Şervanên HSD’ê li Serêkaniyê destanan dinivîsinin. Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnên giran de 59 leşker û çeteyên dagirker hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokaratîk (HSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de li eniyên rojava û rojhilat ên Serêkaniyê derbên giran li artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê dan.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku şervanên HSD’ê piştî şerekê dijwar li eniya rojava 30 leşker û çeteyên artêşa tirk hatin kutin. Di heman demê de 2 erebeyên doçkabarkirî û tankek jî hatin rûxandin.
Hat zanîn ku 2 çeteyên ku xwe li navenda bajar veşartibûn jî hatin kuştin. Li eniya rojava jî di encama şerên giran de 2 panzêr hatin rûxandin, 2 erebeyên doçkabarkirî hatin şewitandin û 27 dagirker hatin kuştin.
Şerê li Serêkaniyê bi hemû dijwariya xwe didome. SERÊKANIYÊ