Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Şerîk: Dixwazin nehêlin ku Rêber Apo rê nîşan bide

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku bi girankirina tecrîda li Îmraliyê tê xwestin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan analîzan neke û rê nîşan nede.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk meha berxwedanê hezîran û tecrîda li Îmraliyê ji ANF’ê re nirxand.

Şerîk destpêkê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir ku li Îmraliyê di nava berxwedaneke dîrokî de ye û got: “Em di meha hezîranê de ne. Meha hezîranê di dîroka me ya têkoşînê ya partî û gel de weke meha fedaîbûn û berxwedanê tê qebûlkirin. Di nava meha hezîranê de şehîdên mezin hatin dayin. Bi qasî mezinahiya şehîdan, berxwedan jî ewqasî mezin û bi heybet bû. Lewma her meha çalakiyê ku berxwedêrên fedaî şehîd bûn di heman demê de rastiya têkoşîn û berxwedanê vedibêje. Ji ber vê yekê divê meha hezîranê ne tenê di dema şehadetê de şehîd bêne bîranîn, di heman demê de ji bo me hemûyan bibe pîvaneke mezin û lehengiya wan bê biserxistin.

Di 30’ê hezîrana 1996’an de hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci), hevrê Serhildan (Sema Yuce) Di 17’ê hezîrana 1998’an de hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), di 7’ê hezîrana 2002’yan de şehîd bûn.”

Şerîk ragihand ku Zîlan, Sema û Gulan di kesayetiya xwe de xeta fedaî ya PKK’ê temsîl kirin, bi vî rengî şehîd bûn û got, “Lewma meha hezîranê di xeta fedaî de weke Meha Berxwedanê cihê xwe di nava dîroka gel û têkoşîna me de girt. Duyemîn pêngava mezin a gerîla Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an ku di dîroka me ya têkoşînê û gel de weke ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ya Duyemîn’ tê pênasekirin, di meha hezîranê de destpê kir. Vê yekê girîngiya meha hezîranê bêhtir nîşan da. Ji ber vê yekê meha hezîranê li gel şehadetan meha berxwedanên mezin e.”

Divê berxwedan li ser şopa Rêber Apo bê meşandin

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi dewamî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê li Girava Îmraliyê ye û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê ya di şexsê Rêber Apo de tê kirin, di heman demê de tecrîdeke welê ye ku dixwazin gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê bixe nava xwe. Ji ber ku rejîma şerê taybet a li Îmraliyê ji wê derê derbasî Kurdistanê û Tirkiyeyê tê kirin. Lewma tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên şerê taybet ên li Kurdistan û Tirkiyeyê û şêweyê sîstema heyî ya şerê taybet ji hev nayên cudakirin. Bêguman encama ku ji vir bê wergirtin ew e; çawa ku Rêber Apo ji Îmraliyê destpê kir û li dijî van polîtîkayên şerê taybet berxwedaneke dîrokî kir û hîn jî ev berxwedan dewam dike, li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî divê berxwedaneke li ser şopa berxwedana dîrokî ya Rêber Apo bê meşandin. Bêguman ev jî berpirsyariyarî û wezîfeya me ya herî dîrokî ye. Li gel vê yekê divê pêvajoya ku tecrîda li ser Rêber Apo tê şidandin jî rast bê nirxandin û fêhmkirin.

‘Dixwazin serî ji bedenê qût bikin’

Ji tabloya siyasî ya li Tirkiyeyê ya îro aşkere dibe, bê tecrîda li ser Rêber Apo çima ewqasî giran bûye. Sedema esasî ya tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku gelê kurd ji Rêbertî qut bike. Û ev êrîş ne tenê li ser PKK’ê ye ku pêşengiyê ji berxwedana gelê Kurdistanê re dike. Pêwendiya xwe bi qada Rojhilata Navîn, Tirkiye û navneteweyî heye. Ji ber van aliyan Rêber Apo dîl hatiye girtin. Armanca tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku dewleta tirk û hêzên navneteweyî yên li pişt wê ye, bigihêjin armanca xwe. Ji xwe sedema komploya navneteweyî jî ev bû. Plana wê yekê kirin ku bi dîlgirtina Rêber Apo serî ji bedenê cuda bike, bi vî rengî planên xwe pêk bînin. Di nava şert û mercên dîlgirtinê de girankirina tecrîda li ser Rêber Apo jî bi heman nêzîkatiyê tê kirin. Sedema vê jî hêza fikrî ya Rêber Apo ye ku rê nîşanî siyasetê dide, analîzên wî ne ku paşerojê ji niha ve fêhm dike.”

Cemal Şerîk diyar kir ku eger analîz, fikir û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêjin civakê, gelan, mirovahiya pêşverû ya cîhanê hingî wê derfet bêne afirandin ku pirsgirêk bêne çareserkirin, bi rêbazeke şoreşgerî bêne nirxandin û got: “Ji ber ku ji vê ditirsin, tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin.”

Şerîk bal kişand ser hilbijartina vê dawiyê ya li Tirkiyeyê û wiha pê de çû:  “Di vê demê de nehiştin ku gotineke bi tenê ya Rêber Apo bigihêje derve. Tecrîda li ser Rêber Apo wê demê destpê kir? Na. Beriya pêkanîna ‘Plana Têkbirinê’ ya sala 2015’an êrîşa destpêkê li dijî Rêber Apo hat kirin. Wê demê hevdîtina bi malbatê, parêzeran û heyeta HDP’ê re hat astengkirin. Bi her awayî têkiliya bi derve re hat astengkirin. Bi bahaneyên cuda nivîsandin û wergirtina nameyan lê hat qedexekirin. Nehiştin ku rojname, kovar û pirtûk bigihêjin wî. Têkiliya bi çend hevrêyên li wê derê dîlgirtî ji holê hat rakirin.

Tecrîda li ser Rêber Apo salên beriya niha jî dihate meşandin. Di sala 2009’an de bi rengekî şênber hate kirin. Di her dema krîtîk de, dema pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê diket serdemeke girîng, hingî hedefa destpêkê teqez dibû Rêber Apo. Girankirina tecrîda li ser Rêber Apo jî bû gava destpêkê ya di vê çarçoveyê de hate avêtin. Di pêvajoya beriya hilbijartinê de jî bi vî rengî bû. Tecrîda li ser Rêbertî hîn bêhtir hate girankirin. Spekulasyon û rojevên cuda li ser Rêbertî hatin afirandin, hewl dan ku li cihekÎ cuda bê nirxandin an jî rojevê bi wî rengî nîşan bidin. Êrîşên li ser HDP’ê hatin girankirin, doza girtinê hate ferzkirin, tedbîrên îdarî hatin wergirtin. Bi vî rengî hewl dan ku pêşî li tevlîbûna wê ya li hilbijartinê bê girtin. Dewleta tirk a qirker bi van êrîşan nîşan da ku li pêşiya planên xwe yên di hilbijartinên 14’ê Gulanê de weke astengiya herî bingehîn dibîne û dixwaze bêbandor bike. Jê hebû ku eger vê bi ser bixîne wê bigihêje armanca xwe.

Li gel vê yekê xusûseke din a ku divê bê fêhmkirin ew e ku dixwaze tecrîda li ser Rêber Apo bi polîtîkayên şerê taybet bi encam bike. Bala xwe bidin ser, di pêvajoya hilbijartinê de hemû hêzên tifaqê yên li nava sîstemê, çi ‘Tifaqa Milet’, çi jî ‘Tifaqa Cûmhûr’ dijberiya li PKK’ê û Rêber Apo kirin esasê propagandaya xwe. Di nava civakê de propagandayên nijadperest, faşîst, mezhebî û bikaranîna ol dan pêş. Di vê propagandayê de jî dijberiya li Kurdan, Elewî û penaberan, dijminatiya li PKK’ê, êrîşên li ser Rêber Apo dan pêş, sor kirin. Li pêşberî van armancan, weke hîmekî bingehîn ê şerê qirêj ê topyekûn xwestin ku ‘mutabaqateke neteweyî’ di bingehê de ava bikin. ‘Tifaqa Milet’ û ‘Tifaqa Cûmhûr’, her wiha dûvikên wan di vê mijarê de bi roleke girîng rabûn. Di propagandaya li dijî Rêber Apo, PKK û Kurdan de li hemberî hev li ber xwe dan. Bi vê yekê re ne ku ji bo hilbijartinê, mîna ku xwe ji qirkirina Kurd û Elewiyan re amade dikin, atmosferek afirandin. Li ser vê bingehê ‘Tifaqa Cûmhûr’ bi rola esasî rabû; gotinên li dijî PKK û Rêber Apo bilêv kir û bang li ‘Tifaqa Milet’ kir ku hevkariyê pê re bike. ‘Tifaqa Milet’ jî li gorî vê bangê tevgeriya.”

Şerîk got, “Li vê derê divê ev yek bê dîtin: Dema ku Rêber Apo hate tecrîdkirin, tecrîd hate girankirin, hingî teqez pêvajoyeke nû destpê dike. Dewleta tirk a qirker ya amadekariyê dike ku dest bi pêvajoyeke bi vî rengî ya nû bike, yan jî ji bo tunekirina astengiyên li pêşiya biserxistina vê pêvajoyê, êrîşê dike. Bi van êrîşan dixwaze bigihêje armanca xwe ya esasî. Ev yek hem di dema hilbijartinê de hem jî piştî hilbijartinê bi şênberî hate dîtin.”

Cemal Şerîk ragihand ku dema analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser dewleta tirk, rejîma wê ya şerê taybet, têkiliya bi AKP û Erdogan re rast bê fêhmkirin, wê hîn bi şênberî eşkere bibe bê dijminekî çawa li hemberî wan heye û got, “Dema ku encamên rast ji vê yekê hatin wergirtin, wê ji her demê bêhtir derfet bêne afirandin ku rejîma faşîst a mêtinger qirker bê hilweşandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar