Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serhildana Rojhilat 73 rojan li dû xwe hişt

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê  serhildana ku piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî dest pêkirin didome. Hêzên dewleta Îranê ji bo serhildana ku li di nav gelan de berbelav bûye bitepisîne bi awayî herî tund  êrîşê xwepêşandaran dike. Lê tevî hemû êrîş, kuştin, revandin û îşkenceya  heyî jî nikarin pêşî li serhildana ku di 16’ê îlonê de destpêkiribû bigirin.

Çalakî her roj bi şêweyên cuda tên lidarxistin. Di 28’ê mijdarê de li bajarên Sine û Abdanan ên rojhilatê Kurdistanê ciwan careke din daketin qadan û çalakiyan li dar xistin.

Her wiha li hin zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarê Sine tevî zextan jî xwepêşandana xwendekaran dewam kir.

Hêzên dewletê li gelek bajaran bendan danîn û xwepêşander binçavkirin û pêla girtinê dan destpêkirin. Hat zanîn ku li bajarê Sine 4 kesên ji heman malbatê bi navên Afaq, Şemsê, Parwîz û Xesrew hatine girtin.

Şoreş Niknam ku di nava kesên di xwepêşandanên bajarê Mehabadê de jiyana xwe ji dest dabû, bi beşdariya gelek kesan li gundê Qelauxe hat definkirin.

Xwendekarên zanîngehê li gelek bajarên Îranê çalakiyên xwe berdewam kirin. Li hin deverên paytext Tehranê jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Greva ku ji aliyê hin karker û ajokaran ve li bajarê Kirmaşanê yê rojhilatê Kurdistanê û li bajarên Îranê yên weke Îsfehan, Şîraz, Kaşan û Bender Ebas hatibû destpêkirin, didome.

4 sendîkayên teqawîtbûyî jî piştgirî dan çalakiyan û xwestin dawî li cihêkariya zayendî ya li welêt bê anîn, hemû girtî tavilê bên berdan û kesên îşkence li çalakgeran kirine bên girtin û darizandin. Sendîkayên teqawîbûyî diyar kirin ku, ger hêzên rejîmê guh nedin daxwazên xwepêşanderan û êrîşên xwe berdewam bikin, hişyarî dan ku wê gel li dijî tundiyê bêbersiv nemîne.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya beriya hefteyekê, ji 16’ê îlonê ve herî kêm 416 kes ku 51 ji wan zarok in, hatine kuştin.

Her wiha ji aliyê hin çavkaniyan ve hat diyarkirin ku serhildana heyî heta niha li 277 bajaran belav bûye û herî kêm 541 kes hatine kuştin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar