Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Serkeftin dê tarîtiyê ronî bike

Her ku xeyalên gelê kurd ber bi pêkanînê ve diçe, tevgera xwînxwarên gelê kurd zêde dibe û xeyalên şehîdan pêk tên. Têkoşerên azadiyê ew in yên ku di pêkanîna xeyalên gelê xwe û têkbirina terorê de, canê xwe kirin mertalên fedekariyê. Hêzên desthilatdar li ser tunekirina kurdiyatiyê li hev dikin. Yên ku dixwaze kurdan tune bike û berjewendiyên xwe li ser hesabê civaka kurd pêk bînin, kurd ên qels li hember îradeya gelekî bi kar tîne. Kurd bi dest û biryara kesên ku mixabin navê Kurdiyatiyê li xwe kirine têne qetilkirin.

Yên ku îro di planên birakujiyê de li hev dikin, wê dîrok di nava rûpelên xwe de bîne ser ziman. Li şûna ku di rojeke weke îro de li hewirdorê Kurdistanê agirekî dijwar vêketiye li kêleka hev bisekinin, dijberî wê dijminatiya hev dikin. Li ser tunekirina civaka xwe hevpeymanan bi dijminan re çêdikin û mirovên kurd li ortê di nava vî agirê de dişewite.

Gelê kurd ji her demê bêtir îro hebûna xwe mayinde kiriye, mînaka wê jî rojavayê Kurdistanê ye. Ev yek têrê nake, ger ku aliyên din ên Kurdistanê ji bo deskeftiyên vê şoreşê pişgirtiya xwe pêşkêş nekin dê her destkeftiyên kurdan di nava êrîşan de bên perçiqandin. Kurdên ku îro destê xwe bi yê dijminan re dikin yek dê encamên pir xirab bigire, ji ber yên ku alikariya dijminan dikin ku welatê wan dagir bike ew mirovên herî qirêj in. Pêwist e kurd li ser çarenûsa civaka xwe bifikire û hemû hêza xwe bike di şerê dijmin de.

Derengmayîna têghiştina encamên rast ji bo yekrêziya kurdî dikeve xizmeta dijminê gelê kurd e. Li şûna hewldanên parçekirinê hevgirtinek pêwist e. Ger ev neyê kirin dê dîrok bibe şahidê gelek bûyerên bi êş. Bila para her kurdekî welatparêz di avakirina yekitiyê de hebe.

Jiyana azad, wekhev, demokratîk û bi rûmet bi yekrêziyê wê ji bo civaka kurd mayinde bibe. Li hember tarîtiyê sekeftin û roniya xwe vede.  Dilê mirovê kurd wê şad bibe û bi yekrêziyê kurdî re wê xeyalên pêşerojê ji bo nifşên nû vejin bike. Bila yekrêziya kurdî bibe bersiva xurt ji dijminên Kurdistanê re.

Di mijara yekrêziya kurdî de bila kurd berjewendiyên xwe yên siyasî û kesayetî bidin alî û li şûna wê berjewendiyên manewî ji bo tevahî civakê pêş bixin. Bila pakrewanên Kurdistanê di gorê xwe de rehet razên û armanca ku ji bo wê canê xwe feda kirine bên pêkanîn. Çavkanî: Sorgul Şêxo / Jinnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar