Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Şerê navxweyî xiyanet û heram e’

Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp destnîşan kir ku tu hincet ji bo şerekî navxweyî nîne û diyar kir ku yên dixwazin vî şerî bikin, xiyanetê li kurdan dikin

Ji Fermandariya Pêşmergeyan a YNK’ê Wahap Sertîp têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û sekna PDK’ê ku dibe sedema derketina şereke navxweyî axivî.

Sertîp diyar kir ku êrîşên dijmin û şerê navxweyî kurd di vî halî de hiştine û wiha got: “Baban, Erdelan, Botan, Behdînan û gelek mîrîtiyên kurd bi şerê navxweyî hilweşiyan. Bi taybetî li Babanê bi şerê çend birayan hilweşiya. Di salên 1960’î de hîn em zarok bûn, di şerê navxweyî yê bi navê Celalî-Melayî de bi sedan zarokên kurd şehîd bûn. Li parçeyên din jî di şerê navxweyî de heman rewş hebû.”

Fermandar Sertîp da zanîn ku ev rewş bû sedem ku kurd lawaz bimînin û ev tişt anî ziman: “Çawa ku em dixwazin li dijî dijmin bibin xwedî hêz, dijmin jî hewl dide me bêhêz bike. Armanca dijminên kurdan bi taybetî jî armanca Tirkiyeyê ew e ku kurdan lawaz û parçe bike.”

Dewleta tirk beriya PKK’ê jî wiha bû

Di axaftina xwe de Sertîp destnîşan kir ku armanca dewleta tirk ne tenê tunekirina PKK’ê ye û wiha domadn: “Dema ku dijminatî li tevgerên kurd dikir, dema ku dixwest mîrîtiyên kurd tune bike, hingî PKK tune bû. Bi hinceta PKK’ê dixwaze destkeftiyên kurdan hemûyan tasfiye bike.”

Fermandarê Pêşmergeyan Sertîp anî ziman ku plan û bernameya Erdogan û dewleta tirk a dijî kurdan aşkera ye, ev yek jî înkarkirina kurdan e û wiha got: “Erdogan û MHP bi rengekî aşkera dijminatiyê li kurdan dikin. Ji bo mirov vê yekê nebîne divê mirov kor be.”

Mehkûmiyeta li peymana 50 salî

Sertîp diyar kir ku PDK bi Tirkiye û Erodgan re tifaqeke gelekî nebaş çêkiriye ku pê ve hatiye girêdan û wiha pêde çû: “Peymana 50 salî mînaka şênber a vê yekê ye. Pirsgirêkên ji ber vê peymanê rû didin ne ji ber PKK’ê ye, ji ber dewleta tirk e. Xwe bi vê daye bawerkirin. Ya şaş ev e. Çavkaniya pirsgirêkan Tirkiye û Erdogan e, PKK nîne. PKK dijminê PDK’ê nîne, PKK dostê PDK’ê ye. Li şûna ku dijminatî li PKK’ê bê kirin, divê piştgirî pê re bê kirin. Gelo li kurdîtiyê tê ku bi dijmin re rûnê û li dijî PKK’ê tifaqê bike, şer bike? Ev şer heram e û me tune dike. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe em ê li ber rabin û li dij bixebitin. Me ji ber vê yekê gelekî kişand.”

PKK li wir e ji ber ku ew der Kurdistan e

Fermandarê Pêşmergeyan destnîşan kir ku li gorî wê, wesayita PDK’ê ya li Metînayê ji jor ve ji aliyê dewleta tirk ve hatiye rûxandin û ji bo kesên ku pirsa ‘PKK çima li vir e?’ dikin jî ev bersiv da: “Baş e bila PKK bi ku ve biçe? Ma ne tevgereke kurd e? Ma ew der ne Kurdistan e? Em çima çûn Îranê û Rojhilat? Hîn jî li ser sînorê Rojhilat li cihê ku em lê bûn malên me hene. Em hêzeke şoreşger bûn. Li dijî Saddam û Baasê me şer dikir. Bi çekên giran û artêşê bi ser me ve dihat. Me xwe li wir vedikişand. PKK jî hêzeke şoreşger e û li dijî dewleta tirk têdikoşe.”

Şerê navxweyî heram e

Her wiha Fermandarê Pêşmergeyan Sertîp bang li YNK, Goran, partiyên îslamî, partiyên komunîst-sosyalîst, rêxistin, kesayet û gel kir ku li dijî şer eniyekê ava bikin, karekî bikin ku şerê nava kurdan heram bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gel vî şerî qebûl nake. Şerekî ku gel qebûl nake bi destê gel dikare bê rawestandin. Divê partiyên din jî bi gel re tevbigerin û vî şerî rawestînin. Divê şerê navbera kurdan bê heramkirin.” SILÊMANΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar