Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şerên ‘bazirganiyê’ û gefên Erdogan

Di lûtkeya serokên G20’a de ku vê domahiyê li Hindistanê hat lidarxistin, yek ji geşedanên girîng jî pêkanîna rêya bazirganiyê ya nû bû. 20 maldarên cîhanê dixwazin Hindistanê bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve girêbidin. Projeya bi navê “Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropa” ku dewleta Tirk li derveyî wê ye, tê pêşbînîkirin ku keştiyên ku ji bendera Mumbai ya Hindistanê bi rê bikevin li Dubaiyê bi cih bibin û ji wir jî bi rêyên hesînî ji ser Erebistana Siûdî û Urdunê xwe bighîjin Îsraîlê. Pişt re dîsa bi rêya behrê  ber bi Ewropayê rêbikevin.

Ev korîdor wekî berteka Emerîkayê ya ku projeya bi pêşengiya Çînê tê lidarxistin, ango “Projeya Kember û Rê” tê binavkirin.

“Projeya Kember û Rê” di sala 2013’an de bi pêşengiya Pekînê destpêkir. Peymana vê projeyê ku di nav xwe de bi dehan projeyên binesaziyê dihewîne, Rusya jî tê de bi 150 welat û 30 saziyên navneteweyî re hatiye morkirin. Di 10 salan de bi qasî trîlyonek dolar ji bo projeyê hatiye xerckirin. Lê belê, di van demên dawî de bi taybetî di projeyên binesaziyan de hin pirsgirêkên darayî rû dan. Hêzên hegemonîk ên ku dijberiya prjeya Çînê dikin, bi taybet Emerîka, zextê li dewletên ku di projeyê de cih digirin, kirin û ev jî di navbera aliyan de bû sedema pirsgirêkên siyasî. Çîn ji bo proje têkneçe neçar ma pakêtek rizgarkirinê ya 240 milyar dolarî amade kir û pêşkêşî dewlet û saziyên navnetewî ên hevşîrîkên projeyê kir. Lê belê ev yek ji bo çareserkirina astengiyên projeyê têrê nekir.

Tirkiye di her du projeyên berfireh ên ku niha veguheriye şerê korîdora enerjiyê ya di navbera Çîn, Amerîka û Rûsyayê de, tune ye. Ji her dû projeyan jî hatiye dûrxistin. Ji ber vê yekê Erdoğan ji aliyekê ve helwêsteke astengker digire, ji aliyê din ve jî lêgerîna xwe ya çêkirina rêyên cuda yên enerjiyê digere. Derdê wî ew e ku neft û gazên xwazeyî ya Rojhilata Navîn bi rêya Tirkiyeyê bifroşe Ewropayê. Projeya “Rêya Pêşxistina Iraqê” ku bi tunehesibandina Kurdistanê tê cîbicîkirin, yek ji wan projeyan e. Li gel ku di vê projeyê de hê gavên berbiçav nehatine avêtin, Erdogan ji bo înîsiyatîfa rêya nû ya enerjiyê bi Iraq û Qeterê re jî muzakereyên xwe didomîne.

Erdogan dema ji bo pêkanîna projeyên ku Tirkiye tê de ye gavan diavêje, di heman demê de li pişt perdeyê bi aliyên projeyên bi pêşengiya Amerîka û Çînê de cih digirin re jî danûstandinên qirêj dike. Yek ji van kiryarên qirêj, gefên rêveberiya Erdogan e. Erdogan van gefan jî piranî li hember başûr û rojavayê Kurdistanê pêktîne. Hinceta destê wî PKK ye. Lê hemû cîhan jî zane, derdê Erdogan ne PKK ye. Ew ji bo tunekirina destkeftî û desthilatdariya kurda tevdigere. Ji bo kurd bi sernekeve ango ji bo tunekirina kurda, her cûre qirêjî pêktîne.

Polîtîkaya li ser rojavayê Kurdistanê ya bi rêya çeteyan dimeşîne, yek ji xetereyên bingehîn e. Her wiha hin aliyên balkeş yên Erdogan jî hene. Qet şik nîne ku destê wî di şerê Hamas û Îsraîlê de jî, di Ermenistan û Azerbaycanê de jî hene. Kesên ku herêmê ji nêz ve dişopînin jî destnîşan dikin ku Erdogan hem Azebeycanê û hem jî Hamasê teşwîqî şer kiriye.

Erdogan ev rola gemar ku dibe sedema mirinên bi dehhezaran jin, zarok û ciwanan, piranî ji bo beşdarbûna projeyên bazirganiyê bikartîne. Ango ew bi rêbazên provokatîf daxwaza xwe ya beşdarbûna van projeyên hegemonîk tîne ziman. Dibe ku meriv ji niha ve nikaribe pêşbînî bike ku Tirkiyeya di bin serweriya Erdogan de ew ê çiqasî cidî were girtin, provokasyonên wê çiqasî bi kêr bin û helwesta wê ya teşwîqkirina şeran dê çawa bi encam bibin. Lê belê mirov dikare bibêje ku ev hemû bûyer û projeyên heyî yên ku tên meşandin, bi şerên li Rojhilata Navîn û herêmê ve ji nêz ve elaqadar in. Hêzên hegemonîk ji bo îstîsmarkirina çavkaniyên enerjiyê yên herêmê, bi hemû hêza xwe gavan diavêjin. Dema ku vê dikin, hewl didin encamên şerên heyî li gorî berjewendiyên xwe bikarbînin. Ji bo wan mirina bi dehhezaran însanan qet  tiştek îfade nake. Her weha aşkere ye ku desthilatdariya Erdogan jî yek ji lîstokêke van hêzên hegemonîk e.

Nûçeyên Têkildar