Hêlîn Akreyî
Werger Ji Norweçî : Dilêr Akreyî
Ev gotar di Radîkal Portala Norweçî de hatiye weşandin
Tirkiye û serokê wê Erdogan li dijî jinan li hundir û derveyî welat di nav şer de ye. Ev jî dozeke ku têkiliya wê bi tevahiya femînîstên cîhanê re heye. Erdogan dibêje: “Bi awayekî nabe em jin û mêran wekhev bibînin.”
Ev ne cara pêşîn e ku em nêrîneke şovenistî ya nêrane ji serokê Tirkiyeyê yan pêgiriya (îsrara) wî li ser nêzîkbûnên xwe yên dijberî jinan dibîhîzin.
Di sala 2014’an de jinên femînîst bi wê yekê sûcdar kiribûn ku naxwazin bibin dayik. Du sal pişt re jî gotibû ku ew jinên kar hildibijêrin û dayikbûnê naxwazin, ne jin in. Ji bilî vê jî jin teşwîq kiribûn ku rêyên li dijî zarokbûnê bi kar neynin û bi kêmanî her jinek 3 zarokan bîne, heya asta zêdebûna nifûsa Tirkiyeyê misoger bike.
Daxuyaniyên Erdogan ên li hemberî jinan tişteke tesadûf û ji rêzê nîne, ji ber ku rûyê xîtaba wî ya dij-femînîstan a ber bi malbatan ve, bandoreke bihêz li ser pêkanîna siyaset û zagonsaziya welat dike.
Kuştina Pinar Gultekîn a 27 salî ji aliyê hevjînê wê yê berê ve ku sedem tenê dilpîsî bû, fêmînîstên Tirkiyeyê gelek bi hêrs kiribûn, loma dest bi kampanyayeke astengkirina kuştina jinan hat kirin. Ev kampanya li ser hemû torên civakî belav bû û wêneyên reş û spî yên wan jinan hatin weşandin ku ketibûn ber pêla jin-kuştinê li Tirkiyeyê. Armanca vê kampanyayê berfireh jî ew bû ku balê bikişîne ser pirsgirêka tundiya zayendî (cinsî) ya li vî welatî.
Tişta ku Tirkiyeyê ji gelek welatên din cuda dike ew e ku tu qanûnek an jî rêzikek nîne ku pêşî li tundiya ser jinan bigire. Loma jin bêyî ku statûya wan a civakî û aborî li ber çavan bê girtin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Dema ev cureyên qanûnan jî tên pêkanîn, jin bêçare dimînin û nikarin xwe li hemberî tundiya mêran biparêzin. Tewra baviksalariya hikûmetê li pêşiya bicihanîn û qanûnsaziyê astengiya herî mezin e.
Piştî hejmarek nerazîbûnên li hundir û derveyî Tirkiyeyê li hemberî kuştina Pinar Gultekîn, vê carê Erdogan twîtek weşand û got: “Tu gumaneke min di vî warî de nîne ku kujerê Pinarê dê bi tundî bê cezakirin, cezayek ku hêjayî wî be. Ez bi xwe jî vê dozê bişopînim û komara Tirkiyeyê çi pêwîst be ji bo bidawîanîna tundiya li jinan wê bike û ez ê bixwe jî nehêlim careke din tişteke wiha dubare bibe.”
Beşeke mezin ji femînîstên Tirkiyeyê bawerî bi gotina Erdogan neanîn ku di vî alî de mafdar in, nexasim ku sala derbasbûyî xwestibû hinek qanûnan biguherîne û bi vê re jî mafên jinan diketin talûkeyê.
“Tirkiye di sala 2011’an de peymannameya Meclisa Ewropayê îmze kir ku taybet li ser pêşîgirtin û têkoşîna li hemberî tundiya ser jinan e, di asta fermî û şexsî de disekine ku bi Peymannameya Stanbolê tê naskirin.”
Li gorî vê peymannameyê hemû cureyên tundiya zayendî û kiryarên xirab li hemberî jinê di malê de weke sûc dibîne û wekheviyê jî bi pêş dixe. Yên peymannameyê jî îmze kirine berpirsyar in ku tedbîrên pêwîst li hemberî tundiya li ser jinan bigirin lê hikûmeta Tirkiyeyê pir hindik li ser pêkanîna rêzikan kar kiriye.
Hêzên olî yên Tirkiyeyê vê peymannameyê weke gefek li ser kevneşopiya welat dibînin, her wiha bi dîtina her du aliyên olî û neteweperestî jî peymanname nirxên tirkan lawaz dike û di gel nêrîna wan a muhafezekar derheqê malbat û rola jinê de di civakê de dijberî hev in. Loma niha Tirkiye gefan dixwe ku xwe ji vê peymannameyê vekişîne ku qet bawerî pê nebûye.
Ne tenê ev, hikûmeta Tirkiyeyê di 16’ê qanûna 2020’an de li ser pêşniyarqanûna ‘zewaca bi kesê tecawizkar re’ nîqaş kiriye. Bi vî rengî jî pêşnûmeqanûn dê efûyê ji bo mêrên tecawizkar tezmîn dike ku destdirêjiya cinsî li hevjînên xwe ku mexdûr in kirine û temenê wan jî ne girîng e. Eger ev pêşnûmeqanûn were erêkirin, êdî tiştek bi navê destavêtina cinsî di çarçoveya zewacê de namîne û mafên jinan dikeve bin talûkeke cidî.
Her tim nêrîna Tirkiyeyê li hemberî jinan û bi taybetî di van salên dawî de pir hatiye rexnekirin. Dewletek ku endama NATO’yê ye û pir dixwaze bibe beşek ji Parlamantoya Yekitiya Ewropayê, şerek li hemberî jinan îlan kiriye, ne tenê di çarçoveya welat de, li derveyî welat jî dest pê kiriye.
Li gorî rapora Komîsyona Şopandinê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ku li ser Sûriyeyê amade kiriye, qala belgeyan dike ku endamên Artêşa Azad a Sûriyeyê ku dewleta tirk piştevaniya wan dike, sûcên şer li hember jinan di her du bajaran ên Efrîn û Serêkaniyê de pêk anîne ku girtin, îşkence û destavêtin jî di nav de ne.
Li dû êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyayê di salên 2018 û 2019’an de, ne tenê kiryareke destavêtinê bû lê li dijî qanûnên navneteweyiyê jî bû ku di encamê de pêleke tundî û terorê li hemberî jinan û wan saziyên li Sûriyeyê pêk hat ku bi cidî kar ji bo pêvajoya avakirina piştî DAIŞ’ê dikirin.
Tevî vê yekê jî çekdarên Artêşa Azad a Sûriyeyê di dema êrîşan de, dîmenên cesedên şervanên YPJ’ê yên ku pê hatibûn lîstin, bi vîdeoyan kişandibûn û pir sixêf, heqaret û dicûnên kirêt li hemberî jinan ji devên wan derketibûn. Belê tenê şervanên jinên kurd nebûn ku di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de mafên jinan diparastin, belkî jinên weke sekretera giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef jî ku parêzvaneke rişt a mafên jinan bû, piştî kuştina wê, tecawizê cenazeya wê kirin, bi cesedê wê lîstin, bi erdê re kaş kirin û wêneyê wê kişandin û avêtîn ser şahrêya M4.
Demek Efrîn û Serêkaniyê du mînakên geşbûn, ne tenê li ser wê yekê kanî jin çawa hebûna xwe diparastin, li avahiyên nûjen pergala xwe ya demokratîk jî ava dikirin ku piştî şerê herî bixwîn ê sedsala bîst û yekan, heta piştî vî şerî ji bo jinan bibe Sûriyeke model a aram, adil, wekhev û aştîxwaz lê ev îdeolojî bû qurbana meylên firehxwaziya bêsînor a Tirkiyeyê.
Piştî kontrolkirina van herêman a ji aliyê Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê ve, her du raporên taybet li ser revandina qîz û jinan hatin weşandin. Tevî hemû belge û raporan jî tu aliyekî pişta Tirkiyeyê li erdê nexist û jê nepirsî ka çima wisa dike? Em bawer dikin ku êdî dem hatiye ev lêpirsîn bê destpêkirin.
Şerê Tirkiyeyê li hemberî jinan tenê li dijî jinên hundirê welat nîne, şereke li hember hemû femînîstên cîhanê ye. Serokê Tirkiyeyê şerek li hemberî hemû wan jinan ragihandiye ku diwêrin bibêjin ‘Em Azad in’.
Berpirsyariyek jî li hemberî hevpeymanên NATO’yê dikeve ser milên Norwêcê. Em di welatên rojava de mafên jinan bi awayekê bilind dinirxînin û berdewama xebatê ji bo wekheviyê dikin. Gelo dibe ku me hevpeymanekê weke Tirkiyeyê hebe? Dema wê yekê hatiye ku em bi pirsgirêkên derveyî sînorên xwe jî rû bi rû bibin û beşdar bin di parastina jinan de. Her wiha divê li hember vî şerî jî bisekînin ku Tirkiye li dijî jinan îlan kiriye.