Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serhildanana rojhilatê Kurdistanê berdewam dike

Serhildana Rojhilat tevî hemû tundî û îşkenceyan di hefteya dehemîn de jî didome.

Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî kuştin, tundî, girtin, darvekirin û gulebaranên dewleta Îranê di hefteya xwe ya dehemîn de berdewam dike. Di hefteya dehemîn ya xwepêşandanan de jî xwepêşander hatin kuştin.

Duh li bajarên Sine, Mihabad, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqîz, Dîwandere, Merîwan, Qurwe, Kamyaran, Sehne, Pawe, Îlam, Abidanan û gelek cihên din serhildan berdewam bûn.

Li Dîwandere hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan barandin, li gorî hinek çavkaniyan herî kêm 5 xwepêşander jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Mahabadê bi sedan kes tev li merasîma veşartina cenazeyê Kemal Ehmed Pur bûn ku di xwepêşandanên rojên borî de hatibû kuştin. Piştî merasîmê xwepêşandan hat lidarxistin.

Li bajarê Sine hêzên dewleta Îranê êrîşî ser xwendevanên zanîngehê kirin, xwendevanan jî li dijî hêzên rejîmê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li ser asta Îranê ji taybet li zanîngehan, grev û çalakiyên xwedevanan dewam kirin. Bi taybet li Tahran, Meşhed, Esfehan, Tewrêz, Şîra, Ehwaz û gelek bajarên din xwendevan daketin qadan.

Li bajarên Tahran, Şîraz, Esfehan, Zahîdan û gelek herêmên din jî çalakiyên dijî dewleta Îranê hatin lidarxistin. Herwiha dijî kuştina çar zarokên di xwepêşandanên rojên borî yên li bajarên Seqiz û Îze de, Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan bang li her kesî kir ku îro û sibe li seranserê navendên dibistanan boykot were ragihandin.

Li dervey Îranê jî, li gelek bajarên Ewropa, Amerîka, Kanada jî welatiyan bi çalakiyên cur be cur piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar