Li Iraq û Herêma Kurdistanê 15 roj berê serjimariya giştî destpê kir û encamên wê di 20-21’ê mijdarê de ji Iraqê re bên şandin. Lê heta niha armanca pişt vê serjimariyê ne diyare. Li gorî pispor û şarezayan ev yek ji bo kurdan metirsîdare. Amadekariyên ji bo serjimariyê berdewamin, niha pêvajo bi qeydkirina malan û malbatan didome.
Rêveberê Îstatîstîkan ya Germiyanê Zagros Ehmed têkildarî mijarê axivî. Zagros Ehmed wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hikûmeta Iraqê ji meha tebaxê ve amadekariya serjimêriya giştî ya Iraqê dike û Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê jî dest bi wê proseyê kiriye. Me di qonaxa yekem de karî jimara malan qeyd bikin û niha jî di qonaxa qeydkirina malbatan dene. Divê beriya 20-21’ê mehê proseya qeydkirina malbatan were temam kirin. Hemû belge dê di 20 û 21’ê mehê de biçe navenda hikûmeta federal a Iraqê.”
Zagros Ehmed diyar kir ku vê serjimêriyê metirsîdar dibînin û wiha got: “Ev serjimarî serjimariyek tirsnake. Ji ber ku elektronîke û dibe ku destkarî li zanyariyan were kirin. Bi taybet ji bo navçeyên di madeya 140 de metirsîdare. Ji ber ku gelek malbatên ku ser bi madeya 140 li vir xwe qeydkirine. Ger malbatên ku ser bi madeya 140 xwe li Herêma Kurdistanê qeyd bikin, hemû belge û zanyariyên wan dikeve ser Herêmê û nikarin xwe li cih û warên xwe qeyd bikin. Li aliyekê din ew malbatên ku xwe li vir qeydkirine, niha dixwazin vegerin cih û warên xwe, lê li vir jî li wir jî xwe qeyd kirine. Ev jî dibe sedem ku piştre Iraq her du zanyarî û belgeyan jî jê bibe.”
Di dewama axaftina xwe de Zagros Ehmed da zanîn ku divê serjimêrî were rawestandin û wiha anî ziman: “Li gundan piraniya cotkarên Kurd ji tirsa baxçeyên xwe, zanyariyên ku bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl nabin didin tîmên me. Ev jî dê bibe sedem ku hikûmeta Iraqê di pêşerojê de berhemên kêm ji cotkaran werbigire. Em pêşniyar dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê vê serjimêriyê rawestîne. Ji ber vê yekê divê ev pêvajo bê rawestandin û ziyaneke mezin heye. Erebên ku li Herêmê dijîn hemû vedigerin bajarên xwe, lê mixabin Kurdên di madeya 140 de venegeriyane herêmên xwe û li vir xwe qeydkirine. Lewma rêjeya ereb li wir zêde dibe û Kurd jî kêm dibe.”