Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Serkeftina HSD`ê pîroz kirin

Di roja 21’ê Adarê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Baxoza Dêrozor dawiya çeteyên DAIŞ’ê anîn û di 23’yê adarê de jî bi awayekî fermî têkoşîna DAIŞ’ê ragihan. Piştî serkeftina HSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gelek deveran pîrozbahî pêk hatin

Li bajarê Girê Spî îro di saetên sibê de bi dirûşma “Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin”pîrozbahiya Newrozê dest pê kiribû. Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin û paşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat teqezkirin ku pêngava piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê dê Efrîn ji artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin. Her wiha hat gotin ku heta serkeftinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha serkeftina li Dêrazorê diyarî malbatên şehîdan hate kirin.

Meclisa Jinan a Minbicê serkeftina HSD`ê pîroz kir

Meclisa Jinan a Minbicê û gundên wê îro daxuyaniyek da û serkeftina HSD`ê li dijî DAIŞ`ê piştî şerê 5 salan pîroz kir. Bi dehan jinên di saziyên di bin sîwana meclisê de kar dikin, li hola lîstokan a li ser rêya Cerablusê li bajarê Minbicê, kom bûn û li wir daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka fermî ya Meclisa Jinan Ibtîsam Ebdulqadir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:“Bi hatina cejna Newrozê mizgîniyên mezin hatin, va ye îro Dêrazorê mizgîniya rizgarkirina xwe dide, bi Meclisa Jinan a Minbicê û hemû jinan em rizgarkirina Dêrazorê li gelê wê pîroz dikin û taybet jinên ku li dijî dijmin sekînin û destanên lehengiyê nivîsandin. Bi vê vîn û rihî, DAIŞ li Kobanê, Serêkaniyê, Minbic, Tebqa, Reqa û îro jî Dêrazorê têk çû û roja azadiyê careke din vegeriya. Rêya jinên azad an şehadet an jî serkeftin e, kêfxweşiya me bi serkeftin û têkçûna DAIŞ`ê hêz û îradeyê dide me ku em rêya tekoşînê dewam bikin da ku Efrîn, Bab û Cereblusê ji dagirkeran rizgar bikin û em hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin. Pîroz be serkeftin, pîroz be ji HSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re. Ev serkeftin bi saya lehengiya bi hezaran şehîdan û birîndaran pêk hat. Silav ji şervanên duh û şehîdên îro re, xeyalên wan pêk hatin û DAIŞ bi dawî bû.”

`Destkeftiyên HSD`ê biparêzin`

Rûspiyên êla El-Şumer gelê Sûriyê bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkeftina mezin a HSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê pîroz kir û diyar kirin ku divê êlên Ereb ji bo tunekirina fikrên DAIŞ`ê kedên mezin bidin û destkeftiyên HSD’ê biparêzin. Bi vê mebestê  rûspî û şêxê êla El-Şumer serkeftinên HSD’ê pîroz kir.

Rûspiyê êla El-Amûde ji qebîleya El-Şumer Ehmed El-Şetî wiha got: “Em vê serkeftinê û rizgarkirina herêmê ji terorê pîroz dikin. Herêm bi saya serkeftinên şervanên HSD`ê ewle ye.”

El-Şetî tevahiya êlên Ereb ên herêmê muxeteb girt û bang li wan kir ku derkeftiyên bi saya HSD`ê hatine bidestxistin biparêzin. El-Şetî destnîşan kir ku ji êlan tê xwestin ku li dora HSD`ê kom bibin û li dijî hişmendiya DAIŞ`ê ya ku tevna civakê parçe kiriye hevgirtina xwe ava bikin. El-Şetî wiha got: “Divê êlên herêmê ji gelan re bibin mînaka hevgirtinê û tunekirina fîtneyan. Îro em bûne yek gel, yek tevn û tu cudahî di navbera kurd, suryan û ereban de tune ye. Li  ser vê xakê bi saya HSD`ê em di nav ewlehî û aramiyê de ne, ji ber wê em bi hêzên xwe serbilind in.”

Mihemed El-Şumerî jî ku yek ji rûspiyên êla El-Şumer destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ`ê li herêmê rewşa herêmê dê baş bibe. El-Şumerî diyar kir ku ji bo xilasiya ji hişmendiya DAIŞ`ê ji erka êlan e ku hevgirtina xwe bi HSD`ê re ava bikin û wiha pê de çû: “Em wek êlên herêmê şerê vê hişmendiyê dikin û ji bo tunekirina wê hişmendiya ku di hişê hindek şêniyan de hatiye çandin, bi yekrêzî li rex êlên herêmê yên din ji kurd, aşûr û suryan disekinin.”

Di dawiya gotinên xwe de El-Şumerî bang li ciwanên civaka ereb kir bi taybet li bakurê Sûriyeyê li dora HSD`ê kom bibin û beşdarî tu komên din nebin da ku pêşî li planên Tirkiyeyê bigirin. GIRÊ SPÎ/MINBIC/QAMIŞLO

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar