Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Serhildana Qamişlo sînorek ji kiryarên şovenîst ên rejîma Baas re danî’

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya salvegera serhildana Qamişloyê ya 2004’an daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bi boneya salvegera serhildana Qamişlo, di destpêkê de em bejna xwe li ber şehîdên serhildana Qamişlo û tevahiya şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditewînin.

Komployeke plankirî û rêxistinkirî bû, komek endamên partiya Baas ên şovenîst bi desteka rejîma Sûriyeyê komployek li dijî gelê kurd pêk anîn. Bi rêya wê xwestin nasnameya kurdên li Rojava û Sûriyeyê tune bikin û fitneya mezhebî di navbera kurd, ereb û pêkhateyên din de biçînin. Lê ew bûyer veguherîn serhildana gel a li hemberî komplogerên Baas ên şovenîst. Hêza gelê serhildêr rêveberiya dewleta Sûriyeyê neçar kir ku bêje gelê kurd beşek bingehîn ji tevna civakî ya Sûriyeyê ye.

Di serhildana 12’ê adara 2004’an a Qamişloyê de gelek guhertinên mezin çêbûn. Jê sînorek ji binpêkirinên hovane yên rejîma Baas a Sûrî re hate danîn. Di encamê berxwedana gelê me de û bi saya fedekariya bi dehan şehîdan û bi sedan birîndaran serhildan li tevahiya bajarên Rojava di nav de bajarê Helebê û hinek bajarên Sûriyeyê yên ku kurd tê de dimînin belav bû. Rejîmê gule li dijî gelê me yê serhildêr bikar anî.

Ev serhildan asta giyanê şovenîst a endamên partiya Baas li hemberî kurdên li Sûriyeyê û asta bandorbûna rejîma Baas a Sûriyeyê bi rejîma Tirkiyeyê ya şovenîst li gel lihevkirina Adanayê, aşkera kirin. Li gorî wê lihevkirinê qanûn hatin derxistin, ku di encamê de binçavkirinên hovane û bêserûber li dijî civaka me hatin destpêkirin.

Lê gelê me serî netewand. Berovajî wê gelê me hêza xwe bi hêviyeke mezin ber bi parastina mafên xwe ve girt, refên xwe birêxistin kirin, li her derê dest bi çalakiyên protestoyî yên aştiyane û demokratîk kir û banga serbestberdana girtiyan kir û helwesta saziyên ewlehî yê dewletê şermezar kirin.

Di vê pêvajoyê de ku Sûriyeyê di şerekî kûr piştî 9 salan ji kuştin, wêrankirin û berbelavbûnê re derbas dibe, serokkomarê Sûriyeyê Beşar El Esed piştî ku nikarîn vîna gelan û yekitiya wan têk bibe, fitneyê di navbera pêkhateyan de biçîne û piştî ku nikarîn êlan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne, daxuyaniyên li dijî kurdan dide û dibêje kurd ne ji Sûriyeyê ne.

Di demekê de ku li dijî Sûriyeyê gefên parçekirinê ji aliyê Tirkiyeyê ve têne kirin ku hewl dide beşek ji xaka Sûriyeyê tev li xwe bike û piştgiriya terorê dike, em dibînin ku rejîma Sûriyeyê kirinên dagirkeriya faşîst li dijî axa Sûriyeyê paşguh dike û ji berpirsyarî, vedîtina çareseriyên bingehîn direve. Di heman demê de vîn û yekitiya gelan di bin siya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyeyê li dijî terorê têdikoşîne qebûl nake.

Em bawer dikin ku mîna van daxuyaniyan xizmeta çareseriya Sûriyeyê nake lê belê aloztir dike û rêyên li pêşiya nakokiyên nû vedike û xizmeta biratiya gelên Sûriyeyê yanî her projeyek çareseriya demokratîk nake.

Em teqez dikin ku çareserî di projeyên ku li ser bingeha siyaseta civaka exlaqî hatiye avakirin de pêkan e. Pojeya Rêveberiya Xweser a ku nûnertiya vîna pêkhateyên Sûriyeyê dike çareseriya herî guncav e. Çareserî ne bi înkarkirina vîna gelên azad ên ku teror tune kirin, gelek destkeftî bidest xistin û yekitiya axa Sûriyeyê parastin ji bo ku bigihêjin Sûriyeyek demokratîk ne navendî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar