Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerê Ukraynayê kî, çima dirêj dikin?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li goreyî piraniya şîrovegerên siyasî, Şerê Ukraynayê; ji bo xurtkirina şerê cîhanê yê 3an hate amade kirin.

Di pêşengtiya DYA de, li dijî Çînê ji bo rawestandina pêşketina wê hate lidarxistin. Bêgûman li pêşiya vê armancê kelemê kevnar, mezin û sereke Rûsya bû.

Lewma ji bo Rûsyayê bixe nava vê senaryoya xwe gelek amadekarî kir. Rûsya, bi zanebûn an bê zanebûn dest bi vî şerê hanê yê malxerab kir.

Êdî nuha ‘diz û xwedanê malê bi hevdu hesyanin’. Her enî ji bo di vî şerê cîhanî de serkeftî be û bibe xwedanê destkeftî û qezencên zêde ketine nava hewldanên berfireh.

Bêgûman kîjan enî-kom-pakt realist û zîreg be, ew bi ser dikeve.

Nuha li goreyî diyar dibe, eniya ku DYA-NATO pêşengtiya wê dike, ketiya nava hewldanên gelek berfireh, sermayak pir mezin û çekên giran ên şer pêşkêşî vî şerê hanê dike.

Ji alîkî ve, dixwaze rêxistin û dezgehên navdewletî yên hene, weke NATO û YA xurtir bike. Ji aliyê din ve, ji bo eniya ku Rûsya û Çîn pêşengtiya wê dike lawaz bixe, hewl dide ku dewlet û hêzên nêzî wan e û yên bêalîne jî bikişîne aliyê xwe.

Heta nuha xebatek mezin da meşandin, da ku Japonya bi tevayî bi xwe ve girêde, lê giringiya herî mezin dide Hindistan û di nava karekî mezin de ye da ku vî welatî bikişîne eniya xwe.

Her wiha giraniyê dide ser herêm û welatên ku desthilatî û bandora wan lê heye, da ku wan deveran, ji bin bandora wê eniyê bikişine, bixe bin bandora xwe. Mînaka herî nêz Sûriye û Iraq e. Li gel van dewletan, divê mirov Yemenê, Lîbyayê, Libnanê û gelek welatên Efrîqa û hwd.jî bijimêre.

Jixwe li piraniya van dewletan şer heye, lê li hinek welatên din ên mîna TAIWANê jî, hewl dide şerekî li dijî ÇÎNê bide despêkirin.

Hilbet eniya Rûsya û ÇÎNê jî, van hewldanên dijberî xwe dibînin û ew jî, him ji bo parastin û xurtkirina xwe û him ji bo plan û projeyên li dijî xwe pûç bikin xebatên pir alî didin birêvebirin.

Li goreyî xuya dibe Rûsya û ÇÎN, di qonaxa pêşî de dixwazin di rêya Îranê re, li dijî eniya dijberî xwe, li welatên weke Yemenê, Libnanê, Sûriyeyê û Iraqê şer gûr û geş bikin.

Enîya DYA-NATO, bi hevalbendiya xurt a  hinek dewletên YA, Inglistanê û Israilê ve, di rû re gelek mezin û bi hêztir xuya dibe, li himber eniya din. Him Serokwezîrê Inglistanê pir bi germî xwe li şer gij dike û radikişîne, him Serleşkerê Inglistanê gelek gefên mezin li Rûsyayê dixwe û dibêje “ez ê arteşek pir mezin ava bikim” û ferman daye arteşa xwe, da ku ji bo şerê cîhanî yê 3an amade be!

Wezîrê Bergirî yê Inglistanê û Wezîrê Derve Israilê jî, wê di 23.6.2022 de li Enqere be. Jixwe Prens Bin Selman jî mêvanê R.Erdogan e!

Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg jî dibêje; “ev şerê Ukraynayê, wê dirêj dom bike”!

Weke serkêş û fermandarê yekemîn ê şerê cîhanî yê 3an, ev gotina Wî, ma têra xwe nîşan nade ku kê şêr dixwest û  kî dixwaze şer dewam bike?

Li gel ewqas mezin xuyabûna vê eniyê, lawaztî û nakokiyên navbêna wan ên giring jî rû didin. Weke mînak; B.Johnson, rexneya li Macron û Scholz û hinek dewletên din ên Ewrupayê dike, wan gunehbar dike ku ew hewl didin û Zelenski tengav dikin ji bo li gel Rûsyayê bi aştiyek xerab ve razî bikin!

Ji ber ku ev enî, hewl dide dewleta Tirk, bajon ser Îranê, loma peywendiyên Tirkiyê û Îranê jî, ber bi xerabûnê ve diçe.

Di encamê de him hevalbendiyên nuh him nakokî û şer û pevçûnên nuh di rojevê de ne. Weke diyar dibe, di vî şerê cîhanî yê 3an de, him cih him rolekî(jeopolîtîk) giring dikeve ser zemîna Kurdistanê.

Hilbet li goreyî van şerd û mercên nuh, bar û peywirên mezin û dîrokî, dibe para gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiya Kurdistanê jî!

Nûçeyên Têkildar