Piştî peyama Rêber Apo ya 22’yê Gulanê, êdî têkoşîn kete qonaxek nû û bi çalakiyên cudatir û dewlementir dê were meşandin.
Weke Rêberê me gotiye, ev çalakî gihişt meqseda/armanca xwe, lazim e ji niha û pêve, em hemû bi hevre hê xurtir xebat û têkoşînê bidin meşandin.
Şîara vê çalakiyê çibû?
“Şikandina Tecrîdê, Hilweşandina Faşîzmê” bû.
Tecrîd, nehat rakirin lê hat şikandin an jî mirov dikare bêje ew dîwarê wan ê zilmê hat qelişandin. Her wiha faşîzim jî nehat rûxandin, lê derbeya mezin xwar û rêveberên wan, li xwe mikur hatin; R.Erdogan, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û hwd. gotin ‘me qedexeya li ser Îmraliyê rakir û waye xizim û parêzerên Ocalan diçin û dikaarin biçin dîtina wî’ û hwd.
Ev qonaxek girîng a destpêka pêvajoya serkeftinê ye. Lê divê baş were naskirin, ji bo ku kes nekeve nava xelitiyan û xwe bi vê pêngava bi rûmet û serkeftî re, ji ser xwe ve neçin û xwe xemsar nekin. Lewra hîn xebatek hûr û kûr û têkoşinek dewlementir li pêşiya me ye.
Ji bo çi serkeftinek îradî ya mezin e?
Ji ber ku ruhê berxwedêr ê li ser felsefeya Rêberiyê û şehîdan û bi taybetî jî şehîdên zindana Amedê, Rêber, tevger û gel, hemû gihandin hev û heta ev ruh xiste rojeva raya giştî jî. An jî bi gotinek din têkoşîna takekesî û giştî, bi şêwazekî nûjen û têkoşînek demdirêjtir gihand hev, kir îradeyek mezintir.
Pêşenga vê çalakiyê, jina berxwedêr û têkoşer a gelê kurd Leyla Guven, ji roja destpêkê heta roja dawiyê her got; ‘min ev çalakî, ne ji bo berjewendên xwe yên kesayetî, belê ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Apo rabe min destpêkir, her wiha ez şopdara berxwedêrên pêşeng ên zindana Amedê me” û hwd.
Ji ber ku dewleta R.Erdogan û D .Bahçeli jî, cewhera vê çalakiyê nas kirin, çi lîstok û tektîkên tirsandinê û xapandinê hebûn hemû bi karanin, da ku pêşiya vê çalakiyê bibirin.
Hema ji roja ewil heta roja dawiyê; 200 roj, tecrîda çapemeniyê û ragihandinê danîn ser vê çalakiyê.
Piştre ji zindanê derxistin. Vê carê li malê dewam kir.
Çalakî, li şûna were rawestan, weke tovê jiyanê ev ruh, li ser erdnîgariyek dorfireh belav bû û mezintir bû. Derbasî Hewlêr, Mexmûr, Silêmannî, Kelar, Strasboûrg, Parîs, Almanya, Hollanda, Viyana, Roma, Londra, Swisre, Galler, Kanada û hwd. bû.
Bi vê ya jî ranewestiya, bi 30 kesî derbasî rojiya mirinê bû.
Di encamê de ev çalakiya ku bi yek kesê destpêkir, bû bi dehan, bi sedan û bi hezaran kes. Roj ji ya din zêdetir bûn.
Dibe ku berxwedana herî watedar, balkêş û bi bandor a ku çalakî gihand encamê jî çalakiya dayikên Laçik Spî yê berxwedêran bû. Bêguman kesên herî kezeb sotî û dilşewitî jî ew bûn. Lê ez bawer dikim li gel vê taybetiyê taybetiyek din jî ya girîng ev e ku; Di felsefeya Rêber Apo de, rola sereke û pêşeng a jinê, di şoreşê de, li vir hem jinê dabû despêkirin û hem careke din hate çespandin.
Di vê çalakiyê de, her wiha careke din rastiya dîrok û diyalektik a vê tevgerê hate xuyakirin ku rola takekesî û gelemperî (tevgerî-civakî) çawa dikarin bi hevre bibin yek û bi hevre têbikoşin.
Mînaka herî ber biçav û rasteqîn ê Rêber Apo ye. Çawa yek kes bû, karibû bibe mejî û ruhê bi milyonan ê civakê û gelan û baweriyan!
Her wiha mînakên destpêkê yên şopdarên Rêberê xwe çalakvanên zindana Amedê bûn: Mazlûm, Ferhat, Kemal, Xeyrî û hevalên wan jî, weke takekesî destpêkirin û bûn ruhên berxwedêr ên hemû mazlûman!
Ev îradeya diyalektîk a takekesî û giştî ya vê carê, ji qonaxên berê xurtir e. Ji ber ku hê berfirehtir gel hembêz kir û her wiha bandor xurtir, li ser rayagiştiya cîhanî jî çêkir.
Bêguman li hember sîstema dagirker û hegemon, destê Rêberê sîstema alternatîf jî xurtir kir, kilîta çareseriyê xist destê wî û careke din faşîzmê paşve gav avêt û ji neçarî çû ber deriyê Îmraliyê!