Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan di 11’ê Nîsana 1993’yan de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbarê dayika xwe dibêje: “Jiyan bi rastiya dayikê ve girêdayî ye. Beriya her tiştî di warê fizîkî de bûyîn rastiya dayikê ye” û bandora ku dayika wî li ser hiştiye û çawa ji têkoşîna jinan îlham girtiye di gelek vegotinên xwe de tîne ziman.
Uveyş Ocalan kî ye?
Uveyş Ocalan li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Kesê ku pê re hatiye zewicandin, hewl dide jineke din birevîne û ji ber ku jina dixwaze birevîne naxwaze pê re bireve wê dikuje. Dayê Uveyş ji vê bûyerê re li dadgehê şahidiyê dike û dibe sedema cezagirtina kesê jin kuştiye. Ew kesê ku li ser îfadeya Dayê Uveyş tê girtin li girtîgehê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Uveyş piştî vê yekê vedigere cem malbata xwe û bi Omer Ocalan ku ji heman gundî bû, re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber krîza dil wefat dike. Cenazeyê wê li gundê Amarayê yê gelek jê hez dikir tê definkirin.
Divê diyariyek din hebûna
Uveyş bi kesayeta xwe ya xurt û bi berxwedana xwe tê nasîn û di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokek anî dinê nizanibû ku ew ê bibe rêberek û çarenûsa Gelê Kurd biguherîne. Uveyş gotinên wekê ‘Ji min re kumaşekî fistan bigire’ dibêje û li ser vê Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo hêjayî wê bim li gorî min divê ez ji bo Kurdistanê têbikoşiyam. Tevî hemû nakokî û pevçûnan dîsa jî ewladekî baş yê dayikê wisa pêkane.”
‘Tofanek serhildanê…’
Abdullah Ocalan baldikşîne ser karekterê serhildêr ê dayika xwe û diyar dike ku di nêzîkatiya pirsgirêka jinan û kesayeta wî ya têkoşer de para dayika wî mezin e û got: “Bandora dayika min tunebûna ez nikaribû wisa nêzî têkoşîna jinan bibim?Van têkiliya bandor li ser min kir û rê li ber vekir ku ez li hember mafên jinan baldar bim.Nakokiyên min ên bi malbatê re pir zû dest pê kirin. Ev yek bû sedem ku bi xwe re pêşveçûnan çêbikim. Divê ez vê jî bi bîr bixim ku dibû ez zarokekî stuxwar bûma, lê dayika min li gorî nakokiyên xwe min teşwîqî şer kir. Ez dikarim bibêjim ku min terbiyeya herî mezin ji dayika xwe girt. Min di helwestên dayika xwe de ev yek dît. Ger tu bi dijminên xwe re şer nekî tu nikarî nan bixwî û tu carî nikarî bijî! Ev yek ji bo perwerdeyê taybetmendiyeke girîng e. Dayika min li hemberî kesên ji xwe re dijmin didît têkoşer bû.”
‘Dayika min têkoşerek mezin bû’
Abdullah Ocalan her wiha ev nirxandin jî kiribû: “Ez dizanim ku dayika min têkoşerek mezine. Di temenê biçûk de têkoşîn fêrî min kir. Hîna jî bandora wê li ser min heye. Dayika min hestek wiha bi min re afirand. Tu xwe bispêrî min, piştgirî û alîkarî ji min bigirî, wisa bi girîn û gazin nikarî bijî. Divê teqez tu bi xwe bersiv bidî. Ev yek dibe sedema hestê xwegihîştin û tolhildanê. Dayika min wek tofaneke serhildanê bû. Li gund bi serhildêriya xwe dihat nasîn. Li hember kesî serî neditewand. Jin mêr ferq nedikir, bi serde diçû, hesab dipirsi.”
‘Digot bi berxwedanê mirov qezenc dike’
Fatma Ocalan jî dayika xwe Uveyşê di roportajek xwe de wiha vedibêje: “Dema me li derve bi kesekî re şer bikira, dayika min her tim digot liberxwe bidin. Ev ji me dixwest. Digot bi berxwedanê mirov bi ser dikeve. Dema dayika min bi bavê min re zewicî, keçeke bavê min ya ji hevjîna wî ya ewil hebû. Dayika min ew jî bi me re mezin kir. Dayika min ligel mezinkirina me li nav zeviyan jî dixebitî û dema ku dihat malê jî karê malê dikir. Dayika min pir ji birayê min Abdullah hez dikir. Dema nexweş biketa tiştek bibûna her tim li gel wî bû. Birayê min Abdullah û xwişka min Eyne bi kesayeta xwe li dayika min çûne.”
‘Uveyş jinek serbilind bû’
Fatmayê her wiha destnîşan kir ku dayika wê gelek mêvanpewer bû û wiha dibê: “Dema mêvan bihata mala me dayika min pir kêfxweş dibû. Em dema ji nav zeviyê dihatin dayika min ji me re girar û dew çêdikir. Me hemûyan pir ji vê xwarinê hez dikr. Dayika min gelek dihat hezkirin. Her tim xwedî vê baweriyê bû ku digot wê rojekê Gelê Kurd bi ser keve. Her tim digot ‘em ê rojekê biserkevin. Dayika min Uveyş jinek bi qîmet û rumet bû.”