Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Şerê Rêber Apo û gerîla serkeftinê misoger dikin

Şerê Rêber Apo li Îmraliyê hêzeke serkeftî derxistiye holê û ji bo gelê kurd jî artêşeke ku serkeftinê misoger dike afirandiye. Ne tenê ji bo gelê kurd ji her gelekî ku êşa bindestiya dagirkeriyê dikşîne, roja îro gerîlayên azadiya Kurdistanê bi şerê xwe yê serdemê dibin hêviyeke mezin a serkeftinê.

Di serdema zanistî û teknolojiyê de dewlet bi teknîka xwe tevlî qada şer dibin. Lê belê yekane hêza ku di bin êrişên bi çekên kîmyewî û nukleerî de teknîka xwe diafirîne hêza gerîla ye. Lewma duyemîn artêşa mezin a NATO’yê li pêşberî afirîneriya taktîkî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye. Ev afirînerî di heman demê de ji bo tevahiya cîhanê bûye meraqek. Di nava çar salên dawî de êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin. Teknîkek nema ku bi kar neanîn. Dijmin dawiya dawî hêviya xwe bi çekên kîmyewî û nukleerî spart. Êrişên mezin ên ku têra tinekirina dewletekê dikin di nava 4 salên dawî de li çiyayên Kurdistanê têne têkbirin. Bêguman bersiva li vî şerî ne tenê berxwedan e. Hêzên gerîla bi çalakiyên xwe bersiva xurt û pêwîst didin dijmin. Lê belê ya herî balkêş jî gava gerîla ya taktîkî ye.

Dewleta tirk a dagirker her roj bi sedan carî êriş dike. Dema ku bîlançoya rojeke bi tenê ya van êrîşan bê aşkerekirin wê neserketina dewletê aşkere bibe. Mînak, di 3’ê Hezîranê de 10 caran bi balafirên şer, 281 caran bi çekên giran û navîn, 8 caran bi gazên kîmyewî, 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneya bombebarkirî êriş kirin. Li gel ewqas êrişan jî tiştek bi hêzên gerîla nehat. Hêzên gerîla bi çekên navîn çalakî kirin, di encamê de 4 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker birîndar bûn. Serkatina gerîla bi kamerayan hate kişandin. Bi çekên giran jî gelek çalakî kirin. Ev çalakî tabloya ku dagirker ketinê nîşan dide.

Bêguman ev gavên taktîkî û berxwedana gerîla, çavkaniya xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev 25 sal û 4 meh in li Îmraliyê şerê man û nemanê tê meşandin. Gerîla jî ji vî şerî hêza xwe digire û dike perspektîfên şerê xwe. Lewma îrade û berxwedana ku ev çar sal in li çiyayên Kurdistanê tê meşandin, sînorê mejiyan derbas kiriye. Rojane li hember çekên kîmyewî û taktîk nukleeran berxwedan û çalakî tê kirin ku mînakeke wê nehatiye dîtin. Lê dilsoziya bi Rêber Apo re û meşandina li ser xeta şehîdan ev ruh afirandiye. Şerê Rêber Apo li Îmraliyê hêzeke serkeftî derxistiye holê û ji bo gelê kurd jî artêşeke ku serketinê misoger dike afirandiye. Ne tenê ji bo gelê kurd ji her gelekî ku êşa bindestiya dagirkeriyê dikşîne, roja îro gerîlayên azadiya Kurdistanê bi şerê xwe yê serdemê dibin hêviyeke mezin a serketinê. Ew bi têkoşeriya xwe, bi pêşveçûnên xwe, bi felckirina ku di dagirkeriyê de ava dikin vê hêviyê radixin ber çavan. Bi zelalî mirov dikare bêje gerîlayên azadiya Kurdistanê bûne nefeseke ku hêviya jiyana azad dide her gelekî bindest. Her wiha bi  afrînerî, pêşxistina rêbaz, taktîk, bi hêza xwe ya guhertin û veguhertinê her diçe vê nefesa xwe berfirehtir û bi bandortir dike.

Çavnkanî: Gulçiya Baran – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar