Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Şerîk: Divê rola PDK’ê di komployê de bê dîtin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir divê her kes bibe layiqê berxwedana mezin a Rêber Apo û wiha axivî: “Niha em di salvegera nû ya komploya 15’ê Sibatê de ne û PDK di nava nîqaş û êrîşan de hebûna xwe tim berdewan dike û ev yek jî mînekeke şênber e. ji ber wê yekê dema qala komploya navneteweyî tê kirin, divê rola komplogeran û rola PDK'ê ya di nava komployê de bê dîtin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kir. Şerîk diyar kir ku piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an ku di encamê de Rêber Apo hat dîlgirtin, hîn jî li Îmraliyê bi berxwedana ku raber kirî, rê nîşan dide, bi fikirên xwe îlham dide û di şoreşan de şoreşê diafirîne û destnîşan kir ku gelê Kurdistanê û dostên wê divê li her qadê xwedî li têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo derkevin. Şerîk anî ziman ku lewma mîtînga ku 17’ê Sibatê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê kirin,û pir girîng e û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tevlî mîtîngê bibin.

Cemal Şerîk di destpêka axaftina xwe de, ev tişt got: “25 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo re derbas dibin. 25 sal, di nava jiyanê de wexteke mîna çarêkeka sedsalê digire. Çarêkek sedsalê jî di nava jiyanê de tê wateya wexteke ku pêvajo û geşedanên girîng digire nava xwe. Ez Rêber Apo ku her kêliya li Îmraliyê bi têkoşîn û berxwedaneke mezin derbas dike silav dikim û dixwazim diyar bikim ku berxwedana wî ji hemû mirovahiyê re bûye çavkanî û rê nîşan dide. Her wiha ez li ber bîranîna şehîdên fedayî yên ku bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînim.

Tecrîda li ser Rêber Apo îro gihiştiye lûtkeyê. Tê xwestin ku nehêlin fikir û nêrînên Rêber Apo bigihijin her kesê. Di dîroka cîhanê de gelek pêşengên şoreşger hatine dîlgirtin. Li ser wan jî zextên gelekî giran hatine kirin. Lê ev yek neveguheriye asta ya li ser Rêber Apo. Helbet sedemê vê yekê hene. Dema mirov têkildarî sedemên dîlgirtina Rêber Apo bi baldar dibe sedem û encamên ferqa di navberê de jî wê bên fêmkirin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê li welatekî rêbertiya têkoşîna azadî û demokrasiyê kir, ew ji vê hîn wêdetir e. Rêberekî herêmî ye, xwedî vê taybetmendiyê ye.

Di vê qonaxa niha de jî weke Rêberekî gerdûnî tê qebûlkirin. Ev jî yek ji sedemên dîlgirtîbûna mutlaq e. Dema ku polîtîkayeke îzolasyonê ya wiha tê kirin, her kesê ku bûyî hevkarê komploya navneteweyî û li hemberî komployê bêdeng mayî, hevkarê vê sûcê li dijî mirovahiyê hatî kirin e.”

Cemal Şerîk ragihand ku hevkariya hêzên desthilatdar a bi dewleta Tirk re yek ji sedemên esas a bêdengiyê ye û wiha pêde çû: “Di rastiyê de mirov ji vê re bêje bêdengî jî ne rast e. Ji ber ku sekna wan a li hemberî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo, nayê wateya bêdengiyê. Berevajî ji vê hîn wêdetir derbas dibe û tê wê wateyê ku berpirsên rast ên tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo ne. Helwesta wan a heyî, çavkaniya xwe ji vir digire. Dema komploya navneteweyî tê gotin, divê bê fêmkirin ku yên tevlî wê komployê bûne kî ne û komplo bi yek hêzê re sînordar nîne. Ev hêz ne yên ku bêdeng bûyîne, ev hevkarên sûc in. Rastiya komploya navneteweyî jî nîşan dide ku ev yek wiha ye, tiştên di roja me ya îro de diqewimin vê yekê piştrast dikin.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku êrîşên şerê psîkolojîk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin zêdekirin û li dijî hebûna wî plan hatin çêkirin û wiha got: “6’ê Gulana 1996’an li Şamê li ser vî bingehî sûîqastek pêk hat ku bi ser neket. Ev êrîş bêyî leza xwe winda bikin, piştî sala 1996’an û şûn de jî dewam kirin. Hewl hat dayîn ku zexteke pir mezin li ser Rêbertî bê çêkirin. Hem navneteweyî hem jî herêmî hêzên cuda jî tevlî vê zextê hatin kirin. Serokkomarê Misirê Husnu Mubarek ket dewrê.

 

Rejîma Sûriyeyê hat dorpêçkirin û hat xwestin ku zext li ser bê kirin. Di herî dawî de dewleta Tirk di rojên beriya 9’ê Cotmehê de Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Atîlla Ateş ku çûbû ser sînorê Hatayê, rasterast gefa dagirkeriyê li Sûriyeyê xwar. Komploya navneteweyî bi zemîneke wiha xistin meriyetê. Dema ku mirov van hemû tiştên qewimî bi baldarî dinirxîne û analîz dike, wê hîn baştir tê fêmkirin ku çima Rêber Apo di bin tecrîdeke mutlaq de tê ragirtin û hêzên navneteweyî jî bûne hevkarê vê. Ji xwe demê piştî 9’ê Cotmehê timî li ser vî esasî pêş ketiye.

Di vê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurdistanê yê welatparêz hatî kirin de, hêzên xiyanetkar û hevkar jî xwe diyar kirin. Hîn rasttir rolê xwe bi ti rengî înkar nekirin. Çawa ku di sala 1992’yan de Dewleta Tirk û PDK’ê hêzên cuda yên Kurd girtin gel xwe û xwestin bigihijin encamê, di Komploya 9’ê Cotmehê de jî heman aktoran cihê xwe girtin. Peymana Washîngton a di 17’ê Îlona 1998’an de pêk hatî jî, bûye nîşaneya vê ya herî şênber. Di pêvajoya piştre de ev êrîş bi rengekî daîmî dewam kirin.”

Cemal Şerîk anî ziman ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn her ku diçe qada xwe berfireh dike û tundiya xwe zêde dike û ev tişt got: “Şerê Xezeyê veguheriye şerekî welê ku hema bibêje welatên Rojhilata Navîn bi temamî beşdar bûne. Helbet berpirsên vê yekê hêzên sermayeyê yên gerdûnî ne. Yanî hêzên komploger in. Kûrbûna tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo jî mirov nikare ji vê yekê cuda binirxîne.

Eger mirov bala xwe bidiyê, piştî 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo hat dîlgirtin, di 11’ê Îlona 2001’an de li New York’ê êrîşî Kûleyên Cêwî hate kirin. Di rojên piştre de jî bi hinceta vê êrîşê mudaxeleyên leşkerî li Efganistan û Iraqê hatin kirin. Bi tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên qirêj ên li ser PKK’ê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dewam dike.”

Şerîk bilêv kir ku hêzên komploger di 25 salên dawî de negihiştine armanca xwe û wiha got: “Nekarîn dawî li hebûna PKK’ê bînin. Rêber Apo bi berxwedana xwe nehişt ku komploya navneteweyî bigihije armanca xwe. PKK jî li ser rêya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî vekirin meşiya û destkeftiyên mezin bi dest xist. Rêber Apo bi paradîgmaya ku pêş xistî, bi nasnameya Rêberê Gelê Kurdistanê weke Rêberê gerdûnî yê gelan û mirovahiyê hatiye qebûlkirin. Li dijî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo li her devera cîhanê deng bilind dibin, xwepêşandan tên kirin û kampanya tên lidarxistin. Li dijî komploya navneteweyî gelê Kurdistanê jî bi rojan ji qadan neçû. Di encama êrîşên polîsên dewletê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Helbet di wê pêvajoyê de yên di nava helwest û tawrekî cuda de jî hebûn. PDK’ê jî di nava van de cih girt. Di rastiyê de PDK’ê helwest û tawrê xwe pir bi eşkere diyar kir, dijberiya xwe ya li hemberî Rêber Apo û PKK’ê îlan kir.”

Şerîk diyar kir ku divê her kes weşanên PDK’ê ku yên li ser bêtêlên ragihandinê navê Karox bi kar tîne, baş bizane û divê ew neyên jibîrkirin û ji aliyê hemû Kurdan ve baş bê zanîn. Jixwe êrîşên PDK’ê bi vê yekê sînordar nebûbûn. Li dijî gerîla êrîşên din ên cuda jî xistibû dewrê. Dema ku rê didît ji bo ku êrîşî gerila bike, bi agahiyên ku ji hêmanên îxanetê digirt, xebatên xwe yên keşf û îstîxbaratê yên li qadên gerîla jî zêde kiribû. Her wiha rêxistina çeteyên kontra yên ku di rêveberiya Azîz Veysî de ku ji tolaz û sergerdeyên ku demekê di nav refên gerîla de mane û li Duhok-Zaveteyê hatine rêxistinkirin, amade kirine ku wan di êrîşên wiha de bi kar bînin.

Piştî 9’ê Cotmeha 1998’an, PDK’ê ev çeteyên xwe yên kontra jî ji bo ku êrîşî cihên hêzên gerîla bike, ew amade kiribûn. A rastî ev êrîşên PDK’ê perçeyeke ji komploya navneteweyî bûn. Çawa ku wan komploya navneteweyî li ser bêtêlên xwe weke cejnekê pîroz kirin, bi êrîşên xwe yên kontra jî rola xwe dilîstin. Êrîşa li Garê ya di 13’ê Cotmeha 1998’an de jî mînakeke vê rastiyê bû. Di wê êrîşê de 14 hevalên me yên bi navê Nergîz (Necah Suleyman), Rûken Agît (Mûsa Yusûf), Çerkez Helîn (Nermîn Akkûş), Çiya Zêbarî (Mehmet Reşît), Bêrîtan Devrîm (Fîgen Bayram), Zinarîn Cûdî (Besê Kartal), Mrêxwaz (Sebrî Guler) , Şehrazol Efrîn (Îlhan Memo), Rengîn Rewşen (Ayten Ekîncî), Çiyager (Nîhat Sadî), Şervîn Şoreş (Nejla Bîlgîn), Mahabat Goyî (Hatîca Tan), Pîr (Alî Narîn) û Canda Kobanê (Semîre Muhammed) şehîd bûbûn. Piştre jî van êrîşan berdewam kirin.

Êrîşa di 13’ê Gulana 1999’an de ya li dijî gerîlayên li Metînayê jî weke êrîşa Garê bû. Hêzên PDK’ê dîsa çeteyên kontra bi kar anî û êrîşî gerîla kirin û di encamê de gerîlayên bi navê Sînan Amed (Mûrat Demîrhan), Agît Partîzan (Mehmet Bedîr) û Rojbîn Serhat (Sadegul Okmen) qetil kiribûn. PDK’ê bi vî awayî careke din nîşan da ku perçeyeke komploya navneteweyî ye. Her wiha îro jî wê rola xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Niha em di salvegera nû ya komploya 15’ê Sibatê de ne û PDK di nava nîqaş û êrîşan de hebûna xwe tim berdewan dike û ev yek jî mînekeke şênber e. ji ber wê yekê dema qala komploya navneteweyî tê kirin, divê rola komplogeran û rola PDK’ê ya di nava komployê de bê dîtin.

Ger Rêber Apo di bin tecrîdê de be û PKK jî tim di bin êrîşan de be bes wê gavê PDK dikare rola xwe bilîze. Û ev daxwaza xwe tim ji hêzên sermayedar re tîne ziman. Niha jî di vê mijarê de israr dike. Û divê her kes baş bizanibe ku yek ji berpirsiyarên sereke yê tecrîdkirina Rêber Apo, PDK ye û li gorî vê rastiyê tevbigere.

Rêber Apo berxwedaneke mezin nîşan dide û divê em layiqî berxwedana Rêber Apo bin û li gorî wê tevbigerin. Ev jî tê wateya berfirehkirina têkoşînê. Ev yek jî wê bi şerê gerîla û raperînên gel pêk were. Gelê Kurdistanê û dostên wan wê bi piştgirîdayîna tekoşîna Rêber Apo vê yekê pêk bînin.

Li ser vî esasî di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li Ewropayê bi daxuyaniya dostên gelê Kurdistanê pêngavek hate destpêkirin. Ev pêngavekî gerûnî ye. Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêngav hate destpêkirin. Ev pêngava hatî îlankirin, îro li her devera cîhanê bandora xwe nîşan dide. Xwepêşandan tên kirin, konferans tên lidarxistin, daxuyanî tên dayîn û meş tên kirin. Ev yek têkoşîneke ku di vê zemînê siyaseta demokratîk de, di platforma demokratîk de ji aliyê mirovahiyê ve hatiye pêşxistin. Li gelek deverên cuda yên cîhanê tê pêşxistin. Her roj bi pêşketinê dewam dike. Li gel vê yekê jî li Bakurê Kurdistanê gel li ser piyan e. Her roj li her aliyê çalakvan ‘Meşên Azadiyê’ lidar dixin. Bi vî rengî derewa eger Rêber Apo bê tecrîdkirin wê ev têkoşîn ‘biqede’ car din hatiye îflaskirin. Îro fikir û ramanên Rêber Apo li her demê zêdetir belav bûne, bandora xwe zêde kiriye. Ev yek jî bi serê xwe nîşan dide ku divê mirov li dijî komploya navneteweyî sekneke çawa raber bike. Li zindanan girtî bi grevên birçîbûnê û xizmên girtiyan bi çalakiyan li ber xwe didin. Em rû bi rûyê rastiyeke wiha ne. Çalakiyên pir mezin ên gerîla jî hene. Li dijî artêşeke ku bi alîkariya NATO’yê bomeyên taktîk nukleer û gazên kîmyewî bi kar tîne, şerekî mezin û bi bandor dimeşîne. Bi derbên giran dewleta Tirk a dagirker dihejîne û derewên wê deşîfre dike. Li Mêrsînê çalakiya Sarya û Rûken, li Enqereyê çalakiya hevrê Erdal û Rojhat wateyeke dîrokî îfade dike. Evane hemû têrker in? Na. Divê di sala 25’an a komploya navneteweyî de, em bi vê zanebûnê tevbigerin û têkoşînê hîn wêdetir bibin. Ev yek weke wezîfe û berpirsyarî li pêşiya me ye.

Di rojên pêşiya me de, roja 17’ê Sibata 2024’an li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng tê lidarxistin. Ev mîtîng nîşan dide ku pêvajoyeke wiha divê çawa bê pêşwazîkirin. Lewma divê her kes ji bo wê mîtîngê xwe berspirsyar bibîne ku beşdar bibe û yê li rex xwe jî beşdar bike. Hemû kurd, dostên Kurdan, her kesê ji xwe re dibêje şoreşger, demokrat, sosyalîst divê beşdarî vê mîtîngê bibin. Alman, fransî, îtalî, spanî, yewnanî her kesê li Ewropayê dijî divê beşdarî mîtînga Kolnê bibe. Divê beşdarbûneke welê çêbibe ku bi şênberî nîşanî hêzên komploger bê kirin ku komployê ji bo wan çi encam çêkirin. Di sala 25’emîn a komployê ez berxwedana mezin a Rêber Apo silav dikim û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû hevrêyên me yên şehîd ditewînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar