Xwepêşandan û nerazîbûnên gel li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî li bajarên rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û di demeke kurt de gihan heta bi paytexta Îran Tehran û bajarên ku niştecihên wan ne kurd in jî.
Bi rastî di van xwepêşandanên vê carê de cudahiyeke mezin ji xwepêşandanên berê yên kurdan hebû. Her çendî rejîma Îranê di hemû xwepêşandanên kurdan ên berê de mijarên wekî cudaxwazî, parçebûna Îranê û tewanbariyên bi vî rengî dikirin behane û daxwazên kurdan di tepisandin. Vê carê rejîma Îranê nikaribû vê yekê bike û gel û neteweyên din ên Îranê vê carê bêdeng neman. Her wiha cihê xwe ne li kêleka rejîma Îranê lê li kêleka gelê kurd girt.
Lewre jî em dibînin ku li Îranê êdî pêvajoya lîstikên li ser esasê neteweyî, mezhebî û milî hatine derbaskirin û êdî ne kêrhatî ne.
Hemû gelên Îranê li ser bingeha hin daxwazên giştî û mafên rewa dikarin werin ba hev û li kêleka hev li dijî vê rejîmê û ji bo berjewendî û çarenûsekê ji bo hemû gelên Îranê têkoşînê bikin.
Lewre jî em dibînin ku xwepêşandanên mezin li Tehranê jî çêdibin. Tevlibûna Tehranê ya van xwepêşandanan gelekî girîng e ji ber ku Tehran bajarekî mezin e û ji aliyê neteweyî û dînî ve bajarekî pirreng e. Li wir sunî hene, elewî hene, kurd, fars û neteweyên din jî hene.
Ne tenê li Tehranê, li bajarê Meşhedê jî ku bajarê herî mezin yê duyemîne û li bajarê Kirmanşahê jî xwepêşandanên mezin çêdibin.
Li Îranê xwepêşandan vê carê ne tenê li bajarên kurdan, ne tenê li taxên kurdan, ne tenê ji aliyê neteweyekê ve, ne tenê ji aliyê mezhebekî ve, ne tenê li taxên feqîr û xizanan lê li taxên dewlemendan ve jî xwepêşandan hebûn.
Wekî mînak li Tehranê li herêma Narmak û Sitarxan xwepêşandan û nerazîbûnên gelekî xurt hene. Vê carê xwepêşandan hem li bakurê îranê hene hem li başûrê Îranê. Anku hem li taxên feqîran hem li taxên zengînan hene.
Wekî tê zanîn piraniya gelê kurd ê rojhilatê Kurdistanê sunî ne lê kurdên bajarê Kirmanşahê şîî ne. Yek ji balkêşiyên van xwepêşandanan jî hem kurdên sunî û hem yên şîî jî bûn xwedî yek helwest û bi yek armancê daketin kolanên bajarên xwe.
Xwepêşandan gihan heta bi herêma Tebrîz û Azerbeycanê jî û bi herdu baskên xwe yên rojhilat û rojava tev li van xwepêşandan û nerazîbûnan bûn.
Bajarê Îsfehanê jî ku bajarekî farsa ye û bajarekî dîrokî yê girîng e ew jî bi xurtî, tev li van xwepêşandanan bû.
Bajarê Qum wekî paytexta dînî ya Îranê ye lê ne dûre ku em di rojên pêş de tevlibûna bajarê Qum jî ya van xwepêşadan û nerazîbûnan bibînin. Ji ber ku berê jî gelek caran li vî bajarî xwepêşandanên ji bo azadiya jinan hatin kirin, di wan xwepêşandanan de daxwazên wekheviya di navbera mêr û jinan de dihate kirin. Lewre ne dûr e ku ew bajar jî tev li vê serhildanê bibe û dengê xwe bi yê azadîxwazan re bilind bike.
Çirûska pêşî ya serhildana Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û di demeke kurt de li tevahiya Îranê belav bû. Êdî ne tenê kurd, lê gelên Îranê bi hemû pêkhateyên xwe yên dînî û neteweyî tev li vê serhildanê dibin û daxwazên xwe yên azadî û jiyaneke bi rûmet tînin ziman.
Tevî ku ev xwepêşandan û nerazîbûn li dijî kuştina jinekê ji ber cil û bergê wê qewimî be jî lê ji bilî astengiyên li pêşiya azadiya jinan gelek pirsgirêkên din jî li wî welatî hene. Îran krîzeke aborî ya mezin dijî. Ji ber ambargoyên li ser Îranê û siyasetên wê gelê Îranê jî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimîne, xizanî gelekî belav bûye û piraniya gelê Îranê zehmetiyên debara jiyanê dikişîne. Îca ji bo rojhilatê Kurdistanê, ji bo kurdan tevî wan hemû pirsgirêkên me behsa wan kir nexweşiyên ji ber neçareserkirina pirsa kurd jî li wan zêde dibe û ev bar li ser pişta kurdan zêdetir dibe.