Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Serhat Eren: Ji bo Abdullah Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe divê tecrîd rabe

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren diyar kir ku dewlet li ser înkarkirina kurdan polîtîkayê dimeşîne û wiha got: “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasi û azadiyan e. Aktorê herî girîng ê çareseriya pirsgirêka kurd jî birêz Ocalan e.”

Ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re kêm roj man. Partiyên siyasî jî ji 14’ê Gulanê re xwe amade dikin. Partiya Çepên Kesk a bilez ket qadê ji Edîrneyê heta Qersê li hemû bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi gel re dicive, bûroyan vedike û serdana dikandaran dike. Parêzer Serhat Eren ku amedî ye û ji bajarê xwe bûye namzetê parlamenteriyê anî ziman ku di serî de tecrîd dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bixebite.

Eren, diyar kir ku weke kurdek hêj di temenekî biçûk de bi zilma dewletê re rûbirû maye û wiha got: “Ez di sala 1977’an de li navçeya Pasûr a Amedê ji dayik bûm. Weke her zarokê kurd dema ez li dibistanê bûm min rûyê dewletê yê hov nas kir û pişt re salên din jî em bi rûyê dewletê yê hov û bi zilma wê re rû bi rû man. Dema ez li dibistana amadehî di pola duyemîn de bûm, ji ber Pasûr ji aliyê dewletê ve hat şewitandin neçar man koçî Amedê bikin. Min li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê xwend. Ji sala 2000’î ve li Amedê parezeriyê dikim. Di rêxistinên sivîl ên civakî de xebitîm, 15 salan zêdetir di hemû lijneyên Baroya Amedê de xebitîm. Serdemekê min endamtiya Meclisa HDP’ê kir. Di serdema dawî de jî Cîgirê Hevserokên Giştî yên ji Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar bûm.”

‘Em bi kelecaneke mezin xebatên xwe dimeşînin’

Eren, bi lêv kir ku gel êdî dixwaze ji desthilata AKP’ê û MHP’ê xelas bibe û wiha berdewam kir: “Em li herêmên hilbijartinê dixebitin û diçin serdana gel. Em ji nêzîkatiya mirovan baş fêm dikin ku pêkane ku ji faşîzma AKP’ê û MHP’ê ya 20 salan xelas bibin û di vê mijarê de gel hêvî dide. Li cihên ku em kolan bi kolan gund bi gund digerin divê em bêjin ku gel hewl dide ji vê pergala faşîst xelas bibe. Ez dikarim bêjim ku hem li navenda Amedê hem jî li navçeyan hêzên ewlehiyê bi taybetî jî polîs hewl didin xebatên me asteng bikin. Hemû partî dikevin hilbijartinê û divê hemû partî wekhev, bi awayekî adilane xebatên xwe yên hilbijartinê bikin lê êrîşên dewletê yên bi salan e li ser partiya me di serdema hilbijartinê de jî berdewam dike. Lê kurdan di dîroka xwe de ev asteng her tim derbas kirin wê ji îro pê da jî derbas bike. Em bi kelecaneke mezin xebatên hilbijartinê dimeşînin û em ê serbikevin.”

‘Em li dijî înkarê hêza çareseriyê ne’

Eren, destnîşan kir ku dewlet li ser înkara gelê kurd tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi pergaleke dewletê ya bi salan e çand, ziman, nirx û hebûna gelê kurd qebûl nake û êrişî van nirxan dike re rû bir û ne. Bi taybetî piştî sala 2015’an hewldaneke sîstematîk a kurdan û siyasetmedarên kurd tesfiye bikin xistin meriyetê. Gelek rêveberên me yên navend û navçeyan, parlamenterên me, hevserokên me bi awayekî dijhiqûqî hatin binçavkirin û girtin. Doza girtinê li partiya me vekirin, Doza komployê ya Kobanê vekirin û gelek siyasetmedarên me li wir tên darizandin. Dîsa li girtîgehan bi hezaran mirovên me bi awayekî neheq bêyî ku sûcên wan hebin li girtîgehan tên dîl girtin. Armanca van hemûyan bêguman tesfiyekirina siyaseta kurd e. Ji ber vê yekê di qada mafên mirovan de gelek binpêkirinên mafan hene. Binpêkirinên li girtîgehan dest pê dikin li kolanan vediguherin astengiyê. Dîsa em bi pêkanîneke ku rêxistinkirina gelek saziyên sivîl ên civakî ji holê bê rakirin re rû bi rû ne. Em her carê tînin ziman ku em xwediyê wê hêzê ne ku pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî li Meclisê çareser bikin.”

‘Divê tecrîd bi dawî bibe’

Eren, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hemû pirsgirêkên li welat re têkildar e û wiha lê zêde kir: “Dibe ku meclis bi tena serê xwe qada çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên sedan salan ên welat nîne. Divê daxwaza civakê bi awayekî xurt bêziman, em jî esas dê wan daxwazan li Meclisê bînin ziman û weke yên çareser bikin em ê biçin wir. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd, demokrasî azadiyan e. Dikarim bêjim ku ji bo pirsgirêka kurd li Meclisê bê çareserkirin em di nava hewldanan de bin. Lê tenê ev têre nake, yek ji navnîşanên çareseriya pirsgirêka kurd û aktorê herî girîng birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de bikare rola xwe bilîze divê tecrîd teqez bê rakirin.”

‘Di 14’ê Gulanê de mirov wê vîna xwe li sindoqan nîşan bidin’

Eren, di berdewamiya axaftina xwe de bang li gelan kir û ev tişt gotin: “Ji hemû gelê kurd re bi taybetî jî ji gelê Amedê re banga me ew e ku helwesteke ku di vê hilbijartinê de zilm û faşîzma AKP’ê û MHP’ê ji holê rakin û wan bişînin sergoyê dîrokê nîşan bidin. Di 14’ê Gulanê de mirov wê vîna xwe li sindoqan nîşan bidin lê beriya 14’ê Gulanê gelek tiştên ku divê em bikin hene. Bi taybetî ez ji gelê Amedê vê dixwazim, divê her amediyek endamên malbata xwe, şêniyên tax, gund û kolanên xwe qaneh bike. Ji ber vê yekê heta 14’ê Gulanê deqiqeyeke me ku em winda bikin nîne. Divê xebateke têkildarî vê bê meşandin.

Rêya avakirina peymaneke civakî ya nû ku mafên gel bi destûra bingehîn misoger bikin û di heman demê de li Amedê 12 bi giştî 100 wekîlan derxistinê û nûnertiya rêya 3’yemîn di 14’ê Gulanê de derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê me di vê hilbijartinê de rola xwe bilîze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar