Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ du heman li pey xwe hişt

Serhildana gelên rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî hemû êrîş, zordarî û şîdetê jî du meh li pey xwe hiştin. Serhildana ku li Seqizê dest pê kir, belavî 138 navendên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû. Di êrîşên hêzên dewletê de 54 jê zarok, 336 sivîl hatin kuştin, 15 hezar û 94 sivîl, 441 xwendekar jî hatin binçavkirin.

Jina kurd Jîna Emînî ya 22 salî, di 13’ê îlonê de li Tehranê ji aliyê “polîsên exlaqê!” yên dewleta Îranê ve hat girtin û 16`ê îlonê di encama îşkenceyê de hat kuştin. Piştî belavbûna agahiya kuştina Jîna Emînî li hemberî desthilata Îranê bi pêşengiya jinan xwepêşandanan dest pê kir.

Xwepêşdanan li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê bi merasima oxirkirina Jîna Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir. Li tevahiya rojhilatê Kurdistanê û piraniya Îranê ev du meh in tevahiya beşên civakê li ser piyan e û daxwaza guhertina rejîmê û avakirina pergaleke demokratîk dikin. Xwepêşandanan li parçeyên din ên Kurdistanê û dinyayê jî deng veda û li sedan navendan piştgirî hat pêşandan.

Cudahiya vê serhildanê

Di dîroka Îranê de cara yekem e ku xwepêşdanek evqas dirêj dike. Her wiha ji liv û tevgera 1979`an û heta niha li Îranê yekem car e ku xwendekarên jin û tevahî xwendekarên din jî tev li çalakiyan dibin. Rê û rêbazên çalakgeran xaleke din a ku balê dikişîne ye. Çalakiyên wekî pêxistina findan û agir, meş, girtina dikanan, birîna por, nivîsên li ser dîwaran, çalakiyên rûniştinê û hwd derketin pêş.

Xwepêşandanên ku hîna berdewam dikin, li 138 navendên rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn. Navendên ku herî zêde derketine pêş jî wiha ne; Seqiz, Sine, Xuremabad, Kirmaşan, Bokan, Urmiye, Îlam, Tebrîz, Arak, Îsfehan, Ahvaz, Yezd, Şîraz, Tehran, Gurgan, Loristan, Qureş, Xaş, Sîstan, Belûçistan, Mazenderan, Gîlan, Bane, Kamyaran, Merîwan, Mehabad, Bijar, Keraj, Şahid Şêr, Meşhed, Reşd, Tewrêz, Amol, Fesa, Şîn, Serdeşt, Dîwandere, Erak, Bandar Ebas, Dêwlan, Kamyaran, Erak, Şûş.

Şîdet û tundiya heyî

Li hemberî xwepêşandanan û daxwazên demokratîkkirinê, dewleta Îranê carek din serî li şîdet û kuştinê da. Hêzên dewletê bi çek, cop, gaz û hwd êrîşî gel, wesayît, mal û kargehên wan kirin. Her wiha bi rêbazên bertîl, gef, zordarî û girtinê hewl dan ku malbatên çalakgerên hatine kuştin bêdeng bikin. Kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, ji tirsa mezinbûna xwepêşandanan an radestî malbatan nayên kirin an jî bi gefan ji malatan tê xwestin ku cenaze bi awayekî veşartî werbigirin. Dîsa zorê li malbatan dikin ku cenazeyan li derveyî bajarên ku ew lê dijîn veşêrin. Lê belê tevî van hemû zext û zordariyan jî malbat li ber xwe didin û dewleta Îranê ji komkujiyan berpirsyar dibînin.

Li girtîgehan jî îşkenceya fîzîkî û derûnî li girtiyan tê kirin, hêzên dewletê bi zext, îşkence û destavêtinê gefê li hin girtiyan dikin.

Encama 2 mehan

*227 parlamenterên Îranê bi daxuyaniyeke hevpar ji dadgeriyê xwest cezayê îdamê yê li dijî çalakvanan bi cih bîne. Ji alîyekî din ve Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê daxuyaniya parlamenteran şermezar kir û diyar kir ku nûnerên hikûmetê ne nûnerên gel in.

*Hema hema li hemû zanîngehên Îranê û yên rojhilata Kurdistanê çalakî dewam dikin. 600 hîndekaran bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî xwendekar û zanîngehan şermezar kirin.

*Profesorên zanîngehê bi daxuyaniyekê piştgirî dan serhildana xwendekaran û xwestin hemû bendên ku mafên xwendekaran binpê dikin, bên rakirin û bêşert û merc serbest bên berdan.

*Li Îranê mamosteyan komkujî û girtina xwendekaran ji aliyê hêzên dewletê ve, protesto kirin û neketin dersan û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

*300 nivîskar, rewşenbîr û aktîvîstên sivîl ên ji Îran û rojhilatê Kurdistanê bi peyamekê piştgirî da rojnamegerên jin ên girtî. Di peyamê de hat xwestin ku rejîm tavilê rojnamevanan serbest berde.

*Hunermendê kurd Samîn Yasîn ku bi stranên xwe piştgirî da serhildanê, dadgehê cezayê darvekirinê lê birî. Hunermendên li gelek welatên cîhanê dijîn jî cezayê darvekirinê yê dane Samîn Yasîn şermezar kir û ji bo betalkirina biryarê dest bi kampanyayê kir.

*Di danezanekê de parêzerên ji Îranê got “Em hatin ku rêveberiyê ji rêveberên bêkêr bistînin. Em bang li hemû parêzeran dikin ku xwedî li gelê xwe derkevin ku li kolanan tê kuştin.”

*Dadgeriya dewleta Îranê têkildarî hezar kesên ku di dema çalakiyên li Tehranê de hatin girtin, îdianame amade kir û got dê girtî di dadgehên li ber gel vekirî de bên darizandin.

*Çend mamosteyên li Serdeştê ragihand ku ew ji aliyê Daîreya Enformasyonê ve tên xwestin û gefa derxistina ji kar li wan tê xwarin, heke ew destekê bidin çalakiyan.

*Komelgeha Jinên Azad a rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser serhildana gel a bi pêşengiya jinan a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku şoreşa gel a li Rojhilat û Îranê dê bingeha şoreşa civakî ya Rojhilata Navîn ava bike.

*Dema ku li bajarê Seqizê yê Rojhilat bi hezaran kesî Jîna Emînî di çilrojiya wê de bi bîr dianî, hêzên dewleta Îranê gule li gel reşandin.

*Di 22’yê îlonê de Însiyatîfa Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd silav li berxwedana li Rojhilat û Îran kir û bang li hemû hêzên demokratîk ên neteweyî kir ku vê berxwedanê hembêz bikin.

*Di 22’yê îlonê de HDP’ê bi beyana ‘serhildana jinan serhildana me ye’ piştgirî da serhildana gel a li Îranê.

* Di 26’ê îlonê de Kongra Star silav li gelê Îranê û rojhilatê Kurdistanê kir û banga piştevaniyê kir.

*Di 30’ê îlonê de piştî nimêja înê ya li Zahîdanê, gel li hember destavêtina polîsan a li zarokeke 15 salî, daket kolanan. Di encama gulebarana polîsan de li gorî rêxistinên mafê mirovan 92 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê jî navê “Îna Bixwîn” lê hat kirin. Bi minasebeta roja 40’emîn a qetlîamê, li rojhilatê Kurdistanê gel ket grevê û derabeyên dikanan girtin.

*KCK’ê êrîşa Îranê ya 30’ê îlonê ya li dijî gel û hêzên kurd şermezar kir û diyar kir ku “Divê dewleta Îranê ji bo daxwazên gelên Îranê, bi taybetî yên jinan û çareserkirina pirsgirêkan, gavan biavêje. Daxwaza gelên Îranê rewa û gerdûnî ne.”

* Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 30’ê îlonê de ragihand ku belgeyên fermî bi dest xistine ku rayedarên payebilind ên Îranê ferman dane ku li hemû bajaran bi şêweyê herî ‘tund’ mudaxele li çalakvanan bikin û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî hikûmeta Tehranê bi biryardarî bikeve nava tevgerê.

*Di 10’ê cotmehê de, Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew ê cezayên nû li ser Îranê bisepîne ku ji ber ku di xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî de tundî kiriye.

*Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di 18’ê cotmehê de daxwaza lêpirsîneke serbixwe û bêalî kir û diyar kir ku li Îranê li dijî zarokan binpêkirinên giran pêk hatine.

*4 hunermendên ji Îran û Rojhilat ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana gel stranek û klîba wê weşandin. Strana ‘Were Meydan’ ji aliyê hunermend Nasir Rezazî û hunermendên Faris Ebî, Şahîn Necefî û Pedram Şahlayî ve hat nivîsandin.

*15’ê cotmehê li Girtîgeha Evîn a Tehranê ku girtîgeha herî mezin a Îranê ye û bi hezaran girtî lê tên ragirtin, girtiyan ji bo piştgiriya serhildanê çalakiya li dar xistin. Li ser bihîstina tiştên li girtîgehê qewimîne, bi sedan welatiyan berê xwe da girtîgehê. Hêzên rejîmê li dijî gelê ku dixwest biçe girtîgehê, êriş kir. Ji bilî Girtîgeha Evînê, li girtîgeheke din pevçûn derket û li gorî agahiyên fermî yên berdest, di pevçûnan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

*Dewleta Îranê di 28’ê cotmehê de malbata Jîna Emînî xist hefsa malê.

*Fermandarê giştî yê Artêşa Pasdaran a Îranê Huseyîn Selamî li dijî xwepêşandêran gef xwarin ku û got 29’ê cotmehê dê bibe roja dawîn ku dakevin kolanan.

*Di 27’ê mijdarê de berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî diyar kir ku ew ji ber mudaxeleyên tund ên li ser çalakî û qedexeyên li ser înternet û ragihandinê yên li welêt bi fikar in. Ravîna Shamdasanî li avahiya NY’yê ya li Cinêvê civîneke çapemeniyê li dar xist û bang li Îranê kir ku dawî li êrîşên xwe yên li dijî gelê sivîl bîne.

*Hunergeha Welat vîdeoyeke muzîkê ya ji bo silavkirina serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weşand.

*Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) peyamên piştgiriya serhildana gel dan.

*Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serhildana gel a Îran û Rojhilat li 6 bajaran (Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Dêrazor, Şehba, Reqa) û navçeyan bi çalakiyên cuda hat destekkirin.

*Li Afganistanê jin ji bo piştgiriyê bidin gelê Îranê li ber sefaretxaneya Îranê ya li Kabulê hatin cem hev.

*Çalakiyên ji bo piştgiriya xwepêşandana gel a Îran û rojhilatê Kurdistanê li gelek deverên cîhanê belav bûn. Kurd û gelên dîasporayê li Fransa, Brîtanya, Kanada, Iraq, Şîlî û li gelek welatên din çalakî pêk anîn.

* Çalavkanan di 14’yê mijdarê de bi bangekê xwestin ku bi minasebeta komkujiya ku di sala 2019’an de li hemberî xwepêşandêrên bajarên Îranê pêk hatibû, serhildan were xurtkirin û biryar girtin ku ji 15’ê mijdarê ve 3 rojan çalakiyên bênavber lidar bixin.

ÇALAKIYÊN PORBIRÎNÊ

* Çalakiya ku jinan piştî merasîma cenaze ya Jîna Emînî ya di 17’ê îlonê de dest pê kir, dewam kir. Ev şêwaza çalakiyê li gelek deverên cîhanê hat destekkirin.

* Li Fransayê hunermendên wekî Juliette Binoche, Isabelle Huppert û Marillon Cotillard û xelatgirên Oscarê Marion Cotillard û Juliette Binoche ji bo piştgiriyê porê xwe birî.

* Hunermendên ji Spanyayê yên navdar ên wekî Penelope Cruz, Emma Suarez, Carmen Machi, Aitana Sanchez Gijon, Alba Flores û Maribel Verdu piştgirî da çalakiyê.

* Di Parlamentoya Federal a Belçîkayê de parlamentera îranî Darya Safayî porê xwe jê kir. Wezîra karên derve Hadja Lahbib û parlementer Goedele Liekens jî porê xwe jê kir.

* Li Spanyayê, zêdetirî 70 hunermendên jin ji bo destekê porê xwe jê kir.

* Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Trikiyê, jinên girtî ji bo protestokirina kuştina Jîna Emînî, porê xwe birî.

* Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî çêbû. Li Heleb, Kobanê û Qamişloyê bi dehan jinan porê xwe birî û desmalên xwe şewitandin.

* Li tirkiye û Bakurê Kurdistanê parlamenterên jin, parêzer, hunermend, xwendekar û aktîvîst jî tev li çalakiyê bûn û porÊ XWE BİRÎN.

BÎLANÇOYA ÊRIŞAN

Li gorî agahiyên ku me ji PJAK’ê wergirtine; di 55 rojên serhildana gel a li 138 navendên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dom dikin de, 54 jê zarok, 336 sivîl hatin qetilkirin. 15 hezar û 94 sivîl, 441 xwendekar hatin binçavkirin. Cezayê darvekirinê dane 9 kesan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî heta niha ji 22 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê agahî berhev kirine û bilançoya 54 rojan parve kir. Li gorî vê yekê, 336 kes hatine qetilkirin. Ji vana 43 zarok, 9 jî jin in.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (RMMK) jî,  di 55 rojan de 130 jê jin, bi giştî 775 kes hatine binçavkirin. Li gorî rêxistinê dibe ku ev hejmar pir zêdetir be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar