Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Şerîk: Rêbertî bi berxwedana li Îmraliyê li dijî qirkirinê têdikoşe

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir ku komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdê dewam dike û got, "Rêbertî bi berxwedana li Îmraliyê li refên herî pêş li dijî qirkirinê têdikoşe."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk şêweyê nûbûyî yê komploya navneteweyî ji ANF’ê re nirxand.

Cemal Şerîk anî ziman ku di bingeha nûkirina komploya navneteweyî de Îmrali heye û got, “Tecrîd şêweyê nûbûyî yê komployê ye. Di nava kûrkirina mutleq a tecrîdê de hêzên modernîteya kapîtalîst jî hene, dewletên herêmê jî hene, noker jî hene. Di serî de jî dewleta Tikr heye. Hemû jî di nav vê de ne. Eger tecrîda mutleq a li ser Rêbertî heta vê demê ewqasî giran bûye, di bingeha wê de ev hêz hene. Barzanî heye. Ji ber ku tecrîdkirina Rêbertî wê bibe sedem ku bandora fikrên Rêbertî yên li ser gelê Kurdistanê û têkoşînê bê kêmkirin û vê yekê ji bo xwe weke firsendekê dibîne. Tecrîda mutleq a li ser Rêbertî weke yekane rêya hebûna xwe dibîne, lewma malbata Barzanî ji her kesî bêhtir tecrîda mutleq li ser Rêbertî dixwaze. Nokerên li Kurdistanê vê dixwazin. Yên ku bi malbata Barzanî re xwedî têkiliyeke nêz in vê yekê dixwazin. Nokerî û xiyaneta ku li ser Rojava tê ferzkirin vê yekê dixwaze. Hemû jî dixwazin ku komploya navneteweyî bi rengê tecrîda mutleq li ser Rêbertî dewam bike. Tirkiye vê dixwaze, hêzên Ewropayê vê dixwazin. Lewma rewşeke bê Rêbertî li PKK’ê ferz dikin. Jiyaneke bê PKK’ê, bê Rêbertî li gelê Kurdistanê ferz dikin. Mîna ku bêyî Rêbertî, bêyî PKK’ê wê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin hewl didin hêviyekê biafirînin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk diyar kir ku dixwazin civakîbûna gelê Kurdistanê bi ser sîstema modernîteya kapîtalîst, bi ser civakîbûna modernîteya kapîtalîst ve bê kirin û got, “Lewma qirkirina civakî li ser civaka Kurdistanê dikin. Ev hemû nîşan didin ku di qirkirina Kurdan de israr dikin. Li hemberî vê yekê rêbaza çareseriyê çi ye? Çareseriya Rêbertî ye. Rêbertî çi dibêje? Dibêje, divê Kurdên ku zexta qirkirina çandî lê tê kirin bêne parastin. ev yek jî çareseriya neteweya demokratîk e. Ev jî çareseriya me ya şoreşgerî ye. Ev çareseriya neteweya demokratîk çareseriyeke şoreşgerî ye. Çareseriyeke ku bi avakirina neteweya demokratîk dikare pêk were. Yanî parastina civakîbûna Kurd e. Yan jî civakîbûna ku têkoşîna me ya azadiya Kurd afirandiye, jinûve avakirina civakîbûna Kurd e. Bêguman ev yek di çareserkirina pirsgirêka Kurd de nêzîkatiya herî bingehîn e. Lê belê ev yek ne tenê avakirina civakîbûna Kurd, yanî ne tenê avakirina neteweya demokratîk li ser civakîbûna Kurd e. Rêbertî vê yekê weke avakirineke bivê nevê dinirxîne. Yanî dibêje ku ev rastiya avakirinê ne tenê rastiya avakirinê bi xwe ye. Mînak bi formula dewlet û demokrasî dibêje alî bi qebûlkirina hebûna hev dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku di bingeha vê yekê de weke neteweya demokratîk divê Kurd avakirina xwe dewam bike û got, “Divê karibin li ser bingeha dînamîkên xwe, xwe ava bikin. Aliyekî çareseriya neteweya demokratîk jî ev e. Lê belê li gel vê yekê neteweya demokratîk tenê bi etnîsîteyekê nayê eşkerekirin. Rêbertî destnîşan dike ku etnîsîteyên cuda bi hev re weke nasnameyeke jorîn di nava neteweya demokratîk de dikarin cih bigirin. Ev yek jî şêweyekî çareseriya neteweya demokratîk e. Li gel vê yekê Rêbertî dibêje ku civakên ji heman nasnameyê jî di nava xwe de divê rêxistiniya xwe ya demokratîk ava bike. Ev çi ye? Di nava Kurdan de her parçe li gorî xweseriya xwe karibin xwe bi rêxistin bikin, di nava parçeyan de herêmên ji hev cuda xwe di nava xwe de bi rêxistin bikin, kombûna van hemûyan jî dibe Xweseriya Demokratîk. Yanî Xweseriya Demokratîk bi formula dewlet û demokrasî hem zemîna çareseriya neteweya demokratîk e, hem jî di nav de cudahiyên li Kurdistanê di nava xwe de vedihewîne. Mînak li dever hene ku axaftin bi Zazakî ye, li hin deveran jî axaftin bi Kurmancî ye. Hin cih hene ku bi Soranî axaftin lê tê kirin. Her wiha hin dever hene ku giraniya mezhebî lê hene. Cihên ji çandên cuda hene. Ev hemû cudahiyên xwe, xweseriyên xwe dikarin biparêzin, hevdu temam bikin û bi rengekî hevgirtî têkiliyê ava bikin. Ev çi ye? Di nava xwe de xweser, lê bi hev re konfederal.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku di vir de Konfederalîzma Demokratîk, Xweseriya Demokratîk dibe parçeyek ji çareseriya neteweya demokratîk û got, “Yanî ev yek hem çareseriyek di nava xweseriya xwe de ye, hem jî çareseriyeke bi hev re ye. Lewma Rêbertî di nava şert û mercên herî giran ên şer de jî çareseriya şoreşgerî destnîşan dike, lê li deverên ku çareseriya şoreşgerî xwe dide pêş, çi diqewime? Çareseriya hevpar nayê redkirin. Her wiha li cihên çareseriya hevpar jî dest ji nasnameyên neteweyî nayê berdan. Dest ji hebûna neteweyî, xweseriya neteweyî, dest ji xwe nayê berdan. Yanî tiştekî bi vî rengî nîne. Hinek qala çareseriya neteweya demokratîk, qala hevdîtinên aştiyê dikin. Lê belê ji bo hevdîtinên aştiyê karibin pêk werin, divê zemînek bê afirandin, ew zemîn jî neçar e ku xwe bispêre çareseriya neteweya demokratîk. Eger çareseriya neteweya demokratîk nebe, eger alî hebûn û xweseriya hev qebûl nekin an jî bi îradeya xwe nebin, çareserî pêk nayê. Hevdîtinên aştiyê qala hebûna wan dikin. Yanî hevdîtinên aştiyê ne destberdana ji çekan e. Dikare jê re xizmetê bike, yan jî destberdana ji têkoşînê nîne.

Ji têkoşîna çekdarî dikare derbasî têkoşîneke hîn cuda bibe. Ne ew e ku dest ji nasnameya xwe ya neteweyî berde, yan jî di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de bihele û winda bibe. Di vê serdemê de dema qala lêgerîna li çareseriyê tê kirin, nêzîkatiyên bi vê wateyê têne nîşandan. Mîna ku aştî bibe tu yê tevlî sîstema modernîteya kapîtalîst bibe, di nav de bihele; hewl didin têgihiştineke bi vî rengî biafirînin. Her wiha hin hevdîtin hene ku têne ferzkirin. Nêzîkatiyên welê têne nîşandan ku hewl diidn PKK’ê di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de entegre bikin. Ev yek nêzîkatiyên çareseriyê nînin. Çawa ku dema pirsgirêka Kurd derkete holê, yan jî modernîteya kapîtalîst hewl da li ser bingeha qirkirinê rê bide ber pirsgirêka Kurd, hingî taktîka parçe bike û bi rê ve bibe esas bû, ku dest ji wê taktîkê hîn nehatiye berdan. Lê belê tiştekî din li vê hatiye zêdekirin. Bibe û bişibîne xwe, ya jî bikeve nav û bişibîne xwe. Ev yek jî çareseriyek li gorî xwe ye.

Navê vê çi ye? Tunekirin, îmhakirina neteweyî ye? Ev yek çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Ji destpêkê ve xeta ku Rêbertî destnîşan kir, ew xet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xeta şoreşgerî ye. Rêya şoreşa Kurdistanê asta destpêkê ya wê xetê diyar kiriye. Çareseriya neteweya demokratîk û parastina Kurdên li ber qirkirinê ne, asta modela wê çareseriyê ya heyî nîşan dide. Şêweyê vê serdemê yê komploya navneteweyî israra modernîteya kapîtalîst a di qirkirinê de ye ku li hemberî çareseriya neteweya demokratîk a Rêbertî vê dike. Têkoşîna Rêberê me di heman demê de têkoşîna li dijî vê qirkirinê ye. Rêbertî bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê li refên herî pêş ên têkoşîna li dijî qirkirinê ye û bi vê berxwedana xwe Rêbertiyê ji gelê Kurdistanê, ji gelên Rojhilata Navîn û ji tevahiya mirovahiyê re dike. Bi vê wesîleyê ez careke din Rêber Apo di nava wê berxwedana dîrokî ya li çarmixa Îmraliyê tê nîşandan silav dikim, hevrêyên me yên di vê têkoşînê de şehîd ketin bi rêzdarî bi bîr tînim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar