Navenda Nûçeyan |
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, bi boneya salvegera heftemîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek da û wiha got: “7 sal di ser rizgarkirina Kobanê re, serkeftina yekemîn û destpêka têkbirina DAIŞ’ê re derbas bûn. Îro hêzên me bi têkbirina DAIŞ’ê li Hesekê û pûçkirina planên alîgirên DAIŞ’ê, dîroka serkeftinê dubare dikin. Di navbera Arîn û Awaz de 7 sal in û sedemên berdewamkirina rêxistina DAIŞ’ê didomin. Ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê pêwîstî bi îstikrara siyasî û aborî û erêkirina navneteweyî heye.”