Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Serkeftina Partiya Kesk û Çep

Erdogan ji sala 2002’an heta niha, 7’ê Hezîranê 2015 ne tê de çi hilbijartin an jî referandûmê winda nekiriye. Têkçûna 2015’an ya li hember HDP’ê jî bi rêya dijminatiya kurda ‘çareser’ kir û desthilatdarî careke din bi dest xist. Rewşa piştî sala 2015’an rewşeke cûda ye. Erdogan beriya 2015’an bi siyaseta mexduriyetê, piştî sala 2015’an jî bi rê û olaxên dîktatorî hukma xwe heta niha parast. Di damezrandina desthilatdariya dîktatorî de jî ne tenê bû. Hema bêjin HDP ne tê de hemû partiyên din yên li parlamentoyê bûn û hemû saziyên dewletê alîkariya Erdogan kirin. Ev yek ji bo statûya dewleta xwe wekî erkekê dîtin.

Di vê heyamê de qet şik nîne berpirsiyariya mezin ya CHP’ê bû. CHP’ê xurtbûna HDP’ê hem ji bo statûya dewletê, hem jî ji bo xwe wekî xetereke nirxand. HDP, reng û hêzek anîbû parlamentoyê. Hemû pêkhateyên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hebûna xwe di HDP’ê de dîtîbûn. Her weha hemû pêkhateyan êdî bi rêya HDP’ê di parlamentoyê de dihatin temsîlkirin. Heke partiyên din yên parlamentoyê pêşeroja Tirkiyê bifikiriyana hebûna HDP’ê, bêgûman ji bo wan qezenceke mezin bû. Heta HDP’ê dikaribû biba şîrîkê hukumetê jî. Lê MHP aşkere, CHP jî bi awayek nêhînî vê yekê tercîh nekirin û pêkve biryara hilbijartinek nû ango biryara nûjenkirina desthilatdariya Erdoganê dan.

Ji 7’ê Hezîranê heta 1’ê Mijdarê çi qawimî, li ber çava ye. Ji bo tevgera kurd têkbibin, bi hev re dest bi rêvebirina ‘plana çokdanînê’ kirin. Ev yek bi xwe re qirêjî jî mezin kir. Hemû hêzên tarî ya di nav dewletê de dest bi liv û tevgerê kirin. Di vê heyamê de ne tenê kurd, her weha di serî de CHP yên statûya dewletê diparastin jî ketin dafikek mezin. Weha dihesibandin ku ew ê kurd nikaribin berxwe bidin. Bi gor wan ew ê HDP di heyemake kurt de têkbiçe, di navbera çend salan de berxwedana kurda bişkê û yên ‘dewletî’ jî careke din bikaribin xwe ‘normalîze’ bikin. Lê hisaba malê û bazarê hevdû negirt. Hem tevgera kurd, hem jî siyaseta rêya sêyemîn bi berxwedanek bêhempa li berxwe dan. Bi berdêlek giran rê nedan ku ‘plana çokdanînê’ serbikeve.

Kurd her ku berxwe dan, aloziya di nava hêzên dewletê de jî mezin bûn. Heke îro di hilbijartina 14’ê Gulanê de ‘çep’ û ‘rast’ nemabin, sedemek jî ev berxwedan e. Em vê jî vekin. Di hilbijartina 14’ê Gulanê de sê xetên esasî hene. Erdogan temsîlkariya dîktatoriya takekesî dike. Tifaqa ku CHP’ê serkêşiya wê dike temsîlkariya parastina statûyê dike. Xeta sêyemîn jî xeta Partiya Kesk û Çep e. Ev jî temsîlkariya jiyana demokratîk ya pêkve, ango demokratîzebûna komarê dikin. Ev her sê tifaq naşibin hev. Di navbera wan de cûdabûnên mezin heye. Lê rastiyek jî heye. Heke piştî vê berxwedana bêhempa xeta sêyemîn careke din serbikeve, ev car kes nikare pêşî li serfiraziyê bigre. Di heman avê ku diherikê de mirov nikare du car xwe bişo. Piştî hinde ezmonan, serfiraziya ev car ew ê bibe heyama parastin û zêdekirina destkeftiyan.

Rast e. Niha hindek kes ew ê bêjin ku madem rewş ev e, temsîlkarên xeta sêyemîn çima ji bo serokkomariyê namzet nîşan nedan? Pirsek rast e, lê bersîv jî hêsan e. Ji heyama 2015’an heta niha, ango di heyama ‘plana çokdanînê’ de berpirsiyarê yekemîn Erdogan bû. Erdogan Li hember kurda her cûre xerabiyê pêkanî. Çekên kîmyevî jî tê de bi hemû cûre çekan êrîşî gelên herêmê kir. Li Başûrê Kurdistan û Rojavayê herêmên kurd lê dijîn dagirkir. Lê li hember vê siyaseta xwînavî dîsa jî bi serneket. Ji bo ev siyaset careke din nekeve meriyetê, divê di serî de Erdogan têkbiçe. Heke xeta sêyemîn namzetek derxistiba, ev yek çênedibû. Mumkun bû ku Erdogan careke din biserkeve. Ev nayê wê wateyê ku ew ê hilbijêrên xeta sêyemîn mîlîtaniya Kemal Kiliçdaroglu bikin. Na! Ew ê tenê dengê xwe bidin. Pişt re jî temsîlkarên xeta sêyemîn yên li parlamentoyê, ji bo Kemal Kiliçdaroglu soza xwe ya çareseriyê pêkbîne, ew ê xebat û zextên xwe bidomînin.

Mesela çareseriya li Meclîs’ê, ne tiştek ji rêzê ye. Derd, parvekirina welat, nîne. Êdî pêkve jiyan wekî xeteke esasî ji alî gelek hêzan ve tê parastin. Her weha piraniya gel jî li dijî pêkve jiyanê nînin. Esasên pêkve jiyanê jî bi diyalog û muzakereyê dikeve meriyetê. Dibe ku di heyameke kurt de ev çareserî encam negre. Lê herî kêm, ew ê rewşa şer bigûhere. Divê hemû alî pêkve vê rêya hilbijêrin. Ji bo jiyanek bê mirin, ji bo çareseriyê ev ne xeteke şaş e.

Di vir de problema esasî serkeftina Partiya Kesk û Çep e. Divê temsîlkarên xeta sêyemîn bi awayeke gelek xurt here wê parlamentoyê. Herî kêm ji 7’ê Hezîranê 2015’an zêdetir parlamenterê temsîlkarê xeta sêyemîn di parlamentoyê de bin. Ji bilî vê rêya, rêyên din rêyên dirêj in û berdêla wê jî giran e.

Nûçeyên Têkildar