Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şerîk: Berxwedana Rêber Apo sînorên Îmraliyê derbas kiriye

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku şoreşa Kurdistanê li gel her tiştî jî li ser piyan bimîne, PKK li gel her tiştî têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike û wiha got: “Li gel nebûna derfetan jî bi hêza fikrî xwe diparêze û bi vê yekê jî dibe mînak ji tevahiya mirovahiyê re. Di asta heyî de berxwedana Rêber Apo ji sînorê Îmraliyê derbas bûye.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera komploya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî.

Şerîk ev tişt anî ziman: “Di salvegera 25’an a komploya navdewletî de beriya her tiştî Rêber Apo silav dikim ku di nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de 25 sal in di nava şert û mercên awarte de li ber xwe dide, bi berxwedanê dîrokê dinivîsîne. Her wiha di şexsê hevrêyên me de yên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komploya navdewletî bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan hemû şehîdên me yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînim. 25 sal demeke ji çaryek sedsalê ye. Demeke kurt nîne. Rêber Apo piraniya van 25 salan li girtîgeheke yek kesî derbas kir. Tevî ku dema dawî hin heval birin gel wî jî ji ber ku di navbera wan de jî sîstemeke tecrîdê hatiye avakirin, piraniya jiyana xwe, her kêliyên jiyana xwe bi têkoşînê derbas dike. Lewma vê berxwedana dîrokî careke din silav dikim. 25 sal kêm nîne. Em zanin ku di nava vê pêvajoyê de şoreş pêk tên. Her wiha li hemberî şoreşê, şoreşên dijber têne kirin, hewl tê dayin ku bê têkbirin. Çaryek sedsal di dîroka gelan de demeke girîng e ku pêşketinên girîng lê dibe. Lewma divê mirov 25 salan ji rêzê nebînin. Divê mirov bala xwe bidin ser bûyerên ku di nava van 25 salan de qewimî ne.”

Jinûve çêbûn, jinûve nirxandina cihanê

Şerîk li ser berxwedana Rêber Apo ya bêhempa jî rawestiya û wiha got: “Rêber Apo di nava van 25 salan de bênavber li ber xwe da û kir ku şoreşa Kurdistanê bigihêje vê astê. Şert û mercên dîlgirtinê li pêşiya vê rola wî nebû asteng. Bêguman eger ne dîlgirtî bûya, di nava şert û mercên cuda de bûya wê gelek tiştên din bi gelê Kurdistanê, bi mirovahiya cîhanê bida qezençkirin. Lê belê tevî vê yekê jî di nava şert û mercên heyî de rastiyeke gelekî girîng bi şoreşa Kurdistanê, gelên herêmê, mirovahiya cîhanê da qezençkirin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ku em weke paradîgmaya nû pênase dikin, yek ji van destketiyan e ku afirandiye. Ev yek mîna jinûve çêbûnê ye, jinûve nirxandina cîhanê bi rengekî rast e. Ji ber vê yekê hêzên ku komploya navdewletî li Rêber Apo kirin 25 sal in Rêber Apo kirine hedefa xwe. Ji ber ku tiştên afirandiye tê wateya guhertina sîstema modernîteya kapîtalîst, meşandina têkoşîna li dijî wê, li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst birêxistinkirina modernîteya demokratîk e. Ji ber vê wateyê komploya navdewletî ne tenê Rêber Apo dîl girt, di heman demê de dewam dike.”

Têkoşîna azadiyê gihîştiye her derê

Cemal Şerîk şert û mercên giran ên 25 salên dîlgirtinê bi bîr xist û wiha domand: “Li gel nebûna derfetan jî bi hêza fikrî xwe diparêze û bi vê yekê jî dibe mînak ji tevahiya mirovahiyê re. Di asta heyî de berxwedana Rêber Apo ji sînorê Îmraliyê derbas bûye. Têkoşîneke gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn a li dijî vê sîstemê ye. Têkoşîna mirovahiya cîhanê ya li dijî wê sîstemê ye. Yanî ji sînorên Îmraliyê derbas bûye, di nava sînorên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de gihîştiye asteke berxwedanê. Û ev berxwedan ne tenê bi Rêber Apo re dimîne. Bi rêbertiya Rêber Apo ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve tê meşandin. Ne tenê gelê Kurdistanê û kadroyên PKK’ê, di heman demê de mirovahiya cîhanê xwedî li fikrên Rêber Apo derdikeve. Nîşaneya şênber a vê yekê ew e ku fikrên Rêber Apo îro bi zimanên cuda têne wergerandin. Divê mirov di nava rastiyeke bi vî rengî de 25 salên komploya navdewletî binirxînin. Li hemberî komploya navdewletî çi hatin kirin, çi bi dest ketin; ev hemû bi şênberî radixin pêş çavan.”

PKK li gel her tiştî têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike

Cemal Şerîk da zanîn ku di nava 25 salan de gelek rêxistinên ku Rêbertiya wan dîl hate girtin tasfiye bûn û wiha pêde çû: “Mînak rewşa gerîlayên Rêya Ronahiyê ya li Perûyê bi vî rengî ye. Her wiha di bin êrîşên giran de gelek tevger li ber tasfiye û belavbûnê ketin. Hîn jî hin rêxistin hene ku li hemberî êrîşên bi vî rengî nikarin xwe komî ser hev bikin. Lê belê li Kurdistanê bi vî rengî nebûye. Yê ku nehişt bi vî rengî bibe Rêber Apo bi xwe ye. Di her firsendê de ji bo pêşketina şoreşa Kurdistanê nirxandin kiriye. Her gotineke wî mîna bandora domîno li her derê belav bûye. Bandorek di wê astê de dike. Ev bandor dike ku şoreşa Kurdistanê li gel her tiştî jî li ser piyan bimîne, PKK li gel her tiştî têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike. Her wiha dike ku fikrên Rêbertî li Kurdistanê, herêmê û tevahiya cîhanê li nava gelan belav bibe. Ya ku vê pêk tîne jî têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ya li nava şert û mercên Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê destketiyên afirandiye gelekî mezin in. Van destketiyan şoreşa Kurdistanê hîn bi pêş ve biriye. Derfet pêşkêş kiriye ku bi rê û rêbazên nû yên têkoşînê ev têkoşîn dikare hîn bêhtir bê pêşvebirin. Kir ku bi vê rêbazê pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komploya navdewletî bi esaswergirtina berxwedana Rêberê Gelê Kurd dikare bê têkbirin û anî ziman ku esas wergirtina berxwedana Rêbertî jî bi kirina karê rêbertî yek bi yek nabe.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku esaswergirtina Rêbertî bi fêhmkirina fikrên wî û bicihanîna wan fikran dibe û li ser vê bingehê di sala 25’an a komploya navdewletî de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din silav kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar