Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Serhildana 12’ê Adarê bû çavkaniya şoreşa Rojava’

Şahidên Serhildana 12'ê Adarê ya li Qamişloyê diyar kirin ku: “Serhildana 12’ê Adarê bû çavkaniya şoreşa Rojava” û bi ruhê netewî xwedî li kurdayetiya xwe hade derketin. Em şehîdê sehildanê bi rêzdarî bibîrtînin.

12’ê Adara 2004’an li Stadyûma 12’ê Adarê di dema lîstina maça di navbera tîma Cîhad û tîma Fitiweyê ya Derazorê de, komên şovenîst ên ji aliyê rejîmê ve hatin birêxistinkirin, dest bi avêtina dirûşmên li dijî kurdan kirin. Li ser bersiva kurdan bi dirûşman, van komên şovenîst êrîşî kurdan kirin. Di êrîşê de di gel 2 zarokan, 9 kesên ji Qamişloyê şehîd bûn. Piştî êrîşê gelê Qamişloyê serî hilda û serhildan li seranserê rojavayê Kurdistanê û bajarên din ên Sûriyeyê belav bû. Di vê serhildanê de 40 kes şehîd û bi sedan jî birîndar bûn û bi vî awayî serhildana 12’ê Adarê bû çavkaniya şoreşa Rojava.

Arêf Şêxo yek ji şahidên serhildana 12’ê Adarê ye. Arêf Şêxo qala wê demê kir: “Di 12’ê Adara 2004’an de bûyerê li Qamişloyê destpê kir û şehîd jî çêbûn. Di wê bûyerê de şovenîst li pêş bû, tevî ku gel nedixwest ewqas kaos mezin bibe, hikumeta Şamê nêteke xwe ya aştiyê tune bû. Ji ber wê jî gelê kurd li Heleb û Efrînê rabû serhildanê da ku piştgiriya gelê xwe yê li Qamişloyê bike. Wê demê meş li hember dewletê hatin lidarxistin. Di wê meşê de li Helebê hin mirov şehîd ketin.”

Artêşê çek li hember gel bi kar anî’

Arêf Şêxo diyar kir ku wê demê ji bo çareserkirina kaosê û ji bo Kurdîtiyê gel daket qadan û meş lidarxistin û wiha dewam kir: “Li Efrînê di 16’ê Adarê de meş hate lidarxistin. Dewletê ev yek qebûl nekir û hêzeke mezin a leşkerî bi çêkên giran li Efrînê bi cih kir da ku li hember gelê kurd bide bikar anîn. Her wiha dorpêçeke giran li ser Efrînê ferz kir. Tevî ku amadekariyeke baş nehatibû kirin, ji bo bûyereke wiha lê dîsa gel mşeiya. Di wê demê de gel û artêşa dewletê rû bi rû li hember hev rabûn û artêşê çek li hember gel bi kar anî. Her wiha gazên rondikrij li hember gel bi kar anîn. Wê demê 3 kes şehîd bûn.” Şehîd Gîvara, Şehîd Celal û Şehîd Hisên ew jî di bin îşkenceyê de şehîd bû û cenazeyên wan nedan nîşandan.”

‘Gel bi girseyî xwedî li şehîdê xwe derketin’

Arêf Şêxo anî ziman ku ji bo cenazeyên şehîdan veşêrin, cenazeyê şehîdên Helebê jî derbasî Efrînê hatin kirin û got, “Gelê Efrînê bi girseyî tevlî merasîmê bû. Di wê demê de şehîdek li Gundê Miskê ya navçeya Cindirêsê hate veşartin, li gundê Bedîna jî şehîd veşartin, piştî wê li gundê Qurtqilaqê şehîdek hate veşartin. Şehîdek ji gundê Hesen Dêra hebû, lê dewletê nehişt ku bi merasîmeke girseyî bê veşartin. Gel bêdeng nema. Dewletê bi zordarî dixwest cenazeyên şehîdan ji derveyî Efrînê derbasî gundên wan bêne kirin. Gel ev yek qebûl nekir. Wê demê dewletê leşkerên xwe li dadgeha li Efrînê kom kir. Gel jî cenazeyên şehîdan di nava Efrînê re derbasî gundên wan kir û veşart. Wê demê hin kesên ku girêdayî wan hebûn. Gotin weke hevpeymanek hate danîn ku wê dewlet şerê gel neke, lê ev yek pêk nehat û şerê xwe dewam kir.”

‘Êrîşên plankirî çêbûn lê biryardarî û helwesta gel bi ser ket’

Arêf Şêxo ragihand ku hin malbatên ji pêkhateya ereb ji bo êrîş li malên wan neyê kirin, bi rengê spî boyax kirin û got, “Ji ber ku şovenîzm gelekî li pêş bû, agahî dan pêkhateyên ereb û wan jî di nav şevekê de hemûyan malên xwe ên li rojhilatê Efrînê bi rengê spî boyax kirin ku dewlet wan malan ji malên kurdan cuda bibîne û êrîşî wan malan neke. Lê belê ew çekên giran li hember gel zêde nikarîbûn bi kar bînin ji ber ku gel hemû serî hilda bû. Komkirina dewletê leşkerên xwe ji bo oxirkirina şehîdên me weke serkeftinekê bû ji bo me di wê demê de di nav gel de rewastandinek çêbû. Lê hin ciwan hebûn gotin em ranawestin û di aliyekî din de hin partiyên din xwestin lîstokan di wir de pêk bînin da ku PYD’ê têk bibin. Lê nikarîbûn vê yekê pêk bînin. Piştî ku ew dem derbas bû qedexekirina ketin û derketinê li ser Efrînê ferz kirin û dest bi girtina kesan di Efrînê de kirin. Her carê zêdetirî 10 kesan dihatin girtin ji aliyê dewletê ve. Piştî wan bûyeran pîrozkirina Newrozê gelekî dijwar bû, lê dîsa em bi israr bûn ku em Newroza xwe di wê salê de pîroz bikin. Efrîn hemû ji aliyê leşkerên dewletê ve hatibû dorpêçkirin lê dîsa gel li ser wan zor kir û derketin cejna Newrozê. Li gundê Berbenê pîroz kirin. Di wê demê de amadekariyeke xurt ji bo pîrozkirina Newrozê tune bû. Lê dîsa bi awayekî serkeftî hate pîrozkirin. Di wê demê em li benda çareseriyekê bûn, lê ev yek nebû.”

Menan Cefer yek ji şahidên bûyera serhildana Qamişloyê li Helebê bû. Menan Cefer got, “Di sala 2004’an li taxa Eşrefiyê ya Helebê diman. Kolana lê bûm, kolana sereke ya taxa Eşrefiyê bû. Agahî gihîşt me ku li yarîgeha Qamişloyê bûyereke şovenîst li hemberî kurdan qewimî ye. Ji ber wê ciwanên vê derê daketin kolanan. Li vê kolanê, kolana Eşrefiyê ya sereke bi deh hezaran mirov daketin ku weke raperînekê em derketin, lê berî em bigihêjin çarexereya duyem a Eşrefiyê rejîmê gelek polîs û leşkerên xwe danîbûn hemberî me. Di wê demê de me dest bi dirûşmeyan kir weke ‘Bijî Kurdistan’, ‘Şehîd namirin’ û dirûşmeyên din ên neteweyî. Lê belê rejîma Sûriyeyê nikarî xwe ragirtiba, bi şêwazekî hovane dest bi gulereşandinê kir. Her wiha bi gazên rondikrij dest bi êrîşê kir. Lê ciwan nesekinîn û name dan ku eger destdirêjî li dijî gelê me were kirin wê helwesta me bi vî rengî be.”

Menan Cafer got, “Heya niha gelê Eşrefiyê dema ku di vê kolanê re diçin û tên vê bûyerê bi bîr dixin û em jî dibêjin ku ji ber kelecan û coşa 12’ê Adarê û 19’ê Tîrmehê ev destkeftî di destê me de ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar