Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şerê olîgark û hegemonyayê

Dr. Îsmet Konak diyar kir ku şerê niha yê Rûsya û Ukraynayê şerê hegemonyayê ya di navbera NATO û Rûsyayê de ye

Pisporê Rûsyayê û akademîsyen Dr. Îsmet Konak şerê derbarê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ji ANF’ê re axivî. Konak bal kişand ser metirsiyên şer û bandora vî şerî ya li herêmê.  Konak diyar kir ku vê êrîş û dagirkeriya Rûsyayê ne bi tenê reaksiyona li hemberî NATO’yê ye.

Konar di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di rojeva veşartî ya Rûsyayê de her dem operasyona li ser Ukraynayê hebû. Li Rûsyayê piştî sala 1991’an olîgarşiyeke nû derketibû holê. Wê çîna biçûk a milyarder ku hemû hebûna bi qîmet a gelên Sovyetê desteser kirine. Em dikarin bibêjin ku Pûtîn olîgarkên xwe ava kiriye. Ji ber pêdiviya bazarê ya van olîgarkan êrîşa li ser Ukraynayê pêk hat. Ukraynayê wekî bazareke hêsan dibînin. Ji ber vê jî ev êrişeke olîgarşîk e. Ukrayna jî di navbera olîgarkan de hatiye parçekirin. Ji ber vê ev şer wekî şerekî di navbera olîgarkan de dikare were pênasekirin. Olîgarkên rûs jî karakterekî emperyalîst wergirtin. Pûtîn dema ku biryara operasyonê da, li Kremlînê bi 36 olîgarkan re civiya. Di polîtîkaya wan a Sûriye û Lîbyayê de jî metodeke wisa hebû. Zelenskî jî di sala 2019’an de bû serokkomarê Ukraynayê û piştî sala 2019’an têkilî bi NATO û DYA’yê re danî, vî tiştî jî karê Pûtîn hêsantir kir. Pûtîn dema operasyon da destpêkirin argumana “Em ê Donetsk û Lûganskê demîlîtarîze bikin. Em ê van deran ji Naziyan paqij bikin” bi kar anî. Rûsya vê tişta hikumeta Zelenksî ji xwe re kir hincet û operasyon da destpêkirin û derket derveyî van herêman û êdî mirov dikare qala dagirkeriyê bike.”

Konak diyarkir ku çîna kapîtalîst dixwaze mezin bibe û wiha got: “Ev li welatên Ewropayê jî wisa ye. Li Rûsyayê jî wisa ye. Divê şeran bikin. Divê sînoran derbas bikin û qadên bazarê ava bikin da ku kara xwe jî zêde bikin. Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê şerê di navbera olîgarkan de ne lê bi nêrîneke giştî şerê hegemonyayê ya di navbera Rûsya û Bloka rojava de ye.  Di encamê de mirov dikare bibêje dînamîka sereke ya welatên NATO’yê bûrjûwaya mezin e, şîrketên wan ên navneteweyî ne. Ev şîrket xwedî karakerekî wisa ne ku dixwazin li her derê belav bibin. Qonaxa jorîn a kapîtalîzmê dixwaze derbasî emperyalîzmê bibe.”

Konak diyar kir ku zext û şidandinên li ser rêveberiya Pûtîn, gelekî cîddî ne û ev tişt anî ziman: “Li ser Bankaya Navendî ya Rûsyayê û Fona Hebûna Neteweyî ya Rûsyayê şidandinên mezin hene. Di heman deme de di warê SWIFT’ê de jî îzolasyonek heye. Sermayeya rojava Rûsyayê bi giştî ji pergala SWIFT’ê dernaxe. DYA dixwaze ji bo dema dirêj û dema navîn aboriya Rûsyayê hilweşîne. Heke Rûsya ji pergala SWIFT’ê were derxistin wê welatên li hemberî Rûsyayê jî xisarê bibînin. Rûsya qadeke wisa ye ku şîrketên welatên NATO’yê lê hene. Di sala 2021’an de 50 şîrketên biyanî li Rûsyayê 7 trîlyon Rûble qezenc kirine. Şîrketa DYA’yê ya bi navê Phîlip Morrîs a titûnê di sala 2021’an de 400 milyar Rûble qezenc bi dest xistiye. Şîrketa Samsûng û Renaûltê jî li Rûsyayê qezencên baş kirine. Sermelese li Moskovayê fabrîkayeke Mercedestê heye. Wolkswagen li Rûsyayê salê 200 hezar wesayîtan difiroşe. Ji ber van daneyan em dikarin bibêjin ku welatên Ewropayê naxwazin şidandina li ser Rûsyayê pêk were. Heke şidandinê pêk bînin wê jî piştî demekê sist bikin. Rûsya jî li hemberî şidandinan amade ye. Di sala 2014’an de rezerva zêr û dovîzan a Rûsyayê 250 milyar dolar bû di sala 2022’an de ev bû 630 milyar dolar.  Li hemberî operasyonê amadekarî hatiye kirin.”

Konak qala polîtîkaya Tirkiyeyê ya di vî şerî de jî kir û wiha got: “Tirkiye li gorî têkiliyên xwe yên leşkerî, siyasî û ekonomîk tevdigere. Tirkiyeyê piştî sala 2019’an gelek drone firot Ukraynayê. Ji aliyê din ve jî Tirkiyeyê gelek têkilî bi Rûsyayê re jî daniye. Qedera Erdogan a sala 2023’an wê ji aliyê Moskovayê were diyarkirin. Tirkiye gavên xwe bi tevdîr diavêje. Tê zanîn ku NATO û bloka rojava êdî baweriyê bi rejîma Erdogan naynin. Ji bo Tirkiyeyê tekane hêza rizgarker Pûtîn e. Dibe ku hikumeta Enqereyê hilbijartinê bike. Li Tirkiyeyê di rojên dawîn de petrol û dovîz gelekî zêde bûne. Jixwe aboriya Tirkiyeyê di depresyonê de ye. Heke şerê Rûsya û Ukraynayê bidome, wê petrol jî biha bibe. Dibe ku tûrîstên ji Ukrayna û Rûsyayê jî bernameya xwe ya meha havînê betal bikin.”

Konak bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye û Rûsya yên li ser Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tirkiye her çiqasî endamê NATO’yê be jî hebûna wê ya li Sûriyeyê girêdayî destûra Rûsyayê ye. Di îlona 2021’an de li Soçiyê civiyabûn. Wê demê krîza Îdlîbê hebû. Bi bazariyan krîza Îdlîbê veşartin. Rêveberiya Erdogan di şerê Ukraynayê de NATO’yê tercîh bike û di meseleya Tengavan de helwesta xwe bi ya NATO’yê re bike yek dibe ku hevsengên li Sûriyeyê biguhere û li Sûriyeyê hêza wê bişikê. Rûsya jî wê bala xwe bide ku şer li du eniyan pêk neyê. Him li Sûriye û him jî li Ukraynayê şerê li dijî NATO’yê dibe ku Rûsyayê bitengijîne. Ji ber vê jî Rûsya li Sûriyeyê wê bi tevdîr tevbigere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar