Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şerîk: Ala 14’ê Tîrmehê li ba ye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di salvegera 38’an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê nirxand.

Cemal Şerîk di destpêka axaftina xwe de şehîdên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anî û wiha got: “Rêber Apo peyama şehîdên 14’ê Tîrmehê wergirt. Beriya wan, hevrê Mazlûm Dogan gotibû ‘dengê me bidin bihîstin’. Ji bo têkoşînê dem hatiye. Rêber Apo ew peyama ku ji Mazlûm Dogan wergirt, bi peyama şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ji bo bi cih bîne kete nava liv û tevgerê. Lewma yên ku 14’ê Tîrmehê dan jiyîn, gerîlayên li çiyê bûn. Çalakiya mezin a gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an tê wateya xwedîderketina li mîrateya berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê.”

Bû nefesek ji mirovan re

Şerîk bi bîr xist ku 14’ê Tîrmehê di nava şert û mercên herî giran ên êrîşkariya qirker a 12’yê Îlonê de pêk hat û wiha domand: “Di nava şert û mercên wê demê de welê mirovan hatibû ku nikaribûn nefesê jî werbigirin. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bêhn anî ber mirovan. Gel bi vê nefesê xwedî li rastiya xwe ya civakî, xwedî li nirxên xwe derket. Vê yekê jî civakîbûna li Kurdistanê, bilindbûna demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê afirand ku faşîzma 12’yê Îlonê hewl dida tune bike. Wê demê di nava civaka Kurdistanê de têkoşîna gerîla dest pê kir û heta niha gelek nirx li Kurdistanê afirandine. Di heman demê de ji bo tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî rê û rêbazên jihevxistina zextên 12’yê Îlonê û nêzîkatiya şoreşger destnîşan kir.”

Gerîlayên azadiyê li her derê ne

Di axaftina xwe de Şerîk destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê ji pêvajoya 12’yê Îlonê cudatir nîne, rewşa nûbûyî ya faşîzma 12’yê Îlonê ye û ev tişt anî ziman: “Bahçelî-Erdogan jî ew kesayet in ku karakterê vê demê yê Kenan Evren temsîl dikin. Felsefeya 12’yê Îlonê senteza tirk-îslamê bû. Ew fikir û nêrîn niha di kesayetiya Erdogan, Bahçelî de şênber bûye. Di dema 12’yê Îlonê de êrîşkarên mîna Suleyman Soylû gelek bûn, lê belê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê helwesteke şênber nîşan dan ku dawî li wan hatiye. Di şert û mercên heyî de jî pêvajoyeke bi heman rengî heye, dişibin hev. Niha PKK û gerîlayên azadiyê yên mezin hene. Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê, li navendên girîng ên Tirkiyeyê, li çiyayan bi cih bûne. Tevgereke xurt a civakî heye, hişmendiyeke civakî heye, hişmendiya civakî ya bi misogeriya gerîla afirî û tevgera civakî tevî zext û zordariya faşîzma AKP-MHP’ê jî dibêje ’em hene’ û têdikoşe. Destketiyên mezin ew çeper in ku di encama têkoşînê de hatine bidestxistin. Gerîla xurt e, gel û civak li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin.”

Dê ala 14’ê Tîrmehê tu carî nekeve erdê

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku têkoşîna ku gerîla niha li Heftanînê dimeşîne nîşaneya vê rastiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel zext û zordariyê jî israra gel a di têkoşînê de ye. Ev yek rastiya şehîdan e. Xwedîderketina gel a li şehadetan e. Ev xwedîderketin wê têkoşînê bilindtir bike. 14’ê Tîrmehê derbeke giran bû ku li 12’yê Îlonê ket, lê belê di heman demê de ala têkoşînê bilind kir. Ala têkoşînê ya 14’ê Tîrmehê di 15’ê Tebaxê de li çiyê li ba bû. Ev al niha jî li nava têkoşînê di destê berxwedêran de digere. Hevrê Kasim û Helmet jî di nava vê têkoşînê de li refên herî pêş bûn. Ev têkoşîn û pêşbirka alê dê bidome, wê heta serketinê ev al tu carî nekeve. Ev al îro li Heftanînê di destê gerîla de li ba ye. Li bajaran jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di hêrsa gel de li ba ye û ji niha û pê ve jî wê li ba be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar