Li Tirkiyeyê faşîzm gihiştiye asteke welê ku êdî mirov nefesê lê nikare hilde. Tevî vê jî di serî de kurd û hêzên antî-faşîst di her derfet û kêliyê der serê xwe li ber vê hildin û dixwazin dawî li vê faşîzmê bînin. Nimûneya herî dawî jî ya dayika Edîbe Babûr a bi gotina ‘Kurd serî li ber we natewîne’ ye. Ev bi têra xwe îfadeya her tiştî dike.
Lê di mijara faşîzm û dadgehkirina Erdogan û Tirkiye ya li qada navneteweyî de, erk û mîsyoneke mezin dikeve ser milê gelê me yê li Ewropa, hêzên antî-faşîzan û demokratîk. Ji ber ku qada çalakî, dîsa sazî û dezgehên xwe hewariyên aramî û edaletê dizanin tev li Ewropayê ne. Ji bo wê dikarin bi çalakiyên xwe yên demokratîk û cihêreng bikin ku ev sazî bi erka xwe rabin.
Her wiha aliyê dîplomasî û dîsa helwesta gel a enternasyonalîst wê bikare bereya faşîzmê biguherîne û li erdê bide. Di dîrokê de nimûneyên wiha pir in.
Li her derê gel dikare faşîzmê hilweşîne. Ji ber ku yên herî ji vê ziramend û ziyan pê ketin gel e. Ji bo wê erk û mîsyonek zêdetir dikeve ser milê gel. Niha gelê kurd di têkoşîna azadî û serketinê de ji bo gelan nûnertiyê dike. Eger ku kurd faşîzma Tirkiyeyê û dijminahiya sed salî tarûmar bikin, teqez wê di mijara azadiya gelên din de jî bibe destpêkek welê ku li ser dika dîrokê tim wek stêrkekê biçirse.
Ev yek di mijara Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de nîşanî tevahî cîhanê da. Ji Asyayê bigire heta Afrîka û Ewropayê her kesê ji bo Kobanê rabû. Îro jî heman tişt dikare bibe.
Rewşa îro ne ji Kobanê cudatir e.
Îro di serî de faşîzma Tirkiyeyê bi desteka NATO, DYE, Îngîlistan, Almanya û hwd. di şexsê kurdan de çavê hemû gelên azadîxwaz ditirsîne û dixwaze di şexsê kurdan de hemû gelên serhildêr têk bibe. Ji bo wê girîng e ger ku kurd bi ser ketin, teqez dê ev hêz li ber gelan serî deyne.
Di vê mijarê de erkê gelê me yê li Ewropayê di asteke kilîd de ye. Têkoşîna enternasyonal û xwişk-bira çiqasî bê xurtkirin, wê ewqasî bikare encamek baş bê girtin û wisa bike ku ev hêz gavê bi şûn ve biavêjin. Ji bo xwe ji hesabdayîna gel biparêzin, wê Tirkiye bide sekinandin an jî wê hew bikare barê Tirkiyeyê yê sûcan hilgire. Ji bo xwe ji vê rizgar jî bike dê Tirkiyeyê dadgeh bike.
Niha em di wê noqteyê de ne, ji derveyî vê serketineke din a gelan tuneye. Li hemû civakan sîsteme zilm û zordarî heye. Ji bo wê serketinek jî hebe, wê bi helwesta gelan be.
Mijara bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser kurdan divê li qada navneteweyî û bi helwesta gel bigihêje asta ku hemû welatên Ewropayê bihejîne. Divê ji bo civak ewropî bê vegotin ku bi qirkirina gelê kurd dixwazin civakên azadîxwaz bitirsînin û tune bikin. Divê bi gel û welatiyên Ewropayê bidin zanîn ku di şexsê kurdan de her netew, civak û kes serî rake wê wiha bê tepisandin, bi vê rastî û zanabûnê li ber sîstemê rabin.
Ji bo serketina vê jî erk û mîsyoneke mezin dikeve ser milê ciwanên kurd, enternasyonlîst û antî-faşîzan. Divê ciwanên kurd serkêşiya vê bike, bi ruheke şoreşgerî li ber vê rabe, 24 saetan di nava liv û tevgerê de bin. Ji bo serketina vê ji derveyî pêwîstiyên jiyanî divê her tiştên din li xwe heram bike, heta encamek bê girtin.
Ji ber ku hinek qonax hene, êdî divê dawî lê bên. Ev qonax jî divê dawî lê were. Nabe ku sed salê din kurd kole û bindest bijîn. Nabe ku girtî êdî hew di hucreyan de birizin. Nabe ku cenazeyên şervan û gerîlayên me li gorên bêkesan, peyarêyan razên. Nabe cenazeyên me bê gor bin. Nabe ciwanên me êdî li kolan û rêyan ji aliyê polîsan ve bê qetilkirin û pey panzeran bê kişandin. Nabe êdî taciz û tecawiz jin û keçên kurdan bê kirin.
Nabe êdî kurd bi çekên kîmyewî û jehrê bên qetilkirin.
Me berdêlên giran dane, divê berdêla vê azadî û aştî teqez be.