piştgiriya wî nebe, ji heyraniyeke wiha re jî mafê wî nabe. Jiyan parvekirin li aliyekî nikare destên xwe bide wê û ji bo ku bibe xwedî piştgiriyekê, pêdîviya xwe bi hewildanên xwe yên cewherîkirinê heye.
Ez di wê baweriyê de me ku wisa weke tê gotin, an jî weke didin qebûlkirin, jin layiqê xistinê nîne. Min her dem ji vê guman kirin û bertek nîşan da. Dilê min tu deman bi vê razî nebû. Min tu caran nexwest ez jinê wiha bi dest bigirim. Em niha vê bi qasî zanistî ye, weke bûyereke vînê ya cewherî heta em vê bi şêwazeke hûnermendekê ku teşekirinê ve, heta rastiyekê ve dibin. Ev jî tiştekî xweşik e. Divê em li ser vê bingehê mêjiyê xwe biwestînin. Lêgerînên têkîliyê xwe divê em bi vê yekê ve girê bidin. Ev di heman demê de bersivdayîna lêgerîneke evînê ye û ketina riya wê ye. Evîna ku giştî bûye, evîna gelê kurd ya ku nû dest pê dike û şoreşa xwe ve hêviyê dide ye.
Bila tu kes di ezezitiya xwe de vê xirab neke. Bi taybetî divê jin di vê mijarê de xwedî rêgez bin. Bi taybetî bi girêdayîmayîna wasiyeta Zîlanê ve dema ku pêwîst kir, vê her roj bînin pêş çavên xwe û meşeke saxlem esas bigrin. Li gor min tenê nêzîkbûneke were qebûlkirin, bi qasî ku rast e, ya bi me şer bide qezenckirin û tenê helwesta ku jiyana xweşik ku wê dixwest bi ser bixe dê bîne ye. Em nirxeke bilind didin vê. Divê hemû hewildanên we li ser vê bingehê bin. Kî li ser vê bingehê bimeşe û bi ser bixe, tê wê wateyê ku wê ya herî rast kiriye. Heyecan û coşa vê ji nêzîkbûna herî çors heta ji têkîliyên zayendî binirxtir in. Ez coşa ku li ser vê bingehê dibînim heyecan û ger çêbibe hevnaskirina zayendan ya li ser vî bingehî û parvekirina bi hev re ya jiyanê, ez nirxdar û pîroz dibînim.
Divê hemû qadên tekoşînê gihiştîbûneke bi vî alî ve, bi nêzîkbûnên xwe yên bi biryar ve, xwe gelekî bihêz bikin. Divê em him bi vê bawer bikin, him jî em ji bo pêwîstiyên vê xwe razînin. Ev dê şer ji her demê zêdetir bi pêş bixe, ji ber wê jî jiyana azadiyê ya ku em hêvî dikin dê bibe bersiveke ji nejiyîna me re. Nêzîkbûna me, coşa me, hezkirina me û ger hebe evîna me divê li ser vê bingehê be.