Doza Kobanê ku gelek siyasetmedarên kurd jê tên darizandin berdewam e, girtîbûna siyasetmedaran bi demdirêjî, nîşaneyeke polîtîkbûna vê dozê ye. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Parêzer Serhat Eren nirxandina rewşa girtîbûna demdirêj a siyasetmedaran kir û bal bir ser ku ev polîtîkaya dijminahiyê ji roja ku komar heye berdewam e. Eren got ku ne bi tenê darizandina girtiyan, lê doza siyasetmedarên kurd ku hatine kuştin jî hema bibêje bûye sih sal; divê mirov li dijî van muxalefeta civakî bi rêxistin bike.
Serhat Eren diyar kir ku ev polîtîka ji gava ku komar ava bûye heta niha berdewam in û ev gotin kirin: “Ji avabûna komarê ve di avakirina dewleteke netewe ya nû de rolê darazê her mezin bûye. Mirov ku li dîroka darazê ya li Tirkiyeyê dinihêre dibîne ku bi berdewamî bi rolê parastina peymana Tirkîtiyê rabûye, wek navgîneke dîzaynkirina dewlet, civak û muxalefetê hatiye bikaranîn. Tu car xema darazê ya bibe serbixwe û bêalî, mafên mirovan bike esas, ewlehî û parastina azadiyê nîn bûye. Dewlet û desthilatdariyan jî jixwe re nekiriye xem. Dewletê bixwe xwestiye ku wisa bibe.
Mirov dikare bibêje ku daraz cihê xwe li gor guherîna polîtîkaya dewletê diyar dike. Salên 2013-2015’an ku wek “pêvajoya çareseriyê” hat binavkirin, daxuyaniyên ku siyasetmedarên kurd dane, xwepêşandan û meşên ku di peywenda mafên makezagonî de kirine, çalakiyên ne sûc in tevlî lêpirsînê jî nehatine kirin; 6-7 sal piştî ku pêvajo qediya daxilê lêpirsînê hatin kirin û bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin cezakirin.”
Siyasetmedar tên girtin
Eren da xuyakirin ku siyasetmedarên kurd salên 90’î ji Hizbulahê re kirine armanc, niha jî ji aliyê darazê ve bi salan belasebeb di girtîgehan de tên ragirtin û wiha got: “Dewletê bi rêya darazê sînor daniye ku wê siyasetmedarên kurd li çi bifikirin, bibêjin çi. Ev sînor ne bi tenê ji bo siyasetmedarên kurd lê di heman demê de ji bo rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, çapemenî, hiqûqnas û aktîvîstên civaka sivîl jî hatiye danîn.
Salên 1990’î çeteyên di nava dewletê de, Hizbullahê siyasetmedarên kurd dikuştin. Piştî salên 2000’î bi darê zorê yê darazê hatin zindankirin, ragirtin, ne bi heqî û hiqûqî hatin cezakirin, di girtîgehan de di şertên nemirovî de terkê mirinê hatin kirin.
Daraz ketiye bin nîrê desthilatdariyê, girêdayê wê ye, bi talîmatên li gor polîtîkayên serdemê didarizîne, bi awayê ku xizmeta desthilatdariyê bike didarizîne heta ku desthilatdarî bixwaze darizandinê dirêj dike. Dosyeyên lêpirsînê ku têkildarê siyasetmedarên kurd tên vekirin, li gor hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgehên Mafên Mirovan a Ewropayê nayên amadekirin, bi awayê ku xizmeta polîtîkayên desthilatdariyê bikin, amade dikin.”
‘Heyfa têkçûna DAIŞ’ê’
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren îşaret bi girtin û darizandina demdirêj kir û wiha axivî: “Rêgezên hiqûqê didin aliyekî û siyasetmedarên kurd pir ragirtî dihêlin. Bi darizandina siyasetmedarên kurd bi demdirêjî, di serî de kurd dixwazin peyamên xwarina gefan li hemû muxalefan bidin. Bi pratîkê darazê ya bi navê darizandina ji KCK’ê siyasetmedarên kurd bi salan ragirtî hatin hiştin da ku siyasetmedarên kurd beralî bikin, siyaseta kurd krîmînalîze bikin û daxwazên kurdan ji bo tevahî û berdewamiya dewletê wek xetere nîşan bidin.
Ji zû ve ye ku bi darizandina ji doza Kobanê ku berdewam e, polîtîkaya kurd a dewletê û darazê bi her aliyê xwe derketiye holê. Ji ber siyasetmedaran bang kir ku bi awayekê demokratîk li dijî DAIŞ’ê têbikoşin, ji zû ve ye radigirin ku heyfê ji wan hilînin. Ji ber ku sala 2016’an kir ku feraseta otorîter a desthilatdariyê têk biçe hevalên me yên siyasetmedar ji zû ve ye bi ragirtinê tên cezakirin.
Bi doza Kobanê û yên mîna wê hevalên me pir ragirtî tên hiştin, darizandin bêyî rêgezên hiqûqê tê kirin, hiqûqa dijminahiyê tê pêkanîn. Peyama ku dixwazin bi vê bidin kurdan û raya giştî ya Tirkiyeyê, aşkere ye. Eger hûn li ber desthilatdariyê û kirinên wê rabibin, hiqûqa ku ez ê li dijî pêk bînim, hiqûqa ceza ya dijmin e, huş bin, dengên xwe nekin.”
Doz tên dirêjkirin
Serhat Eren bi lêv kir ku dozên siyasetmedarên kurd ku hatine kuştin bi zanebûn bi salan tên dirêjkirin û ev tişt anîn ziman: “Dosyeyên kurdan ku salên 1990’î bi êşkenceyê hatine kuştin û siyasetmedarên kurd mexdûr in; bi darizandina bi demdirêjî peyameke din tê dayîn. Siyasetmedarên kurd ji aliyê kî ve hatine kuştin ji bo wan ne giring e û bi darizandina bi demdirêjî dikevin hewila xelaskirin sûcdaran, qewil bi ser sûc dixin ku kujeran bi zirxê cezanekirinê siyaseta kurd û kurdan tên cezakirin. Di dosyeyan de ku ji Vedat Aydin bigire ta bi sedan siyasetmedarên kurd hatine kuştin, kujer bi tu awayî nayên girtin û kuştina siyasetmedarên kurd, îşkenceya li wan bi destên darazê tê rewakirin. Di dosyeyan de ku aîdê siyasetmedarên kurd in ku hatine kuştin, ji xeynê darizandina demdirêj ku sih sal dewam kiriye, mînakeke din nîne.”