Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Serkeftin ya me ye’

Di aşkerekirina deklarasyona hilbijartinê ya Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd de nûnerên partiyên siyasî yên kurd diyar kirin ku Tifaqa Kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e û wiha gotin: “Di vê hilbijartinê de serkeftin a me ye.”

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li Eywana Dawetan a Ayaz Elegence ya Peyasa Amedê “Deklerasyona Hilbijartinê” eşkere kir. Eywan bi alayên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Di deklerasyonê de hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel, serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, serokê Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) Mekmet Kamaç, serokê Komeleya Demokrat û Şoreşger a Kurd Abdûlhey Okûmûş, parlamenterên HDP’ê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên kurdistanî tev li daxuyaniya aşkerekirina deklarasyonê bûn.

‘Dê tifaqa me serbikeve’

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser tifaqa kurdistanî û wiha got: “Em di rojeke girîng de hatin gel hev. Em dikarin vê rojê wek gavekî dîrokî pênase bikin. Tifaqa me ya Kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek girîng e. Rêya çareseriya demokratik ji rêvebirina herêmkî derbas dibe. Ev tifaq e ji bo vê rêyê gavekî gelekî girîng e. 14’ê Gulanê ji bo destpêkeke nû girîng e. Avakirina van derfetan di destê me de ye. Heke em hêzên xwe bikin yêk û rêveberiyên herêmî mezin bikin, şensê me jî ewqas mezin dibe. Hedefa tifaqên me; azadî û wekheviya hemû gel û baweriyan e. Gele kurd li ber xwe da, paş ve gav neavêt, li hember zext û zordariyê serî rakir û ji bo siyaseta demokratîk bibawerî meşiya. Dê tifaqa me serbikeve.”

‘Tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas kir’

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî destnîşan kir ku ew dê bi vê tifaqê ber bi serkeftinê ve biçin û wiha got: “Hilbijartina 14’ê Gulanê, hilbijartina sedsala me ye. Têkoşîna azadiyê hebû û dê ji niha pê de jî her hebe. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Em siyaseteke binirx dimeşînin. Sed silav bo wan kesên ku ev nirx avakirin bin. Me emaneta wan hilgirt û em ê mezintir bikin. Ev serkeftin dê ya me hemûyan be. Tekoşîna gelê kurd tekoşînekî destane ye. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ rê nîşanî me dide û dê bide jî. Dixwazin bi netewe dewletan rastiya kurd ji holê rakin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser hemû girtiyan tê meşandin û sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tecrîd, li Kurdistan û Tirkiyeyê înkarkirina kurdan e. ”

‘Hewceye em bi hev re bimeşin’

Piştre jî Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî axivî û wiha got: “Heke yêkitî tune be serkeftin jî tune ye. Hewce ye em xeletî û rastiyên xwe bidin ber hev û em bi hev re bimeşin. Em çima li hemberî van zextan li ber xwe nadin? Em çima wezîfeya xwe bi micidî bi cih nayînin? Heke em li ber xwe bidin em ê serbikevin.”

‘Serkeftin ji bo Partiya Çep a Kesk’

Serokê DDKD’ê Abdûlhey Okûmûş jî mafê axaftinê girt û da zanîn ku bi salane li ser kurdan polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dimeşînin lê ev polîtîka bi ser neketine. Okûmûş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa li girtîgehan jî heman polîtîka meşandin, lê li wir jî bi ser neketin. Em kurd bûn sembola berxwedanê. Ji ber vê yekê dê serkeftin jî ya kurdan be. Serkeftin ji bo kurdan, serkeftin ji bo Partiya Çep a Kesk.”

‘Siyaseta tirk tecrîd kûrtir kir’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku siyaseta tirk, şer û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir kir. Bi domdarî Ozturk bi lêv kir ku li ser her çar aliyên Kurdistanê û hemû saziyên wan êriş hene û ev tişt anî ziman: “Hemû gavan li hemberî me ne û vî şerî didomînin. Ji bo Kurdistanê ev roj gelekî girîng û dîrokî ye. Êriş li ser nasnameya me ye. Hewceye em bersiva van êrişan bidin û ev bersiva me jî dîrokî be.”

‘Ev xebat, xebatek dîrokî ye’

Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî got ku armanca tifaqên li Kurdistan û Tirkiyeyê yekitî ye û wiha pê de çû: “Ev xebat, xebatên dîrokî ne. Em ê rejîma ku li ser înkar û zilmê ava bû bişînin. Em ê azadî û demokrasiyê ava bikin. Em ê edaletê jî bînin.”

‘Werin em amedê azad bikin’

Herî dawî jî Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û wiha got: “An yekitî, an yekitî. Ya em ê bi hev re serbikevin, yan jî dê bi hev re binbikevin. Silav li hemû şervanên kurdan re. Hemû jinên Kurdistanê rûmeta me ne, ji wan re jî silav. Em bang li kurdan dikin, werin em pirsgirêkên di navbera xwe de xelas bikin û rêya siyaseta demokratîk a kurdan vekin. Werin em Amedê azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar