Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Serkeftina Baxozê serkeftina hemû mirovahiyê ye’

 

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya yekemîn salvegera rizgarkirina Baxozê û bidawîkirina serweriya DAIŞ’ê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyanî dan.

 

Rêveberiya Xweser diyar kir ku serkeftina mezin a li Baxozê hebûna rêxistina herî terorî ya di dîroka mirovahiyê de tune kir û erdnîgariya dawî ji çeteyan rizgar kir. Daxuyanî wiha dom kir: “YPG, YPJ û HSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî li ber xwe da û bi hezaran şehîd feda kirin. Destana xweragirtinê li Kobanê dest pê kir û bi serkeftina Baxozê re jî rêxistina DAIŞ’ê ku Mûsil û Reqa dagir kiribû û li dijî gelê me yê Şengalê komkujî pêk anî bû, tune kir. Serkeftina destanî ya li Baxozê, ne tenê serkeftina HSD’ê, pêkhateyên herêmê û koalîsyona navneteweyî bû, serkeftina hemû mirovahiyê bû.”

‘Êrîşa dewleta tirk hêviya DAIŞ’ê xurt kir’

Bi domdarî jî rêveberiya xweser destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya êrîşan û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi her şêwazî piştgiriyê didin mayîndebûna çeteyên DAIŞ’ê û hêviyên rêxistina terorîst xurt dikin. Rêveberiya xweser bal kişand ser girtiyên DAIŞ’î û malbatên wan û got; “Ew çete bombe ne ku nayê zanîn bê ka dê kengî biteqin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku çareseriyekê ji wan girtiyan re bibîne û barê wan tenê navêje ser milê Rêveberiya Xweser û saziyên wê. Divê dadgeheke navdewletî ava bikin û sûcdaran pêşkêşî edaleta navneteweyî bike.”

HSD: Serkeftina Baxozê serkeftina herî pîroz e

HSD’ê jî di daxuyaniya xwe de serkeftina li Baxozê weke serkeftina herî bilind û pîroz pênase kir û ev tişt parve kirin: “Piştî bidawîbûna çalakiyên leşkerî li hember rêxistina terorî, mijarên li pêşiya me, girtiyên DAIŞ’î û malbatên wan û şerê li dijî şaneyên wan ên veşartî bû. Me 305 çalakiyên leşkerî pêk anîn û 376 terorîstên DAIŞ’ê girtin. Çalakiya herî mezin a hevkariya îstixbaratî ku tê de serçeteyê rêxistina terorî Ebû Bekir El Bexdadî û hinek din ji serçeteyên wê yên leşkerî hatin kuştin bû.”

Di berdewamê de jî HSD’ê da zanîn ku wan di mijara hewandina DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan de zehmetî kişandin û xwest ku qada navdewletî piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser. HSD’ê daxuyand ku bi êrîşên dewleta tirk ên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê re têkoşîna wan li dijî DAIŞ’ê qels kir, hevsengiya hêzan a li herêmê guhart û vê jî kir ku DAIŞ şaneyên xwe birêxistintir bike. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Bi ser bidawîkirina xîlafeta sexte re salek derbas bû. Destpêkirina pêvajoya siyasî li Sûriyeyê dê bibe fîşeka dawî ya li termê DAIŞ’ê bikeve. Dê derî li ber aramiya herêmê veke û HSD dê bibe mîsogera Sûriyeyeke azad û pirreng.”

YPJ: Em soz didin ku dê têkçûna komplogeran careke din ragihînin

YPJ’ê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da û ev tişt parve kirin: “Ev pêngava dîrokî di encama tekoşîna dijwar a 8 salan û bedelên giranbiha ya keç û xortên vî welatî serkeftina xwe ji tevahî cîhanê re ragihand. Di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de, hêzên komploger careke din zilma xwe belavî cîhanê kirin. Bi rengek vekirî û hovane bi hezaran mirov qetil kirin û pêl bi pêl êrîşê îradeya mirovan kirin. Herî zêde jî jin bi vê gefa mezin re rû bi rû man. Jina kurd a ku felsefeya Rêber Apo nas kiribû û xwedî zanistiya berxwedêriya jinê bû, îradeya xwe radestî van hêzên çete nekir. Ev sekna jinan, çembereke parastinê li dora gelan ava kir, vê carê şoreşa Rojava li Minbicê, Tebqa, li Reqa û Dêrazorê veguherî cejna tevahî gelên herêmê.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 23’yê adarê di pêşengiya YPJ’ê de fermandariya HSD’ê binkeftina xîlafeta DAIŞ’ê ragihand. YPJ’ê li ser bingehê rêgeza neteweya demokratîk, di eniyên berxwedanê de yekitiya jinan ava kir. Ev sekna bi rûmet bandor li ser tevahî gelê herêmê kir. Êdî gel xwedî li destkeftiyên şoreşê derket û tevlêbûna xwe ya ji refên parastinê xurtir kir. Ev jî nîşaneya rola diyarker a şervanên YPJ’ê ya di nava HSD’ê de ye. Em weke YPJ’ê soz didin tevahî jinan û gelê herêmê ku em ê hêvî û baweriyan wan bi têkoşîneke bilintir bikin rastî û careke din mizgîniya têkbirina hêzên komploger diyarî gelê herêmê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar