Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...
Çarşamba - 26 Haziran 2024

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Zîlan navê serkeftin û evînê ye

Divê keç bibin sembola girêdayîna kesayetên serkeftî. Tam jî di vê xalê de sembola Zîlan kesayeta serkeftinê ye. Kesayeta Zîlan bi hevrebûna jiyan û...

Serkeftin a me ye!

Di dîroka mirovahiyê de her maf bi ked, têkoşîn, berxwedan û serhildanê hatiye bidestxistin. Piştî bedel hatine dayîn, encam girtiye. Dema mirov tî û birçî dibe, ji bo avê vexwe û xwarin bixwe divê kedekê bide. Divê cahd bike. Divê xîret bike. Eger mirovek ji bo tîbûn û birçîbûna xwe kedê nede û nekeve nava hewldanan, dibe ku carekê, du caran hin kes bi xêra xwe av û xwarinê bidinê. Lê piştî çend caran êdî tu kes xwarin û vexwarinê nadin wî-wê. Eger mirovek bi zimanê xwe neaxive, bi çanda xwe nejî, kesên din li şûna wî-wê, bi zimanê wan naxivin û bi çanda wan najîn.

Eger mirovek li ber baranê şil bibe, tu kes naçin sîwanê li ser serê wî-wê nagire. Eger mirovek bi xwe parastina xwe neke, kesên din naçin li şûna wî-wê parastinê nakin.

Ev mînakên ku me li jor dan, çend mînakên jiyana xwezayî ne. Lê niha eger li welatekî zilm û zor hebe, mêtîngerî û dagirkerî hebe, înkar, îmha, qedexe hebe, wê demê divê bertek û nerazîbûnên me bêtir bi rêxistin, bêtir bi dîsîplîn, civakî û bi biryar bin.

Çima?

Di serî de divê em armanca êrîşên dijmin ên li ser ziman, çand, nasname, ax, av, xweza û hemû nirxên xwe baş bibînin û baş fam bikin. Divê em van êrîşên li ser hemû nirxên xwe baş hîs bikin. Em armanca êrîşan tenê bi çend xalan bi sînor bikin, bertek û berxwedana me jî dê ew qas lawaz be. Na eger em armanca van êrîşên li ser hemû nirxên xwe bi berfirehî bibînin, wê demê bertek û nerazibûnên me jî dê ew qas hişk, tund û xurt bin. Eger em van êrîşan li ser xwe hîs nekin û xwe di nava van êrîşan de nebînin, em ê nikaribin xwe ji tunebûnê rizgar bikin.

Li aliyekî zozan û çiyayên me qedexe dikin, gundên me dorpêç dikin û gundiyan di malê de qetil dikin; li aliyekî bê sûc û bê sebeb me davêjin zindanan û tecrîd dikin, bê sûc û bê sebeb me sirgûnî bajarê herî dûr dikin. 30 sal me ceza dikin têra wan nakin, salên din li ser cezayên me zêde dikin. Hem me û hem jî malbatên me ceza dikin. Li aliyekî muzîk, şano, lîstik, reng, ziman û hemû çanda me qedexe dikin. Li aliyekî me qetil dikin û cenazeyên zarokên me parçe dikin. Kujerên zarokan serbest berdidin û malbatan ceza dikin. Êrîşî gor û goristanên me dikin.

Qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Dema em li dijî van neqeqî, bêhiqûqî, bêedaletî, înkar, îmha, talan, wêran û diziyê, mafê xwe yê herî rewa diparêzin, polîs bi cop, gazên îsotê û rêbazên herî dijwar êrîşî me dikin. Naxwazin em daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Naxwazin em li hev kom bibin, naxwazin em deng û qêrîna xwe bigînin cîranê xwe û gelê cîhanê. Naxwazin em çend kes li hev kom bibin. Wekîlên me, hevşaredarên me nas nakin û muxatap nagirin. Zagonên xwe binpê dikin. Dadgehên xwe pûç dikin. Înkar dikin û êrîş dikin. Mirov êrîşa dewlet û îktîdara AKP’ê; tenê wekî girtina Hevşaredarekî û cezakirina hevşaredarekî pênase bike, kêm dimîne. Mesele ne ji ber doz û cezayê heyî qeyûm tayînî şûna hevşaredar kirine. Mesele ne naskirina vîn, nasname, çand, ziman û hebûnê ye.

Dewlet û îktîdar bi van mudaxaleyan raste rast dibêje ez te nas nakim! Ez mafê de nas nakim! Ez nasnameya te nas nakim! Ez hebûna te nas nakim! Ji ber vê yekê ez naxwazim tu xwe bi xwe bi rêve bibe jî. Eger dewletek û hikûmetek ku nasnameya me nas nake, gelo dê çawa tehamul bike ku em xwe bi rêve bibin? Aşkere dibêje “Tu şaredariyan bistîne jî ez ê dîsa qeyûm tayin bikim!” Ev gotin pir şênber her tiştî îtîraf dike. Niha çiqas bibêje doza wan hebû, sûcê wan hebû jî, divê tu kes ji vê yekê bawer neke. Mesele nenaskirina vîn, nasname û rêveberiya xwecihî ye. Eger em jî dibêjin “Em hene!” Eger em jî dibêjin “Em xwedî ziman, çand, nasname û vîn in!”, Eger em dibêjin “Em dixwazin xwe bi rêve bibin!” û em dibêjin “Em vê zilm û koletiyê qebûl nakin”, wê demê divê em li cihê xwe rûnenên. Divê em her dem û li her derê xwedî helwest û seknek tund bin. Divê em bêtir bibin yek. Em bêtir dengê xwe, bedena xwe vîna xwe bikin yek û bêtir dakevin qadan.

Mînakên berxwedan û serhildanên li cîhanê pêş ketine rê nîşanî me didin. Eger em bêtir bi yekîtî, tifaq û biryar li ber xwe bidin, em ê teqez encamên xurttir û serkeftîtir bi dest bixin. Ev hêz û baweriya me jî heye. Ev mafî û rewatiya me jî heye. Eger em xwedî maf bin; kî em xwedî maf in, wê demê hemû têkoşîn, berxwedan û çalakiyên me yên demokratîk rewa ne. Divê em ji bîr nekin, eger em mafê xwe neparêzin, tu kes li şûna me mafê me naparêze. Ne CPT, ne KE, ne YE, ne jî DMME. Divê em zêde hevî û baweriya xwe bi wan ve girêdin. Em têra xwe hene. Hêza me jî têra me heye. Bes em bêtir xîret bikin û bêtir ked bidin û bêtir têbikoşin. Wê demê tu hêz nikarin li pêş me bibin asteng. Divê em ji hêza xwe, mafiya xwe û heqîqeta xwe bawer bin. Serkeftin ya me ye!

   

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar