Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şerîk: Çareserî konfederalîzma demokratîk e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ku navenda krîzê ye dikare bibe navenda çareseriyê û ev yek jî tenê bi modela konfederalîzma demokratîk dibe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk der barê krîza li Rojhilat Navîn kûr dibe û çareseriya konfederalîzma demokratîk de ji ajansa ANF’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Şerîk bi bîr xist ku Rojhilata Navîn bûye navenda Şerê Sêyemîn a Cîhanê û wiha got: “Ev yek tesadûf nîne, pêwendiya xwe bi rastiya modernîteya kapîtalîst heye. Dema ku di nava şaristaniyan de krîzek rû dide hingî ji navenda xwe wêdetir xwe li derdorê nîşan dide. Mînakên vê di serdemên dîrokê de jî hene. Ev yek jî nîşan dide ku şaristanî wê li ku ava bibe. Li herêmên ku krîzên bi vî rengî rû didin tevgerên gel berfireh dibin. Devera ku herî zêde ev yek lê tê dîtin Rojhilata Navîn e. Ev yek ji aliyekî ve pêwendiya xwe bi rewşa hêzên global ve girêdayî ye, ji aliyekî ve jî bi rastiya Rojhilata Navîn re.”

Şerîk destnîşan kir ku nakokiya heyî ya li Rojhilata Navîn nakokiya navbera hêzên şaristaniya demokratîk û dewletperestiya çînî ye û ragihand ku nakokî ji dema avabûna van hêzan û vir ve dewam dike.

Di berdewamê de Şerîk anî ziman ku li Rojhilata Navîn di navbera modernîteya kapîtalîst û demokratîk de nakokî û şer heye û rewşa vê ya herî berbiçav jî li Kurdistanê xwe nîşan dide û wiha domand: “Ev yek hemû bandorê li gelên Rojhilata Navîn dikin. Dikin ku gelên herêmê li dijî dewletan û hêzên global li hev kom bibin û digihêjin astekê.”

‘Fikrê konfederalîzma demokratîk rastiya Rojhilata Navîn e’

Şerîk ragihand ku fikrê konfederalîzma demokratîk rastiya Rojhilata Navîn e û wiha berdewam kir: “Ya ku em balê dikişînin ser taybetmendiya xwe ya mozaîka çandî ye. Bihevrebûna ziman, çand û olan, bandora wan a li hev e. Mirov dikarin vê yekê bêjin; yekbûna şaristaniya demokratîk/modernîteya demokratîk bi rêxistinbûn û hişmendiyê re ye. Hîmên Konfederal ên demokratîk li Rojhilata Navîn ji xwe hene. Rêber Apo destnîşan dike ku Rojhilata Navîn dikare bibe cihê destpêkê ku modernîteya demokratîk lê ava bibe. Neteweperestî û netewe dewlet li rastiya Rojhilata Navîn nayên. Tevî vê yekê jî netewe dewlet hatine montekirin û tim dibin çavkaniya pirsgirêkan. Di heman demê de veguherîne rastiyekê.”

Hîmên pratîkî yên fikrên konfederalîzma demokratîk

Di axaftina xwe de Şerîk anî ziman ku fikrê konfederalîzma demokratîk li ser du hîman dikeve pratîkê û wiha pêde çû: “Ya yekemîn rêxistina her neteweyê li nava xwe ye; ya duyemîn jî hevkariya neteweyan li dewletên cuda, li nava sînorên neteweyên pê re dijîn e. Li Rojhilata Navîn ev bingeh ji xwe heye. Ya girîng ew e ku ev bingeh di çarçoveyeke siyasî de bê destnîşankirin. Mînaka vê ya berbiçav kurdên li nava sînorên TC’ê ne ku bi civakên din ên li nava TC’ê re hevkariyê dikin, di heman demê de bi kurdên li Rojava, Rojhilat û Başûr re hevkar in. Mirov dikarin qala têkilîdanîneke bi vî rengî ya konfederal a demokratîk bikin.”

‘Modernîteya demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ber bi çav bûye’

Şerîk destnîşan kir ku şaristaniya demokratîk li vê cografyayê xwe di nava modernîteya demokratîk de îfade dike û ev tişt anî ziman: “Rastiyeke bi vî rengî hem bi dewletên netewe hem jî bi hêzên sermayeya global re di nava nakokiyê de ye. Netewe dewlet û hêzên sermayeya global vê jiyana li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rêxistin bûye li dijî xwe metirsîdar dibînin, yanî divê ev yek bi rengekî aşkera bê gotin. Li Rojhilata Navîn têkoşîna bingehîn di navbera modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst de ye. Modernîteya demokratîk jî xwe li bakur û rojhilatê Sûriyeyê berbiçav kiriye. Ji ber vê yekê rêveberiya navendî ya Sûriyeyê nikare xwe li hebûna sîstema li bakur û rojhilatê Sûriyeyê rabigire, neteweperestiya ereb derdixîne pêş. Netewe dewletên din, TC jî li gel pirsgirêkên heyî hewl didin li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hev bikin. Dewleta TC niha beşeke girîng a bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye. Dewleta Sûriyeyê dibêje ‘Ez dewlet im, sînorên min hene’. Baş e wê demê çima li dijî dewleta tirk şer nake? Heman tişt ji bo dewletên din jî derbas dibe. Tevî nakokiyên li nava ereban jî dewletên hemû li dijî modela li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li hev dikin. Nêrîna modernîteya demokratîk a Rêber Apo û Konfederalîzma Demokratîk û nîşaneya wê ya siyasî ye hêzên global ditirsîne. Dizanin ku serketina vê yekê wê bibe dawiya sîstema wan.”

Têkoşîna konfederala demokratîk

Her wiha Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku li dijî êrişên li dijî şoreşa Rojava, berpirsyariyên gelên Rojhilata Navîn hemûyan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku rêxistinbûna konfederal a demokratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ber bi çav bûye, di heman demê de paşeroja gelên Rojhilata Navîn e. Gelên Iraqê, Tirkiyeyê, Îranê, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi temamî pêwîst e Şoreşa Konfederal a Demokratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê weke paşeroja xwe bibînin. Ya ku di vir de divê bikin jî ew e ku li dijî serdestan mîna li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava têkoşîneke konfederal a demokratîk. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê em di nava demekê de ne ku têkoşîneke xurt lê heye. Ev yek jî nîşan dide ku em nêzî azadiyê ne. Di dema bê de divê em bibin xwedî têkoşîneke welê xurt ku pê bi ser bikevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar