Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Serkeftina hemû şoreşan bi yekitiyê pêkan bûye’

Rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Efrînê diyar kirin ku hêzên mêtînger hewl didin bi parçekirina kurdan re, gelê kurd tune bikin. Axaftvanan piştgirî dan hewldana hunermend û rewşenbîran a ji bo yekitiyê jî û gotin; ‘Hemû şoreşan tenê bi yekitiyê karîne bi ser bikevin.’

Siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd ên ku li kantona Şehbayê têkildarî hewldanên dawî yên ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya kurdan û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji ANHA’yê bi Fîras Îbrahîm re axivîn. Axaftvanan destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin înîsiyatîfa hunermend û rewşenbîrên kurd a ji bo yekitiya neteweyî.

Têkildarî mijarê endamê Rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran Osama Ehmed anî ziman ku ji dîrokê ve sedema rewşa parçebûyî ya gelê kurd, hêzên derve ne û wiha dom kir: “Dixwestin kurdan ji bo armancên xwe bi kar bînin û qir bikin. Ji ber ku xîtaba siyasî ya kurdan yek nebû, bi derewên dijmin hatin xapandin. Bi hilweşandina dewleta Osmanî re dewletên mezin roleke sereke di parçekirina Kurdistanê de lîstin. Dewletên metînger her tim hewl dan ku hebûna kurdan ji holê rakin. Her wiha dixwazin li her çar parçeyan navbera kurdan xerab bikin.”

Divê hunermend û rewşenbîr bi rola xwe rabin

Di berdewamê de jî Ehmed bi lêv kir ku înîsiyatîfa hunermend û rewşenbîrên kurd ên li derve erênî ne û wiha pê de çû: “Divê kedên mezin ji bo yekitiya kurdan û yekbûna xîtaba siyasî bêne dayîn. Divê rewşenbîr bi partiyên siyasî re bicivin, nêrînên wan nêzî hev bikin û dawî li nakokiyan bînin.”

Em dixwazin gelê kurd bibe yek

Hunermend Hanan Sîdo jî daxuyand ku ji bo ku gelê kurd ji tengaviya heyî derkevin, divê yekitiya xwe li ser her tiştî bigirin û wiha derbirî: “Ji ber ku dewletên metînger ji bo pêkanîna projeyên xwe, gelê kurd weke amûrekê bi kar tîne. Projeya neteweya demokratîk, projeyên dijmin ên li dijî gelê kurd têk birin. Em dixwazin ku gelê kurd bibe yek û li ser bingeha yekitiyê bixebitin. Ez bang li tevahiya hunermend û rewşenbîran dikim ku xîtaba xwe ya siyasî bikin yek û bi derewên dijminan nexapin.”

‘Em di demên dîrokî re derbas dibin’

Der barê mijarê de siyasetmedar Asad Menan jî diyar kir ku tevahiya şoreşên ku li ser bingeha yekitiyê ava dibin, biser dikevin û wiha bi dawî kir: “Çaranûsa gel bi giştî li hemberî dijmin bi yekitiyê ava dibe. Demên ku em tê re derbas dibin, dîrokî ne. Divê em hewl bidin li pêşiya dubarkirina lihevkirinên ku kurd parçe kirine bigirin. Ango lihevkirina Sykes Pîcot û Lozanê. Divê gelê kurd li Rojhilatê Navîn a nû, hem di hêla siyasî û hem jî di hêla leşkerî de xwedî cih be.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar