Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Serkeftina 31’ê adarê diyariya jinan e

Hevşaredarên navçeyên Agiriyê Panos, Diyadîn û Bazidê diyar kirin ku serkeftina 31’ê adarê ji bo wan diyariya jinan e û anîn ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan hedef dikin ku projeyên xwe bikin meriyetê

Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer, Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar û Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar encamên hilbijartinê nirxandin.

Muşeref Geçer diyar kir ku 5 sal e şaredariya AKP’ê Panos bi rê ve dibir lê navçe veguheriye kavilê û wiha got: “Tu xebat nehatiye meşandin. Li ser malbatên xwe rant dane qezenckirin. Bi daxwazên gel xebatek nehatiye meşandin. Pirsgirêkên navçeyê nehatine çareserkirin.”

Geçer anî ziman ku hilbijartinê bi taybetî bi piştgiriya jin û gel qezenc kirine û destnîşan kir ku êdî şaredarî ya HDP’ê ye û li wir 5 partî bûne partiya tabelayê.

‘Gel bersiv da qeyûm’

Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar got ku ew xebatên hilbijartinê bi civînên malan û serdanên esnafan derbas kirine û wiha domand: “Me li deriyê hemû gel xist. Me ji sedî 56 dengan hilbijartinê qezenc kir. Ev rêjeya dengan kêm bû ji ber welatiyên ku dengê xwe bi kar neanîn hebûn. Ji ber vê tevlibûn jî kêm bû. Îradeya gel hat xespkirin lê gel bersivek mezin da AKP’ê. Li navçeyê ji bo zarokan qadên şîn tuneye. Qadên civakî yên gel kêm bûn. Gel pirsgirêka avê dijiya. Av du rojan carê dihatin birîn. Hedefa me ev e ku em pirsgirêkan çareser bikin.”

‘Bi dengeke bilind jinan got Bazid ya me ye’

Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar jî destnîşan kir ku wek her qadê di xebatên hilbijartinê de jî dîsa herî zêde jinan cih girtine û daxuyand ku hilbijartin bi keda jinan hatiye qezenckirin û ev tişt anî ziman: “Bi zêdebûneke ji sedî 9 jinan got ‘Bazid ya me ye’. Bazid diyarî xwe û me kirin. Wek her derê li Bazidê jî qadên îstîhdama jinê tune ye. Em ê qadê îstîhdamê ji jinan re vebikin. Hejmara jinên esnaf kêm in. Xebatkarên jin kêm in. Di vî alî de jî em ê kooperatîfên jinan ji nû ve ava bikin. Beriya qeyûman gelek xebat hebûn. Lê hatin girtin. Em ê jiyanê ji nû ve biafirînin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar