Rewşa agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin kete meha 28’emîn. Hemû serlêdanên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên bi Abdullah Ocalan ê di bin şertên tecrîda girankirî ya Îmraliyê de tên ragirtin ên hevdîtina malbat û parêzeran an bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, kûrkirina tecrîda li Îmraliyê, bêdengiya rêxistinên sivîl ên civakî û mûxalefetê rexne kir û berpirsyartiya saziyên hiqûqên navnetewî bi bîr xistin.
Bêhiqûqî veguherî ‘hiqûqê’
Eren, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê 24 sal in veguheriye îşkenceyê û anî ziman ku tecrîda tê domandin li dijî Qanûna Înfazê ye ku hem di hiqûqa navnetewî û hem jî ya navxweyî de heye ye. Eren, bi lêv kir ku li Îmraliyê bêhiqûqî kirine “hiqûq” û diyar kir ku li gorî Qanûna Înfazê û rêziknameyên têkildarî wê her 15 rojan carekê mafê dîtina malbatê, di saetên kar de mafê dîtina parêzer û her 15 rojan carekê jî mafê telefonê yê 10 deqeyan heye lê bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tê astengkirin.
Eren, anî ziman ku bi pêkanînên Îmraliyê re hiqûq bûye amûr û wiha got: “AKP dizane ku yekane rêya parastina desthilata xwe ya ku li ser şer, kaos û bêhiqûqiyê ava kiriye, teqezkirina tecrîdê ye û dengê Birêz Ocalan ji aliyê civak û civaka navneteweyî ve neyê bihîstine. AKP xwedî polîtîkayeke bingehîn a girtina hemû qenalan e ku wê rê li ber çareseriyê veke ye.”
‘Bêdengiya mûxalefetê ya li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên qanûn û Destûra Bingehîn nas nake’
Eren, bal kişand ku girtina rojnamevan Merdan Yanardag ê bêhiqûqiya tecrîda li Îmraliyê anî ziman gefeke li dijî hêzên demokrasiyê ye û anî ziman ku mûxalefeta bêdeng dimîne bi awayekî vekirî bi desthilatê re dikeve nava hevpariyê. Eren, destnîşan kir ku di bingeha krîzên pêk tên de ev rewşa bêdengiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke her kes, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta rêxistinên hiqûqî heta partiyên siyasî li dijî bêhiqûqiya AKP’ê helwesteke prensîb nîşan bidaya, bêhiqûqiya ku îro rojnamevanek îfade dike wê rastî êrîşeke bi vî rengî nehatibûya. Bêdengiya mûxalefetê ya li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên qanûn û Destûra Bingehîn nas nake, bû sedem ku AKP hîn bêhtir bêçare bibe û bêhiqûqiyê veguherîne şêweyeke hikumetê. Ji ber bêcesaretî û bêrêgeziya muxalefetê ya ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng dimîne, AKP polîtîkayên xwe yên bêhelwest didomîne. Ji bêdengiya mûxalefetê hêzê digire.”
‘Divê mûxalefet helwestê nîşan bide’
Eren, destnîşan kir ku divê mûxalefet bi wêrekî li dijî tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn derkeve û wiha pê de çû: “Divê mûxalefet helwestê nîşan bide. Tam jî dema mûxalefetê edalet, demokrasî, hiqûq û aştî parast wê AKP zehmetiyê bikişîne. Xala ku AKP zehmetiyê dikişîne, xala ku gelê kurd hiqûq û edaletê daxwaz dike ye. Derketina li dijî bêhiqûqiya li Îmraliyê di heman demê de daxwaza edalet û aştiyê ye.”
Eren, diyar kir ku divê civaka li Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn derkeve û got: “Rastiya ku polîtîkaya çareseriyê ya birêz Ocalan di nava civakê de bersivê bibîne tê wateya qedandina AKP’ê. Sedema tecrîdê ji fikara AKP’ê derdikeve û ditirse ku dengê birêz Ocalan bê bihîstin.”
Bêcesaretiya hiqûqa navneteweyî
Eren bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) jî rexne kir û wiha dewam kir: “CPT’yê ragihand ku li Îmraliya, ku gelek caran serdana wê kir bêhiqûqî heye û tecrîda li ser tê meşandin îşkence ye. DMME’yê di sala 2014’an de derbarê birêz Ocalan de têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryar da. Lê KWKE ya ku divê pêkanîna van biryaran bişopîne, rêgezên xwe tune dihesibîne. Di dîroka Ewropayê de pesin tê dayîn ku maf û azadiya bingehîn tê parastin, girîngiyê didin mafên kesayetî û dema ev maf bên binpêkirin mekanîzmayên darazî dikevin meriyete. Lê dema mesele dibe birêz Ocalan, dibe kurd bêhiqûqiyê dikin qurbana berjewendiyên demkî.”
Eren, bi lêv kir ku mekanîzmayên hiqûqî yên navnetewî nayên xebitandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke mekanîzmayên navnetewî weke meseleyên din xebitîbûna Tirkiyeye nedikarî van bêhiqûqiyan bike û belavî temamî civakê nedikirin. Bêcesaretiya hiqûqa navnetewî ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve jî dibe çavkaniya cesaretê. Divê hemû civak bang li CPT, KWKE û DMME’yê bikin ku girêdayî nirxên xwe bin û berpirsyartiya wan bîne bîra wan. Divê bêdengiya wan û ne cih anîna peywîra wan bînin bîra wan û divê li dijî vê yekê têkoşîn bê dayîn.”