Berî 18 salan di 12’ê Adara 2004`an de hikumeta Şamê hewl da nakokiya di navbera hezkiriyên tîma futbolê ya Cîhad û tîma Fitiwe de derketiye, bi kar bîne û fîtneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe. Her du tîman li stada Qamişloyê ku niha bi navê Stada Şehîdên 12`ê Adarê tê naskirin, lîstibû.
Serokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û şahidê êrişên 12’ê Adarê, Hikmet Hebîb têkildarî armanca hikumetê ji wê bûyerê wiha axivî: “Rejîma Sûriyê di siyaseta xwe de, xwedî gelek rêbazên qirêjî ye. Wê demê hewl da bi rêya maçê civakê parçe bike û tevliheviyê di navbera şêniyên bajêr de derxe.”
Li gorî Hebîb, ji ber têkiliyên dîrokî yên di navbera şêniyên herêmê de, rola pêşeng a êlan û zanabûna civakê, hikumeta Şamê negihaşt armancên xwe. Di maça tîma Cîhad a Qamişloyê û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de ku 12’ê Adara 2004’an li dar ket, hikumeta Şamê li stadê komkujiyeke mezin pêk anî, deriyên stadê li pêşiya hezkiriyên tîma Cîhad girtin û gule avêtin wan. Di encamê de 9 welatî şehîd bûn ku 2 jê zarok bûn.
Hikumeta Şamê nehişt ambulans jî bigihêjin cihê bûyerê û nexweşxaneyên hikumetê jî birîndar pêşwazî nekirin, ji ber wê gelek birîndar şehîd bûn.
ꞌKurdan li dijî siyaseta Şamê serî hilda’
Piştî bûyerên li stadê, li gelek bajarên Rojava, Heleb û Şamê xwepêşandanên berfireh li dar ketin. Li ser vê yekê Hikmet Hebîb diyar kir ku hêzên hikumetê çek li dijî xwepêşandêran bi kar anîn.
Di roja duyemîn a bûyeran de, hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî ji Reqa û Dêrazorê anîn Qamişloyê, nehişt ku şênî 9 şehîdan veşêrin. Her wiha bi awayekî ketober çek li dijî şêniyan bi kar anîn, di encamê de gelek şênî şehîd bûn. Nerazîbûnên şêniyan herêmê li hember van kiryarên hikumeta Şamê zêde bûn. Serhildan li Serêkaniyê, Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê, Efrîn, Heleb û heta li Şamê li dar kartin.
Di roja duyemîn a serhildanan de anku 13’ê Adarê 24 welatî şehîd bûn. Her wiha bi sedan kes birîndar bûn û zêdetirî 2 hezar û 700 kes hatin girtin. Gelek ji wan girtiyan bi înşkenceyê hatin kuştin.
Hikmet Hebîb îşaret bi siyasetên hikumeta Şamê yên beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê yên li dijî gelê herêmê kir û wiha dewam kir: “Rejîma Sûriyê nasname nedida gelek malbatên Kurd, heta di zanîngeh, saziyên civakî û medenî de jî nedihatin qebûlkirin.”
‘Projeya neteweya demokratîk hemû planên hikumetê têk birin’
Tevî hemû hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fitneyên navxweyî, lê dîsa jî projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullh Ocalan pêşniyar kiriye, ev hewldan têk çûn û di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekitiya pêkhateyan çêbû. Şêniyên Rojava bi hev re 2014`an rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin û 2018’an jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.
Hebîb destnîşan kir ku zanebûna civakê û xwedîderketina gel li projeya neteweya demokratîk, rê neda ku bûyerên 2004`an dîsa li herêmê dubare bibin.
Hikmet Hebîb bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di çarçoveya Rêveberiya Xweser de û li ser bingeha parastina cewherî û şerê gel ê şoreşgerî û wiha dewam kir: “Destpêka şoreşê meclisên herêmî ji pêkhateyên herêmê hatin avakirin, her wiha bi armanca parastina herêmê hêzên leşkerî hatin avakirin.”
Hikmet Hebîb diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li hember planên hikumeta Şamê, îsbata serkeftina xwe kir û ev lê zêde kir: “Rejîmê hewl da gel û eşîran li dijî projeya Rêveberiya Xweser tehrîk bike, lewma îdia kir ku Rêveberiya Xweser tenê Kurdan digire nava xwe da ku senaryoya 2004`an dubare bike.”
Hebîb bi domdarî wiha got: “Lê vê carê rewş cuda bû, gel projeya xwe ya demokratîk kir bingeh û li dijî hemû awayên terorîstane sekinîn, bi saya vê hevgirtinê herêm ji Til Koçerê bigire û heta Reqa û Dêrazorê rizgar bû. Her wiha bi rêya projeya demokratîk û neteweya demokratîk û biratiya gelan, yekitiya nîştimanî ava bû.”
ꞌHewildanên dubarekirina bûyerên 2004’an’
Hikmet Hebîb destnîşan kir ku avakirina meclisên sivîl li Dêrazorê wekî ku ji hikumeta Şamê re peyameke diyar e ku pêkhateyên herêmê yek in û bi armanca pêşîlêgirtina xetereyên li dijî herêmê, banga yekitiyê bi cih tînin. Hebîb diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê jî beşek ji QSD`ê ye û li dijî terorê şer kir. Li aliyekî din Rêveberiya Xweser li bajêr ava bû û têkiliyên biratiya gelan xurttir kirin ku rêzdariya tevahiya cîhanê girt.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ev li axaftina xwe zêde kir: “Hikumeta Şamê hîna jî siyasetên xwe yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de, dewam dike. Ji van siyasetan banga lihevkirinan da ku bide xuyakirin ku gelê Dêrazorê û herêmên din, li dijî projeya neteweya demokratîk in.”
Di dawiyê de Hebîb bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember şerê taybet ê hikumeta Şamê dide meşandin, hişyar bin û got dê pêşxistina projeya neteweya demokratîk dewam bikin da ku li Sûriyê giştî bibe model û pêk were.