Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şerîk: Dê PKK têkoşîna xwe ya parastinê bidomîne

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku dê PKK li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe ya ji bo parastina hebûna gelê Kurdistanê hîn bi xirtî bimeşîne

Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemal Şerîk ku li navçeya Tûzlûçayir a Enqereyê Tevgera Apoyî nas kir, derbarê salvegera 41’emîn a damezrandina PKK’ê û êrîşên dewleta tirk ên heyî de axivî.

Şerîk destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kongre û konferansan ji bo PKK’ê û wiha got: “Di dîroka PKK’ê de kongre û konferans her tim di asta stratejîk de girîng bûn. Ji ber wê yekê her kongreyek bû asteke dîrokî ku perspektîf lê hatin afirandin, tespîtên îdeolojîk û siyasî lê hatin kirin, biryar hatin wergirtin, plansazî hatin amadekirin û ji bo pêkanîna şoreşê gavên di asta pêngavî de hatin avêtin.”

Di berdewamê de Şerîk êrîşkariya heyî ya hêzên mêtinger û têkoşîna PKK’ê nirxand. Şerîk ‘Plana Têkbirinê’ ya dewleta tirk ku weke ‘Plana Şark Îslahat’ a duyemîn pênase kir, bi bîr xist û anî ziman ku bi pêkanîna vê planê re êrîşên qirkeriyê zede bûne, lewma ew jî neçar in ku li gorî vê rewşê tevbigere û rê û rêbazên têkoşînê biafirînin û wiha domand: “Ev rastî ji bo PKK’ê ku dîroka xwe bi konferans û kongreyan tijî ye bêguman mijareke divê bi rengekî xurt bê nirxandin. Ev rastî ji bo PKK’ê ku weke tevger 45 sal û weke partî jî 41 sal li pey xwe hişt, mîna ku ji dîroka PKK’ê jî tê fêhmkirin, şert û mercên dijwar ên têkoşînê ji bilî xurtkirina têkoşînê nayê tu wateyê. Ji ber ku di nava salên derbasbûyî de tecrûbe û danheviyêke girîng a partiyê, rastiyeke xurt a PKK’ê afirî. Lewma wê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gel û têkoşînê hîn bêhtir pêk bîne. Ya ku divê bê kirin jî ev e.”

Her wiha Şerîk destnîşan kir ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li her eniyê êrîş tên kirin û got ku gelê Kurdistanê û rêxistina wê ya pêşeng PKK di vê pêvajoyê de ji bo parastin û azadiya gelê Kurdistanê têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêguman karên xwe hemû li gorî şert û mercên tê de ye plan dike, bi rê ve dibe. Lê belê rastiyeke wiha heye; Di nava van şert û mercan de PKK dê têkoşîna xwe hîn bi daxwaz, hîn bi heybet û hîn bi xurtî bidomîne û watedar bike. Em salvegera 45’an a Tevgera Apoyî û salvegera 41’emîn a PKK’ê pîroz dikin, di şexsê Rêber Apo ku ev rûmet diyarî gelê Kurdistanê kir û şehîdê me yê partîbûnê Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar