Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Serhildana Şêx Seîd ji bo hemû tevgerên kurd bû çavkaniya îlhamê’

Partiya Azadî bi boneya 95’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serhildana Şêx Seîd li Kurdistanê liberabûna herî mezin a li dijî dagirkeriyê bû.

Daxuyanî wiha dom kir:

“Bi rêbertiya Civaka Azadî ya Kurdistanê û bi destê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî, li Pîranê di sibata 1925’an de serhildana ku çêbû dîsa di hezîrana heman salê de bi darvekirina şehîdên ezîz ên Kurdistanê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî ve bi dawî bû. Ev serhildana ku di xwe de edalet, azadî, daxwazên îslamî û kurdistanî dihewandin, li bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke zêde ya gel ve çêbû û ji mezintirîn liberabûneke li dijî dagirkerî, zordestî û înkara li Kurdistanê ye. Ji ber vê liberabûnê ye ku ji bo tevgerên piştî wê derketine bûye kanîya îlhamê û her wiha bi awayekî pir zelal daye nîşan ka daxwazên Kurdistanî ji çi tiştan pêk tên.

Vê serhildanê, projeya kemalîzmê ya ku xwestiye bakurê Kurdistanê asîmîle bike tune kiriye û her wiha aîdiyeta kurdî, kurdistanî û îslamî ya li nava kurdan de jî parastiye. Sûc û gunehên ku rejîma kemalîst a Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê li ser navê Qanûna Takrîrî Sukûn, Mehkemeyên Îstîklalê, Operasyonên Tenqîl û Tedîpê kirine, bûne birînek di wijdane mirovahiyê de.

Di encama kirinên bi vî rengî de di 29’ê hezîrana 1925’de bi şevê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Amedê hatine bidarvekirin û şehîdkirin. Ji bo ku Şêx Seîd Efendî û doza wî di bîra mirovan de nemîne, hem ji bo wî hem jî ji bo rêhevalên wî kêlikeke mezelê wî jî nehiştine. Heman kirin ji bo ewladê qehreman ê Dêrsimê û rêber û şexsiyetekî kurdistanî şehîd Seyîd Riza û îftixara alema îslamê, alimê gewre û ewladê Kurdistanê Seîdê Kurdî jî hatiye kirin.

Cudahiyek an jî rêz û doreke pêş û paş di azadiya Kurdistanê de û di daxwazên gelê me yên edalet û azadiyê de û her wiha di daxwazên îslamî û însanî de tune ne. Berevajî vê, aşkera ye ku daxwazên kurdistanî ne li dijî meslehetên îslam û umetê ne. Gotinên kemalîst, baasî û hevalbendên wan ên der barê azadiya Kurdistanê de ku dibêjin – Azadiya Kurdistanê zirarek e ji bo yekitiya alema îslamê û ereban – bi temamî ji rastiyê dûr in.

Bes bi azadiye tevê xelkê misilman umeta îslamê dê biserkevê.

Temsîlkarên rewa yên siyasî yên gelê Kurdistanê û temamê gelê Kurdistanê; bi taybetî jî ji ber ku piraniya xelkê Kurdistanê misilman e, hem hay ji berpirsyariya xwe ya îslamî û hem jî ya însanî hene. Lê belê ew hikûmet û dewletên ku cînarên Kurdistanê ne û qaşo îslamî ne hay ji berpirsyariya xwe nînin û her wiha wezîfeya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê jî pêk neanîn e. Bi vê navgînê em careke din rêberê serhildana Kurdistanê ya di sala 1925’an de Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî di 95 saliya şehadeta wan de bi rêz û bi hurmet, bi spasî û bi rehmet bi bîr tînin. Em hêvîdar in ku doza gelê Kurdistanê ya ji bo edalet, azadî, wekheviyê bi aştiyê bi encam bibe û her wiha aştî û biratî bibe para hemû gelê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn, umeta îslamê û mirovahiyê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar