Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Serkeftin tenê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e’

Jinên Şengalê anîn ziman ku tecrîda li ser RêberÊ Gelê kurd Abdulah Ocalan her roj girantir dibe û wiha gotin: “Ev yek jî dibe sedema hêrs û bertekên gelên azadîxwaz.Têkoşîna ku ji aliyê dehan kesî ve dest pê kir, îro bûye xwedî milyonan. Ji bo wê serkeftin tenê bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

30 meh in li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya li Îmraliyê tê girtin, ji aliyê dewleta tirk ve tecrîdekê girankirî tê meşandin û bi tu awayî jê agahî nayê girtin. Jinên êzidî ku felsefeya Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan ji bo xwe weke riya azadiyê dibînin tecrîda li ser qebûl nakin. Jinan diyar dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan tecrîda li ser wan e.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Elî ya têkildarî tecrîdê axivî û bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku hêz û taqetê daye civaka êzidî û got: “Beriya naskirina Rêber Apo haya me ji rêxistinkirin, parastin û rêvebirinê tunebû lê bi naskirina fikrên Rêber Apo re roja îro em xwedî wê biryardariyê ne. Em nehêlin tu caran fermaneke din bi ser civaka me de were. Bi saya fikrên Rêber Apo weke civaka êzidî em bi pêş ketin. Rêber Apo, hêza moral û têkoşîna me ye. Ji bo wê weke civaka êzidî em li dijî vê tecrîda girankirî ya Rêber Apo ne. Vayê dibe sê sal ku bi temamî Rêber Apo ji hemû mafên xwe bêpar e. Rewşeke wiha li dijî pîvanên mirovahiyê ye, divê hemû cihan bibîne.”

‘Di fermanê de wijdanê mirovahiyê ker lal û kor bû ji derveyî Rêber Apo û şervanên wî’

Edûl Elî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dema fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka êzidî rû da û diyar kir ku şervanên ku xwe dispêrin fikrên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan wan ji fermanê rizgar kirine. Edûl Elî wiha domand: “Me fermaneke pir giran dît, tevahî cihan li hemberî vê fermana li ser me, ker lal in, ji derveyî Rêber Apo û şervanên wî. Ji bo wê em weke jinên êzidî  û civaka êzidî tu caran tecrîdê napejirînin û qebûl nakin, heya azadiya Rêber Apo ya fîzîkî em ê li ser piyan bin û têbikoşin.”

Dema qala Rêber Apo tê kirin em bihêz dibin’

Edûl Elî da zanîn ku bi bihîstina navê serok ew hêzê digrin û diyar kir ku li ser axa Şengalê tenê malbatên şehîdan û gelê Şengalê xwedî biryar in û wiha got: “Dema qala Rêber Apo tê kirin em bihêz dibin em jixwebawer dibin ji ber me bi Rêber Apo hêz û baweriya xwe qezenc kir ji bo wê em Rêber Apo ji bo xwe pîroz dibînin. Niha li ser Şengalê jî pîlanên qirêj dimeşînin. Lê wê tu carî nikaribin van planan bi ser bixin. Li ser pêkhateyên Şengalê ax û çiyayê Şengalê kesek ne xwedî qirar e ji derveyî malbatên şehîdan, ji derveyî pêkhateyên ku li Şengalê bi hev re di bin heman sîwanê de dijîn.”

‘Em nahêlin ku lingê îxanetkar û dijminan bi Şengalê bikeve’

Edûl Elî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku çi siyaset û êrîş jî li ser Şengalê bên kirin ew axa xwe ji kesê re nahêlin û wiha got: “Ew çi jî bikin ger cihanê jî xera bikin em Şengala xwe çiyayên xwe ji wan re nahêlin û nahêlin ku lingê îxanetkar û dijminan bi Şengalê bikeve.”

‘Bi fikrên Rêber Apo me xwe nas kir’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nafiya Şengal jî bi heman awayî nirxand û got: “Beriya fermanê bi Rêber Apo re hevdîtin hebûn. Lê piştî di fermanê de Rêber Apo şervanên xwe şand Şengalê zext li ser zêde bûn. Sedema girtina Rêber Apo jî heman e, ji ber ku ji bo mirovahiyê tevî xwedî fikir û ramaneke azad e û ji ber alternatîfa pergala niha tê meşandin, wî dîl girtin da ku pêşî li fikir û analîzên wî bigrin. Têkoşîna ku ji aliyê dehan kesî ve dest pê kir, îro bûye xwedî milyonan. Ji bo wê serkeftin tenê para gelên azadîxwaz e, ew jî bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar