Li ser qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên hicab ên Îranê ve hatibû qetilkirin re 5 meh derbas dibe. Mirina Jîna Emînî bû çirûskek ku agirê xwepêşandanên herî mezin ên di dîroka Komara Îslamî de yên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azad’ geş kir ku hîna tevî kuştin, girtin, îşkence û darvekirinan jî nehatiye vemirandin.
Li pişt belavbûna qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ku di 12’ê îlona sala 2022’yan de ji aliyê polîsên hîcab ên dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin, di bin pêşengtiya jinan de ji Tehranê heta Rojhilatê Kurdistanê welatî daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandanên ku bi navê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li seranserê cîhanê belav bûyî, 5 mehan temam dike û tevî kuştin, girtin û darvekirinan heta niha bi şêweyên cur be cur û bê navber berdewam in.
488 xwepêşandar hatine qetilkirin
Yek ji sedemên ku hêla xwepêşandan û çalakî heta niha berdewam bikin û textê Komara Îslamî ya Îranê ya 44 salî bihejîne, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku ne tenê jinan, tevahî beşên civakê yên ku ji sîstema Komara Îslamî ya Îranê nerazî li dora xwe kom kir.
Her çendî Komara Îslamî di nava van 5 mehên borî de xwestibe bi kuştin, serkutkirin, şîdet, girtin, îşkence, belavkirina tirsê û sepandina cezayên darvekirinê dawî li xwepêşandanan bîne jî, lê heta niha nekariye agirê vê berxwedanê vemirîne ku hîna bi şêweyên cuda cuda berdewam e.
Li gorî bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve herî kêm 488 xwepêşander di encama şîdet û gulebaranên raste rast ên hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest dane ku 64 jê zarok in û 39 jê jin in.
Her wiha ji bo rê li belavbûna xwepêşandanan bigire, bi belavkirina hêzek mezin a leşkerî li bajaran, serdegirtina malên welatî û çalakvanan, îşkence, binçavkirin, qutkirina înternetê û girtina rojnamevanan tirseke mezin ava kiriye.
4 xwepêşander hatin darvekirin, 110 di bin metirsiya darvekirinê de ne
Rêyek din ya ku Komara Îslamî ji bo rawestandina xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikartîne, sepandin û pêkanîna cezayên darvekirinê ye. Di vê çarçoveyê de heta niha 4 xwepêşanderên bi navê Muhsîn Şîkarî, Mecîd Reza Rehnewerd, Mûhammed Mehdî Keremî û Seyîd Mûhammed Huseynî hatine bi darvekirin. Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê herî kêm 110 xwepêşander bi metirsiya sepandin û pêkanîna cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.
Ji bo çavtirsandina civakê, di nava 5 mehên borî de, li ser kesên ku têkiliyan wan bi xwepêşandanan ve neyî ku bi tometên cuda cuda yên weke kuştin û bazirganiya madeyên hişber hatîn destgirtin, sepandina cezayên davekirinê zêde kiriye.
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka sala 2023’yan heta niha 76 kes bi tometên cuda cuda li Îranê hatine darvekirin.
Her wiha ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 20 hezar kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine girtin ku di nav de mela, rojnamevan, werzîşvan, mamosta, çalakvan û zarok cih digirin.
Ruxmê ku li aliyekê bi biryara Rêberê Komara Îslamî Elî Xamneyî ya lêborînê rojane xwepêşandan tên berdan jî, lê li aliyê din pêngava girtina çalakvan û xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e.
Tevî vê asta zext, kuştin û gefan, berdewamî û israra li ser berdewamiya serhildanê yekem taybetmendiya cudakirina serhildana niha ji xwepêşandanên berê û mezintirîn destkefta tevgera sivîl tê hesibandin
Dîwarê 44 salî derizand
Dîwarê ku Komara Îslamî li ser şoreşa gel 44 sal in ji xwe re bilindkirî, bi berxwedan û têkoşîna Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deriziye. Dirûşma Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêviyek. Ji bo wê ji hemû deman zêdetir ji bo mafê xwe û dawî lêanîna zext û zordariyê bi hemû hêza xwe ve dixebitin.
Her wiha li aliyekî din di dîroka Îranê de cara yekeme ku li welatên derve yên Ewropa û Amerîkayê bi deh hezaran kes ji bo piştgiriya xwepêşandanên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dadikevin kolanan û hîna jî li gelek bajarên welatên ji derve berdewam in.
Di 4’ê sibatê de serokê girtî yê Tevgera Kesk Mîr Hisên Musewî pêşniyar kir ku ji bo bi şêweyekî aştiyane guhertina desthilatê, referandum were kirin û destûrek nû li ser vê armancê were amadekirin. Piştî banga Mîr Hisên Musewî, 7 girtiyên siyasî ku hinek ji wan ji berpirsên berê yên hikûmeta Îranê ne, pêşwazî li bang û pêşniyara Mîr Hisên Musewî kirin û gotin: “Yekane rêya rizgariya welat ew e ku desthilatdar, mafê gel yê xwe bi xwe diyarkirina qedera xwe, bipejirîne ye.” Ev jî nîşan dide ku ew kesên ku berê di wê baweriyê de bûn ku di vê rejîmê de çaksazî têne kirin, niha li xwe mikur tên ku ew xelet bûn û ji bilî jinavbirina rejîma niha tu rê li ber guhertinan nemaye.
Gelê Kurd wek pêkhateyek neteweyî hem bi dirêjiya temenê Komara Îslamî û hem jî ji beriya Komara Îslamî hewla bi destxistina mafê xwe dide. Di vê serhildanê de roleke çalak lîstiye û li ser çawaniya bidestxistina encamên vê tevgera xwepêşandanê jî xwedî nêrîn e.